Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                          

 

Xaltîka Fersê

 

Li Evdilîmama gundê Qiziltepeyê jinek hebû, navê wê Xaltîka Fersê bû. Xaltîka Fersê gelek kul û derd dîtibûn. Temenê wê, li dora pêncî û pênc-þêstsalî bû. Kerekî wê yê pîr û hûrik hebû. Ew li wî kerî siwar dibû û diçû qezayê û dihat. Porê xaltîka Fersê gewr bûbû, rûyê wê fireh û girover bû. Bejina wê ne kin û ne dirêj bû. Kulêmekên wê pahn bûbûn, nerînên wê yên bixurûr û nazdar hebûn. Hemû taybetîyên miroveke ku dinya dîtiye û kul bi serî de hatine, li ba wê hebûn.

Hema mirov dikare bibêje ku mixtarîya gundê Evdilîmamê ya fîîlî, wê dikir. Wê li ba mamûrên dewletê, karên feqîr û fiqareyên gundî dimeþandin. Hingî diçû qezayê û dihat û bi mamûrên qezayê yên giregir re têkilîyên  wê çêdibûn, fêrî tirkî jî bûbû.

Mamûrên ku dihatin gund, diçûn mala Xaltîka Fersê û xwarina wan ji mala mixtêr dihat. Xaltîka Fersê carinan dadgerîya silhê jî dikir. Gelek daweyên gundîyan, bêyî ku biçin dadgehê, bi saya aqil û tecrubeya vê jina jîr a dinyadîtî, çareser dibûn. Gelek navberkên qezayê ji vê aþtîxwazîya Xaltîka Fersê eciz dibûn û dixwest keleman biavêjin ber lingên wê. Ji bo ku Xaltîka Fersê ji wan re daweyan bîne, wekîlên daweyan ên li qezayê, sîmsarî teklîfî wê dikir. Xaltîka fersê pêþnîyarên weha, hertim red dikirin û dev ji wê rastîya ku ûjdanê wê emrî wê dikir, bernedida.

Li wê devera ku mirov ji bo ji xwe re kar peyda bikin, xelk li kuþtina hevdu dicixirandin û heta ji bo ku mirov hevdu bikujin, plan çêdikirin, hebûna miroveke xêrxwaz, ji terefî mirovên ku neheqî li wan dibû, wek hikmeteke Xwedê dihat dîtin.

Navê Xaltîka Fersê di sînorên qezayê de hilnehat û li qezayên dorhêlê jî belav bûbû. Mirovên ku neheqî li wan dibûn, ew wek qasideke Xwedê qebûl dikir. Yekî bi tenê ew pir baþ fahm kiribû. Navê wî, Azado bû. Azado etarîya malên tekelê dikir. Kerekî wî hebû, wek kerê Xaltîka Fersê hûrik bû. Ji bo firotina çixareyan û tiþt miþtên din, gund bi gund digerîya. Gundê ku ew herî pir diçûyê, Evdilîmam bû. Û mala ku herî pir lê dima, mala Xaltîka Fersê bû. Azado û Xaltîka Fersê, hema hema di eynî temenî de bûn. Ferqa di navbera wan de, bi tenê ew bû ku Xaltîka Fersê bi qilafet bû, lê Azado wek kerê xwe hûrik bû. Ev herdu fîlozofên gel, li ser rewþa þênîyên qezayê, bi rojan dipeyivîn û sîyaseta xwe ya hevbeþ tesbît dikir.

Xaltîka Fersê pîrekeke aksîyonê bû. Wê xwe dabû derd û daxwazên feqîr û fiqareyan û karên wan ên li ba mamûrên dewletê. Azado jî ji ber rewþa karê xwe, bêtir þîretkir bû. Gava gund bi gund digerîya, þîretên xwe dikirin û dixwest xelkê þiyar bike. Wî bi vî halê xwe, Sokrat dianî bîra mirovî. Lê çi heyf e ku tew ne xwendin û ne jî nivîsandina feqîrê Azado hebû. Qederê ji bo Azado pîyê xwe li ba dikir.

 

Rojekê, dîsa pêleke sirgûn û îskaneke bêqanûnî rabû. Ev sirgûn li ser bingehê giliyên muxbîran çêdibûn. Yekê ji van îxbaran serê Azado, serê wî rebenê tûtinfiroþê seyar jî xwar.

Ez dibêjim qey ew Azadoyê reben ê xeyal û bîranînên me yên zarokîyê, sirgûnî bajarê Yozgatê bû. Û ez dibêjim belkî ew zilamê ku li vê dinyayê qirþekekî wî jî tune bû, li wê derê mir.

 

Azado ne zilamekî lihev bû, tu jinan ew nekir. Çi qasî dixwest ku zarokekî wî hebe. Lê çênebû, mixabin nebû.

 

Hûn ê li goristana Birahîmîya gundê Doktor Yehya Beg, belasebeb li gora vî belengazê bêkes bigerin. Beþtên xanîkê wî yê kerpîçî, ji terefî gundîyên menfaetperest ve hatin derxistin û firotin. Dara akasyayê li hemberî xanîkê wî yê xerabe ye. Gulîyên wê di bin paçikênlêgirêdayî de, bi xemgînî dikin xuþe xuþ. Çi ji Birahîmîyê bin, çi jî ji gundên dorê bin, gundîyên di vê derê re derbas dibin, berê fatîheyekê dixwînin û dû re, ji bo rêza li hemberî bîranîna wî, ji devereke kincên xwe, tîþikekîjê dikin û bi gulîyên vê dara pîr ve girê didin.

 

Em vegerin ser Xaltîka Fersê. Navê mêrê wê Þabo bû û yê lawê wê îbo bû. Mêrê wê yekî bêkêr î tirsonek bû. Gava çav li cendirmeyekî diket, digot lingo bi qurbano, direvîya û her direvîya.

Îbo wek fêrisekî bû. Ew bi simbêlên xwe yên sor ên sosinî, bi tizbîya xwe ya karîbar û bi mêrxasîya xwe ve, diket xewnên keçên gund. “Xeftanê wî çitare bû. Tivinga wî balçîqî bû. Hespa wî erebî bû.” Ev gotin bûn ku ji ser zimanên keçan nediketin û misrayên destpêka strana ku li ser Îboyî dihat gotin.

Îbo rojekê karekî ji serê xwe mezintir kir. Wî keça Hecî Hesenê xwedîyê Evdilîmamê ya navîn, Zelîxaya wek heyvekê revand. Li wê derûdorê, yê ku Zelîxa nexwestibû, hema hema nemabû. Bavê wê cewaba herkesî dabû. Ew li benda birazîyê xwe Mûrêd bû ku mezin bibe.

Li van deverên me adet e; heta ku mirov destûra pismaman wernegire, ne mumkun e ku mirov dotmamê bide xerîban. Tevî ku xelkê bi deh hezaran lîre qelenê wê didan –tew destûra pismamê wê jî nehatiye wergirtin- jî bavê wê ew nedida wan, Îboyê rût çawa dikarîbû Zelîxaya xweþik birevanda?

 

Hecî Hesen berê got:

- Ez ê vî zilamê bênamûs bikujim.

 

Xelk ket navberê û Hecî Hesen dev ji kuþtina wî berda.

Îcar Hecî Hesen got:

- Lê bi Xwedê, ez ê wî têxim hefsê.

 

Û weha jî kir. Keçik ji Îboyî stend. Li Mûradê birazîyê xwe mahr kir.

Di pêvajoya çêbûna vê bûyerê de, Xaltîka Fersê nikarîbû bi karên xelkê ve mijûl bûbûya. Serpêhatîya lawê wê, Îboyê tikîtenê, ew bi temamî xistibû bin tesîra xwe. Her roja þemîyê, diçû zîyareta lawê xwe û silavên keçên cîran li delalîyê xwe dikirin. Lawê wê qet guh nedida van silavan.

Piþtî ku dibû êvar û her der ker dibû, wî dest bi stranên biþewat dikir û dixwest þevên reþ û tarî bi vî awayî derbas bike.

 

Yek ji wan stranên ku wî herî pir jê hez dikir, ev bû:

 

Lê kubarê

 

Konê bavê te mezin e

Ji nava konan wenda nabe

Qesra bavê te mezin e

Ji nava qesran wenda nabe

Sifra bavê te mezin e

Ji aliyê odê qet ranabe

Kubarê bira Xwedê hasil

Neke miradê bêdil

Hêlîna xwe çêneke

 

Li bîstanê bêgul

Kubarê vê sibekê

Ez ê bimirim tu sebeb î

Tirba min çêke li hewþa

Kûçikê bavê xwe bî

Sibê zû rabe misînê

Destmêjê tije bike

Bê mirîyo hezar

Rahmet li gora te be

                      

Wergera ji tirkî:Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


                                                     

           
         

Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji La fontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî