Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                                                                             

 

Qedrî Cemîl Paþa, di kitêba bi nave Doza Kurdistanê de qala meseleya Xoybûnê, Îsyana Agiriyê û mintqeya Mêrdînê bi vî awayî dike.

 

Merkeza Xoybûnê li ser êrîþên tirkan ku li mintîqeya Agiriyê kiribûn, biryarê dide ku di 3-4 Tebaxa 1930î de, ji bona kurdan ji qatlîama tirkan xelas bike, dest bi plana þoreþekê dike. Ev bizav dê ji Baþûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibbûya û li mintîqeyeke ku ji þeþ fermandariyan pêk dihat, dê dest pê bikiraya.

 

“Li ser vê biryarê teþkîlata Xoybûnê ku li baþûrî bû, li þeþ fermandariyan hate teqsîm kirin û divyabû hereketeke tahrûzê bihata dest pê kirin. Seheya vê hereketê dê ji hidûdên Iraqê heta bi Bakurê Rojhilatê bida ber xwe ku ew hidûd xwe digîhînin heta bi Cerablûsê.Yekîneyên ku girêdayî Ekrem Cemîl Paþayî bûn derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Ez bi wan re li cepheya wîlayeta Mêrdînê bûm ku seheya wê heta bi navenda navçeya Dêrikê bû. Biryar hatibû dayin ku dê di 3-4 Tebaxê de dest pê bikiraya; divyabû min ya bi rêya xeberþandinê û ya jî rûbirû, bi hevalên li bakurê vê cepheyê bûn û ew girêdayî Xoybûnê bûn re têkilî daniyaya û me li ser þeklê bicîhanîna vê biryarê tedarekên xwe bikirana. Ji van hevalan, Mahmûdê Elîþêr Axa ku dê paþê ji terefê tirkan ve bihata daliqandin, bi dizîka hat ba min û em di derheqê tiþtên ku divyabû di esnaya destpêkirina herehetê de bihatana kirin de peyivîn û ew bi þûn de çû. Biryar, bi rêyeke ewle ji Sadê Hemê Gaso Axayê meþkînî jî re hata þandin û li ser bicîhanîna biryarê hate li hev kirin. Li ser xeberdayina meseleyê, Îlyas Efendiyê kurê Hecî Osmanê Reþoyê dêrikî ku yek ji wan eþrafên Dêrikê ye û ew welatperwerekî bi qîmet e, derhal beþdarî tertîbkirina hereketê bû. Lê mixabin, plana ku li ser muwafaqat û qaweta van hevalan hate tanzîmkirin, bi cîh nehat. Þeva 3-4 tebaxê ku me dê dest bi hereketê bikiraya, li gorî ku me li hev kiribû, divyabû me hevdu li Diyarê Bênderan bidîta ku ew bi qasî þeþ kîlometreyan dûrî Mêrdînê ye. Gava em gîhaþtin cîhê hevdîtinê, bi tenê du qasid hazir bûn ku yek ji terefê Sadê Hemê û yê din jî ji terefê Mahmûdê Elîþêr ve hatibû þandin. Li gorî ku me berê li hev kiribû, berî ku em bighaþtanaya Diyarê Binderan, divyabû wan dora Mêrdînê girtibûya û hemû tikiliyên bajêr yên bi rêya telefon û telgiraf û têlan birrîbûna û me jî li dû wan êrîþî bajêr bikiraya.

Feqet di xebera ku bi qasidan re hatibû þandin de, tersê wê dihate gotin. Teva ku wan ew biryara me dizanîbû jî dihat gotin ku divê berê em bi xwe dora bajêr bigrin û ew û hêzên xwe li dû me bên. Li ser vê meseleyê me dev ji hucûmkirina Mêrdînê berda û me teva wê hêza xwe ya -bi rastî jî- piçûk, berê xwe da Çiyayê Mazî. Merivên Mahmûdê Elîþêr digot, ji ber ku haya wan ji vê hereketê tune ye û bi wan nehatiyê þêwirandin, nexwest beþdarî vê îsyanê bibin. Teva ku Sadê Hemê Gasoyî bi qismek hêzên xwe beþdarî me bûn jî, ji ber ku xursî beþdarî hereketê nebûbûn, ew jî dilsar bûn. Li gel vê jî ew mêldarê hereketeke weha bû. Li wê orteyê bi tenê terefdarên civata Îlyas Efendî diman. Piþtî ku ew çav li rewþa yên dinê diketin, wan jî nîþan neda ku ew daxwaza hereketeke bi hiraret dikin.

Em çend rojan bi hêviya ku dikare îmkanên hereketkirinekê çibibe, li çiyayan geriyan, lê paþê em mecbûr man ku vegerin navenda xwe. Fermandarên dinê (Haco Axa û Celadet Bedirxan) bi hevalên xwe re ber bi çiyayê Hevêka ve çûbûn ku ew di îstiqameta hereketa wan de bû. Ji ber ku merivên Haco Axayî li hemberî wî mixalefet kiribû, ew jî muwafaq nebûbû ku tiþtekî bikin, loma jî bi þûn de vegeriyan. Mahmûd Begê fermandarê mintîqeya çaran û serokê eþîra Milan û Bozan Begê ku reîsê duduyan yê mintîqeya Îbrahîm Paþayî bû jî teva ew qas sozên ku hatibûn dayin jî ji cîhê xwe tev neliviyan. Bi tenê mufrezeyeke ku ji terefê Bozan Begê ve hatibû þandin, girt ser qereqoleke ku li navçeya Surucê bû…”

 

Wergera ji tirkî: Enwer Karahan 

                               

                

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan