Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                    Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                          

                          Siwaro                                                           


Li gundê Dêrikê, li Bedrasê keçeke ciwan û xweþik hebû ku navê wê Fatê bû. Fatê bi naz, bi bejin û bal û navzirav bû. Bavê Fatê dewlemendtirînê gund bû. Ji nêçîrê pir hez dikir. Mihîneke wî ya kihêl, tivîngeke wî ya mawzer û tajîyekî wî yê nêr hebûn. Navê tajîyê wî þevgêr bû.

Êvaran, odeya bavê Fatê heta ber dev tije dibû. Di nav kesên ku dihatin odeyê de, tembûrvan û ribabjen jî hebûn. Heta derengê þevê, li tembûr û ribabê dihat xistin. Gava ew radiwestiyan, di nav re çîrok dihatin gotin. Piþtî ku herkes belav dibû, Ferhan Axa radiza. Bi berbangê re, gava dîkan azan dida, radibû ser xwe. Serçavê xwe diþuþt. Çefîya xwe ya hemayî diavêt ser serê xwe, rextê xwe yê çarperçe diavêt piþta xwe, qundereya xwe ya hesîçanî dikir lingên xwe û eba xwe ya qermanî diavêt ser milên xwe.

Xulamê Axê, Biþarê Sadiq mihîna Ferhan Axa dixemiland. Mihîna Axê beþ bû. Wexta Axa siwar dibû, du tembûrvanên wî bi tengala wî diketin. Çaxa Axê lingên xwe li zikê mihîna beþ dixistin, mihîn dibû terez.

Heta ku Axa û pêgirtîyên xwe dihatin cîhê nêçîrê, tembûr û sitranan her dewam dikir. Nêçîra Axê bi sê awayan bû: “Nêçîra betan”, “nêçîra kewê gozel” û “nêçîra kîrgo û xezalan”.

Em ê nuha bên ser meseleya Fatê. Heçî Fatê bû, ji Simaîlê Eyo pir hez dikir, bi ser wî de dimir. Xewn û xeyalên wê giþ bûbûn Simaîlê Eyo. Ne Xwedê heye, Simaîlê Eyo jî hêjayî hezkirinê bû. Hemû mezîyetên mêrekî di xwe de civandibûn. Merd bû, mêr bû, ji tu tiþtî neditirsîya. Zilamekî bibejin û bal bû. Simaîlê Eyo zewicîbû û zarokekî wî yê dehsalî jî hebû. Jina wî, Îda jî ji alîyê xweþikbûnê ve ne xerab bû. Lê heçî dil e, li tu tiþtî guhdarîyê nake. Herduyan jî bi bengînî ji hevdu hez dikir. Bavê Îdayê li gundê Qiziltepeyê (navê wê yê kevin Tilermen û yê nuha Yeþilova ye), li Diêmê rûdiniþt. Peyva wî pere dikir. Yanî, tu tiþtekî bavê Îdayê ji yê Ferhan Axa ne kêmtir bû. Navê bavê Îdayê Xelef bû. Xelef derdê keça xwe fahm dikir û dixwest wê bibe ba xwe. Îdayê her carê daxwaza bavê xwe bi nezaket red dikir.

Li ser vê yekê, bavê wê bi hêrs weha digot:

- Qîza xenzîran, heqê te ye, bila te bikuje. Ez êdî li ser vê meseleyê nasekinim. Tu çer dikî bikî. Ez tê de xeber nadim. Ma qey êdî fedî ji nav dinyayê hilat! Te ez rezîl kirim…

Simaîlê Eyo lawê malbateke feqîr bû. Ez nizanim, ma qey hemû kesên mêrxas û çeleng ji nav feqîran derdikevin, çi ye? Simaîlê Eyo jî weha mîna Koroglî li herêma xwe nav dabû. Çi feqîr, çi dewlemend hemû keç ji bo ku wî bibînin li firsetan digerîyan. Lê dilê Simaîlê Eyo bi heft dilan ketibû Fatê. Çavên wî nema tu kes didît.

Li gundê Bedrasê, li binîya gir, çemekî piçûk hebû. Tevî ku mala bavê Fatê tije navmalîyên jin û mêr bû jî sebeb çi bû ez nizanim, lê wê dixwest ew bi xwe biçe avê.

 

Wê demokrasî bi zanebûn istismar dikir û li hember dê û bavê xwe, ji xwe re hincet peyda dikirin û weha digot:

- Ma qey Rebilalemîn em giþ wek hev neanîne dinyayê, li ber nezera Heqteala insan giþ ne wek hev in? Çi ferqa me ji feqîran heye?

 

Wexta Fatê dê biçûya ser çem av bianîya, xwe dixemiland. Kilê xwe ji kildên derdixist. Mirêk û mûçink dianîn. Kirasê xwe yê çitare û hûçikdirêj ji buxçikê derdixist. Xeftanê xwe yê dawetê dianî ber xwe. Kincên xwe diguherî û dest bi xemlê dikir. Zêr û kejî diavêtin enîya xwe. Xizêm dixist qulika bêvila xwe. Çavên xwe kil dikirin. Bi mûçinkê mûyên ruyê xwe radikirin. Li bir û mijankan hemî mêze dikir. Þimika xwe ya delal dikir lingên xwe. Bi vî hawî kê li wê binerîya, dê bigota qey dihere dawet û dîlanê. Xelkê Bedrasê li hawê vê qîza bieþq û bixemil ecêbmayî diman. Bi dû vê xemlê re, radihiþt kûzê avê û diavêt ser milê xwe. Xelkê Bedrasê hertim û herroj dûrik û çîrokên li ser wê digotin. Vê keçika bieþq û nalîn guh nedida qalûqulên tu kesî. Bê fedî û bê ar, bi vî halî rojê sê caran xwe dixemiland û diçû avê.

Wexta ku xelkê jê re digot, bi vî awayî kes naçe ser avê, wê li wan vedigerand û digot:

- Ez qîza Axê mim. Dijminê me min bi libasê kevin bibînin, þerefa bavê min Ferhan axa dê biþikê.

Pîrekên ku bi nav salan de çûbûn, li ser vê bersivê serên xwe kil dikirin û di ber xwe de bi dizî dikenîyan… Welhasil karekî tewr bi tewr bû.

Li hinda çemê li pêþîya gir, erdek hebû. Li gundê Bedrasê, ji derveyî vî erdî tu tiþtekî Simaîlê Eyo tune bû. Gundîyan ji vî erdî re digot: “Çewlîka Simaîlê Eyo”. Dem Havîn bû û wexta paleyê bû. Simaîlê Eyo genimê xwe bi xwe diçinî. Ka em piçekî behsa rewþa Simaîlê Eyo ya li ser erd bikin: Simaîlê Eyo ji xwe re konikek li ser erd vegirtibû. Cewdikekî wî yê avê hebû. Him paleyî dikir, him jî çavên wî li rîya Fatê dibûn qurux. Berê, genimê vî erdkî pir zû diçinî. Lê piþtî ku eþqa wî bi ser Fatê de fûrîyabû, paleyî pir dereng dikir, kar ji ber wî nediçû, çinîn qet nediqedîya. Xelkê gund li wî ecêbmayî diman. Gundîyan berîya vê eþqê, karê Simaîlê Eyo pir dipesinand. Nuha, çi bi wî merivê qenc hatibû? Bi dû re wan fahm kir ku dilê wî ketîye Fatê. Lêbelê gundîyan pir jê hez dikir û li qusûra wî nedinerî… Destê wî li ser dasê û çavên wî li rêya Fatê bûn. Carinan te digot qey bi destan dipeyive. Di ber xwe de dipeyivî û kilam digot.

 

Kilama wî pirî caran ev bû:

 

Lo lo Xelef lo lo Xelef

Xelef siwar bû, min bawer nekir

Edûla Elî li paþ xwe kir

Xwe di Dêþîya jorîn de wer kir.

 

Carinan di nêvîyê sitranê de, dinerî ku way Fatê tê. Wê çaxê dev ji sitranê berdida û ber bi wê ve diçû. Ji bo ku tu kes wan nebîne, herduyan jî dilezand û li dora xwe dinerî. Fatê li alîyekî çem dima û Simaîlê Eyo jî li alîyê din dima.  Car carinan, Fatê xwe nedigirt û dest bi dûrikan dikir. Çend peyvên dûrika wê di bîra min de manin.

Bi texmînî gotinên wanî bûn:

 

Were delal were delal delal

Were mala me bi mêvanî

Þujdê dîne ba Xwedê kî

Bê Xwedo ya Rebî tê

Min bi zavayê vê malê kî

 

Vê evînê tam pênc salan dewam kir. Kê Fatê dixwest, Fatê ew qebûl nedikir. Tevî ku dê û bavê wê pir zor didayê jî wê qet dev jê bernedida û her di ber xwe de dida. Îdaya jina Simaîlê Eyo jî wek li jorê jî hatibû gotin, daxwaza bavê xwe ya ku digot; “Were ez te ji mêre te bidim berdan” bi eynî serhiþkîyê red dikir. Ji mêrê xwe hez dikir û ji ber ku jina mêrekî weha bû dipesinî. Heta zemanek hat, ew û Fatê bûn hevalên hevdu jî. Lê lawê wê yê ku bûbû panzdehsalî, ev rewþ pir bi xwe tahde dianî. Gava hê zarok bû, ji dêya xwe re digot ku ger ez mezin bibim, ez ê heyfa te hilînim. Nuha, êdî xwe mezin didît.

Digot:

- Ez tiþtekî nakim, lê ez ê bi tenê wî biþînim eskerîyê.

 

Bavê wî bi salan firarê eskerîyê bû. Tevî gelek têhildanan jî þuxlê xwe li hev dianî.

Lê Ekremê lawê wî  digot:

- Ileh, ez ê wî biþînim.

 

Asoxî jî bi ser ket. Di nav dê û lêw de têkoþîneke dijwar dest pê kir. Ji ber ku lawê wê di bavê xwe de hildabû û bûbû sebeba çûna wî ya eskerîyê, wê nikarîbû ew efû bikira. Roja ku Simaîlê Eyo dê biçûya eskerîyê, sitranek li nav gundê Bedrasê belav bû. Fatêya bikul û derd û ya li ser hiþê xwe, ev sitran bi wê xeyala xwe çêkiribû ku evînê ew bi awayekî ecêb fireh kiribû.

 

Sitran weha bû:

 

Erê lo lo siwaro lo lo siwaro

Erê lo lo siwaro ne lezînî min bi xwe gînî

Em ê li Dêrikê li têlê xin

Em ê li Qiziltepê mohrê bînin li mezbetê xin

Em ê çawa sala îsal Payiza paþîn

Simaîlê Eyo bibin ber tirênê ber fargonê

Erê wey lo siwaro wey lo siwaro

Siwaro ne lezînî min bi xwe gînî

Dîkê sibê li me xulxuland

Min xam ribeka siwarê xwe xemiland

Gava siwarê min derket xerîbîyê

Min bi sê dengên erebî lê nihurand

Roka me derketî ji alîyê qibletê

Min þewq û þemala xwe da Qiziltepê qesra hikûmetê

Em  dinerin van yuzbaþîyan van bînbaþîyan

Derketine vê talîmê vê hezirolê

Em ê herin Sêrtê, Sêrt mezin e, wîlayet e

Em ê rica bavê lêwik bikin ji qoce dewletê

Ji meclîsa hikûmetê

Erê wey lo siwaro min bi xwe gînî

Wey lo siwaro ne lezînî.

 

 

Wergera ji tirkî: Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


                                                     

           
         

Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji Lafontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî