Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                          

 

 Xaltîka Seyro

 

Xaltîka Seyro ji gundên çiyayî hatibû Qiziltepeyê. Serçavê wê qermiçîbû û piþta wê xûz bûbû. Temenê wê, li dora 60-65an bû. Jîyan wek barekî giran ketibû ser milên wê.  Ji nimêja xwe nedima û bi tizbîya xwe ya nodûnehî dia dikir. Lawekî wê bi tenê hebû. Ew jî gava leþker bû, hatibû kuþtin. Ev kuþtin di ber heyfê de hatibû kirin. Qederê herdu dijmin li eynî yekîneya leþkerî, anîbû hemberî hevdu.

Rojekê, Emîno bi sê guleyan ketibû erdê û di nav xwînê de vegevizîbû.

Xebera nexêrê bi lez gîhaþt Xaltîka Seyroyê. Felek li serê Xaltîka Seyroyê gerîya, bi carekê sewsî bû. Tu nemabû ku aqilê xwe wenda bikira.

Ew çav li kê diket, digot:

- Kaxiza lawê min reþ hat.

 

Mirov digot qey þeple pê ketibû. Carinan bi destan dipeyivî. Ji bo ku têkeve nav xeyalan û bi bîranînên lawê xwe re bibe yek, dixwest bi tenê bimîne. Lê ji qelebalixîyê jî nedirevîya û di demên weha de, bêrawestan behsa bîranînên lawê xwe dikir û pesinê wî vedida.

Xaltîka Seyro tevî sê nevîyên xwe hatibû Qiziltepeyê û di quncikeke axurekî de, bi cîh bûbûn. Li hemberî vê yekê, wê û nevîyên xwe dê xizmeta mala Hecî Ehmed bikira. Ji hersê nevîyên wê, navê yekî Hemîdo bû. Temenê Hemîdo li dora þanzdehsalan bû. Yekî zeîf, lê bejindirêj bû. Kej û serçav bizîwan bû. Piþta wî piçekî xûz bû. Heta vî temenî, sol neketibû lingên wî. Binê lingên wî tevde qeliþîbûn. Mirov dikarîbû dewsa sitrîyên nav erdan, hertim di binê lingên wî de bidîta.

Nevîyê wê yê duyem, Behrîko bû. Behrîko heftsalî bû. Yekî qut î qalind bû. Ji ber rûyê wî û þiklê laþê wî, dirûvê pêhlewanan pê diket. Herkesî digot ku gava ew mezin bibe, ew ê bibe pêhlewan. Bi zarokên taxê re bi navê dileyizt û piþta giþan datanî erdê.

Di destpêka navê de, xar dibir wan û weha digot:

- Kerno, hûn ê derba xwe bibînin!

 

Gula sêzdehsalî jî dêlikeke temam bû. Bêyî ku guh bide rewþa malbata xwe, podre dikirî, ji jinên mamûran û ji vir de û wê de, rûj distend. Jinên mamûrên qezeyê yên giregir di van waran de, gelek alîkarî pê dikirin. Gulê tevî kincên xwe yên dawet û tevî dîlanan, rûj û podreya xwe, miroveke quncika êxur a netebût bû. Yeka tîtirmokî bû. Li qezeyê, herkes li ser wê dipeyivî. Di derheqê wê de, rojê tiþtekî nuh dihat gotin.

 

Birayê wê Hemîdo, ji ber vê rewþa Gulê, pir diqeherî. Ew di ber hev de dikuta!

Hemîdo hertim weha digot:

- Lê dêlikê, ez ê rojekê, te bikujim!

 

Xaltîka Seyroyê û hersê nevîyên xwe ji bo xizmeta mala Hecî Ehmed, kar li hevdu par ve kiribûn.

Hemîdo hesp tîmar dikirin, diçû ber dewar û mîhan. Carinan jî kerpîç dibirîn. Gava pêwîst ba, ji bo arvên, diçû êþ. Gundên herî nêzîk ku aþ lê hebûn, Hemoreþik û Elîmiþmiþ bûn. Li jora van gundan, gundên Xursê hebûn. Aþên ku herî baþ genim dihêrand li van gundan bûn. Tevî ku arvan gir dihat jî Hemîdo ji bo ku zêde nebetile, diçû aþên gundên nêzîk.

 

Jin, bûk û keçên Hecî Ehmed, Hemîdo dixist sintaqê.

Hemîdo dest bi sûndan dikir:

- Weleh, bileh, ez çûm aþê dûr, ez neçûm aþê nêzîk.

 

Pîrekan jê bawer nedikir û zor dida wî.

Wê gavê wî serî hildida û digot:

- Ma qey em feqîr bûn, em nebûn file û gawir?

 

Wî bi vî awayî dixwest xwe ji destên pîrekan xelas bike. Derî digirt û diçû. Pîrekan ev yek ji Hecî Ehmed re digot. Hecî Ehmed radihiþt darekî qalind û kuçe bi kuçe bera dû Hemîdo dida û bi dû wî de, çêrên negotî dikirin.

 

Karên Gulê ev bûn: Misînên mirovên ku nimêj dikir, dadigirtin, datanîn ber derîyê daþirê, secadeyên wan radixistin, firax diþuþtin û hwd.

 

Behrîko bi þev û roj di navbera mal û sûkê de diçû û dihat. Behrî tiþt miþtên wek çixare, hêþînayî, mêywe dikirîn. Çi karê bi vî rengî hebûn, wî dikir. Bi þev, odeya Hecî Ehmed a mêvanan ku fireh û dirêj bû, heta ber dev tije dibû.

- Behrî avê bîne! Behrî solan bîne! Behrî biçe wê derê, were vê derê!

 

Behrî di ber xwe de dikir vin vin û carinan bi hêrs eþkere weha  digot:

- Xwedêyo, xwezî ez nehatibama dinyayê! Ev çi hal e? Ev çi kar e?

 

Xaltîka Seyroyê hevîr dikir, li ber zarokên piçûk dima. Ji ber temen û tecrubeya xwe, di warê têkilîyên jin û mêran de, þîret li keçên ciwan û bûkan dikirin. Ji derveyî van karan, ji nebatên cur bi cur derman çêdikirin û ji bo jinên nezok li çareyan digerîya. Wê kinc jî diþuþtin û hevîr jî dibir tenûrê. Þuþtina kincan, dotina çêlek, mîh û bizinan, bi awayê palûte bi hevdu re dihatin kirin. Kinc herî pir li ber çem dihatin þuþtin.

 

Bi þev, bi awayekî jihaldeketî vedigerîyan quncika xwe ya êxur. Di nav hîre hîra hespan, orîna dewaran û terpe terpa wan de û li ber bêhna ters û rêxê, hemû di bin ronahîya qendîlê ya lerzokî de, diketin nav nivînekî û radizan.

 

 

Wergera ji tirkî:Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


                                                     

           
         

Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji La fontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî