Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                          Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                          

 

 

Xaltîka Tahlê

 

Li Qiziltepeyê, li gundê Sindoqlîyê, jinek hebû ku navê wê Xaltîka Tahlê bû. Xaltîka Tahlê ji bo firotina zebeþan dihat qezeyê. Zebeþ li erasa qezeyê dihatin rûkirin. Xaltîka Tahlê jineke gundî ya jêhatî bû. Di nav salan re çûbû. Ji henekan hez dikir. Wê û çawîþê Beledîyeyê (xelkê Qezê ev nav li mamûrên zabitayê kiribû) Evdilayê Saroxanî, pîrejin û zilamên Qezê bi hevdu re suhbet û henek dikirin. Ber bi êvarê ve, bi pereyên zebeþan, ji Ebû Taco (Bavê taco) xwê, sabûn, þekir, biharat û hwd dikirîn. Tevî þertên jîyanê yên dijwar jî Xaltîka Tahlê ji jîyana xwe razî bû. Li qezeyê, hema hema mirovê ku ew nas nekiriba, tune bû.

 

Rojekê, Ebû Taco (Ebû Taco di eynî wextê de, delalê qezeyê bû) ji kaxizeke resmî ku çawîþê Beledîyeyê Evdilayê Saroxanî dabû destan, qedexeyeke Beledîyeyê ya girîng bi dengekî bilind dixwend. Dîsa bi navê “Hevwelatîno, bi tirkî bipeyivin!” dest bi kampanyayekê hatibû kirin.

Ebû Taco dawîya fermanê weha anî:

- Gelî xelkê Qezê! Guhên xwe bidin min, bila kes nebêje, min nebihîst! Dû re hûn dizanin, haaa!

 

Wek gelek jinên gundî yên din, hayê Xaltîka Tahlê jî ji vê qedexeyê tune bû. Ji xwe, ma ger hayê wê jê hebûya, dikarîbû çi bikira? Qey mirov di rojekê de, fêrî tirkî nedibû...

Roja piþtî wê, Xaltîka Tahlê û jinên gundî yên din ku li eraseyê li ber zebeþan çarmêrkî rûniþtibûn, belasebeb li benda man ku Evdilayê çawîþê Beledîyeyê bi wan re bikene. Evdila rojên berê, henek bi jinên gundî dikirin û bi kurdî dipeyivî. Wê rojê, pir cidî xuya dikir. Çi bi vî zilamê henekhez hatibû? Madê wî tahl û birûska wî tirþ bû. Hem bi Xaltîka Tahlê re û hem jî bi jinên din re ku ji kurdî pê ve bi tu zimanekî din nizabû, bê rawestan bi tirkî dipeyivî. Hemû jinan mîna ku bibêje; “ Ev çi hal e? Ev çi guhertin e?” li Xaltîka Tahlê dinihêrî. Xaltîka Tahlê aqilmenda wan bû.

Asoxî, Xaltîka Tahlê nema debar kir û bi kurdî weha got:

- Lawo Evdila, tu çir bi kurmancî napeyivî? Tu çima wer hêrs bûyî, lawikê min?

 

Çawîþê Beledîyeyê bi dengekî bihêrs bersiv dida:

- Bi tirkî bipeyive!

 

Û ji bo ku Xaltîka Tahlê bi kurdî peyivîbû jî ceza lê dibirî. Gava Xaltîka Tahlê gotina cezayê bihîst, dîsa bi kurdî dest bi gazindan kir. Vê yekê, ceza zêdetir dikir.

Wê rojê, ber bi êvarê, Xaltîka Tahlê nikarîbû tu tiþt ji Ebû Taco bikirîya. Pereyên ku ji firotina zebeþan hatibûn, têra cezayê nekir. Tew bi ser de jî Xaltîka Tahlê bûbû deyndarê Beledîyeyê.

Xaltîka Tahlê xemgîn û bi çavên tije hêsir kerê xwe da ber xwe û çû gundê xwe.

Di rojên piþtî wê de, ji bo pêþîlêgirtina vê tevlihevîyê, Beledîyeyê bi þertê ku gundîyên tên bazarê, heqê wî bidin, tercumanek tayin kir. Gundî ji vê rewþê razî bûn. Dû re, wek hertim ev awa jî nemeþîya û karê tercumên jî qedîya.

Jinên gundî û çawîþê xwe ji nû ve, bi xwe bi xwe man. Kêfa wan ji vê rewþê re pir û pir hatibû.

 

 

 Wergera ji tirkî:Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


                                                     

           
         

Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji La fontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî