Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                        


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

                                       

 

 

 

 

     

     

                                                                                                                   

Parastina Edîp Karahan ya dosyaya daweya DDKOyê

 

Protokolên mahkemeyê, sahîfe 323

Serokê mahkemeyê: Ömer Atakan

Hakimê celseyê: Hamdi Sevinç

Hakimê endam: Önder Ayhan

Dozgerê eskerî: Vural Özenirler

Tarîxa celseyê:

Sûcdarkirî Edîp Karahan: ”Min parastina xwe bi nivîskî  hazir kir. Di meseleya parastina lêzêdekirî de, ez nizanim ez ê li gora kîjan madeyê bêm sûcdarkirin. Ji ber ku ez nizanim, ez ji ber kîjan sûcan têm tewanbarkirin, ez nikarim bi awayekî tekûz parastina xwe bikim.”

 

Parastina wî ya nivîskî ku ji 12 rûpelan pêk tê û tarîxa wê 11.9.1972 ye, hat wergirtin, hate qeyd kirin û kete dosyeya wî.

 

 

 

Parastin

 

Serok û nûnerên brêz;

 

Wexta tirk ji Asyayê ber bi Anadoliyê ve hatin, kurd û ermenî li cîhê ku niha navê wê Anadoliya Rojhilat e, dijiyan. Beþekî Rojhilatê bi navê Kurdistanê û beþê din jî bi navê Ermenîstanê dihat bi nav kirin. Li Rojavayê Anadoliyê jî rûm, yanî yûnanî hebûn. Di wê gavê de li Rojhilata Navîn, li Bakurê Ewrûpayê û Efrîka Bakurî jî Împaratoriya Romaya Rojhilatî li ser hikumî bû. Împaratoriya Romaya Rojhilatî di wê gavê de Kurdistan û Ermenîstan jî îþxal û îlhaq kiribûn. Gava tirkan ji Asyayê derst bi êrîþên ber bi Anadoliyê ve kirin û di gava pêþî de ku pê li axa Rojavayê kir û pê ve, ji xwe re mutefîkên herî nêzîkî xwe, birayên musilman, yanî kurd hilbijartin. Kurdên ku li ber her bayekî hovane diketin, mina bawermendên (mumînên)îslamê yên herî sadiq, bi tirkan re bûn yek û li hemberî Bîzansê dest bi þerî kir û bi ser ketin. Erdên Bîzansê ji serî het binî ji terefê vî qewmî ve hate bi dest xistin. Erdên îslamê û yên ereban jî hat bi dest xistin û împaratoriya Osmanî-Îslam hate ava kirin. Li ser axa vê împaratoriyê gelek kesên ku bi qewm, ol û nijadên dinê ve girêdayî bûn dijiyan. Bi vî awayî kurdan û tirkan destên xwe dan hevdu û bi saya vê hevkariyê deriyên Anadoliyê hate vekirin. Þerê (mûharebeya) Meydana Malazgîrtê û gelek þerên dinê hatin qezenç kirin. Yek ji wan þeran heye ku bi kêmanî, qandî yê Malazgîrtê û belkî ji wî girîntir be jî ku dostayiya kurdan û tirkan zeximtir kiriye, ew jî Þerê Çaldiranê ye. Di vî þerî de dostaya kurdan û tirkan gihaþtiye merheleya herî bilind û ew bûye sedem ku ordiyên Îranê teva textê Þah Îsmeîlî ji hev dêrdixanî bibe. Kurdan, di dema îhsan (dema bexþandinê) de ku yek ji wan demên Împaratoriya Osmanî ya herî xurt e (atifet)ku bi riza dilê xwe soz dan dewletên Ewrûpa yên feodal ku dê navê wê paþê bibûya dema Kapîtulasyonê, ew jî mina gelek bertîlên dinê, bi alîkariya alimê kurd Îdrêsê Bîtlîsî jî hin peymanên hiqûqî pêk anin û bi kêfxweþî mayina di bin hîmayeya tirkan de qebûl kir. Kurdên Dêrsimê û derûdora wê ne di nav van peymanan de ne…

 

Gava Dewleta Feodal ya Împaratoriya Osmanî bi lez di sîstema feodalîzmê de bi pêþ diket, dewletên feodal yên Ewrûpayê bi israr û bi înad li deriyê kapîtalîzmê dixist. Nîhayet gava kapîtalîzma bipêþdeketî (tekamulcî)ya îngîlîzan derket sahneya dinyayê, kapîtalîzma îhtilalkar ya Fransî ket wê taya ku dê dinya bihejandaya. Gava ku Împaratoriya Osmanî di çaxa feodalîzmê ya dawî de bû, civata ewrûpî avakirina dema kapîtalîzmê ya destpêkê safî kiribû. Qedera Împaratoriya Osmanî temam bûbû. Ew ber bi hilweþandinê ve diçû û civatên Ewrûpayê jî dest bi avakirina reng û þeklê civateke nuh kir. Di destpêkê de, têkçûyina Împaratoriya Osmanî di warê eskerî de rû da. Her çi qasî mirov girîngiyê bide hêlên eskerî jî ev hêl, hêla ku herî zû kêmaniyên wê civatê yên zeîf derdixe meydanê ye. Ji hêla aborî ve, ji bona ku kêmaniyên di vî warî de bên fahm kirin, him wext û him jî pisporî jê re divê. Gelek tedbîrên ji bona têkneçûyina warê eskerî hatin sitendin. Dibistanên eskerî hatin ava kirin û pisiporên ku ji Ewrûpayê hatin anîn derbasî serê karî bûn; makîne û malzemeyên eskerî ji modela Ewrûpayê hatin ava kirin. Feqet vê tedbîrê netîceyeke zêde neda. Di vê navberê de rewþenbîrên osmanî dest pê kirin ku divê modela dezgehên siyasî û polîtîk mîna yên ewrûpî bin. Di nav wan de yên herî girîng, Namik Kemal, Þînasî, Ziya Paþa û Ali Suarî, nin. Bi vî awayî derbasî dema reformê (islahatê) dibû. Ji tevahiya van reforman re Tanzîmat tê gotin. Ev reformên hanê ji dema padîþahên bipêþde pêk tên ku navê wan Mustafayê 4an, Selîmê 3yan û Mahmudê 2yan in. Tê zanîn ku Mustafayê 4an ji ber vê raperîna projeya pêþverû li zindanên Yedikuleyê hat daliqandin. Selimê 3yan jî berat kir. Feqet Mahmudê 2yan ji van tercubeyan îstifade kir û tedbîrên xwe li gora wê sitendin. Di sala 1846an de Ocaxa Yenîçeryê (Yeniçeri ocaðý) rakir û ber bi tanzîmkirina ordiyeke nuh ve çû ku tê zanîn ji vê bûyerê re (bûyerên xêrxwaziyê) “Vaka-i hayriye” dihate gotin. Piþtî ku ji vana tu netîceyeke zêde derneket, weke min li jorî got, dest bi hin reformên siyasî û giþtî(umûmî) kir. Me temsîlkarên reformên siyasî û hiqûqî yên di warê edebiyatê de li jorî jimartin. Temsîlkarên van roforman yên di warê polîtîk û îdarî de jî Koca Mustafa Paþa, Mîthat Paþa, Alî û Fuat Paþa nin. Sadirazam Koca Mustafa Paþayî li baxçeyê Gulhaneyê di hizûra bijarteyên Ewrûpayê de xwend. Sal 1938. (Ev tarîx divê 1838 be. Enwer Karahan) Dû re Fermana Reformê (Islahat Fermaný) hate xwendin. Ev kirinên hiqûqî yên yekalî bûn. Piþtî ku vê yaka hanê jî netîce neda îcar dest bi derbasbûna dema reformên dualî bû. Bi zordayina esker û brokratan di pêþengiya Mîthat Paþayî de qanûna bingehîn hate ava kirin û paþê jî îlana Meþrûtiyetê hate kirin (1876). Tê zanîn ku Mîthat Paþa bi teþwîq û piþtgiriya paþverûyan kete zindanê û di wir de hate fetisandin. Gava ev reformna dihate kirin li hêla din jî di Împaratoriya Osmanî de gelek bûyerên poîtîk rû didan. Pêþî ji yûnaniyan dest pê kir û gûrûpên xiristiyan dest bi þerê serxwebûnê kir û piþtî çend pêlan, wan serxwebûna xwe bi dest xist. A. Hemîdî bi bahaneya þerê 93yan Meclîsa Mebûsan ya osmaniyan belav kir û Hakimyeta Mûtleq îlan kir. Ev yeka hanê bû serkeftineke feodalîzm, paþverû û kevneperestiyê. Feqet þerê eskerî, sivîl û brokratên ronakbîr yên osmaniyan neqediya, lê di vê navberê de Tibîyeya Eskerî rolek weha list ku bi rastî jî li bejna wê dihat. Di hundirê bunyeya Tibîyeya Eskerî de komeleyeke siyasî hate ava kirin ku navê wê komeleya Îttihat û Terakkî bû… 

 

Li vê derê jî kurd derdikevin sahneyê û ne bi tenê di warê eskerî de, her weha di warê polîtîk de jî roleke mezin dilîzin. Kurdên ku di sîstema feodalizma Osmanî de roleke bingehîn teþkîl kiribû, gava dema feodalîzmê derbas dibe û þeklê civateke nuh, yanî gava kapîtalîzim derdikeve piyaseyê, (mina ku min li jorî diyar kiribû, kurd dibin parêzgerê her pêla kevneperestiyê) vê carê jî ji bona di Împaratoriya Osmanî de kapîtalîzm bi cîh bibe, dibin pêþengên avakirina herî sereke. Du endamên Îttihat-Terakkiyê yên herî girîng kurd bûn: Yek jê Îbrahîmê Temmo û yê din jî Abdullah Cevdet bû. Ev herdu þexsiyet, him teorîsiyen û him jî pratîsiyen bûn. Welhasil di sala 1908an de Meþrûtiyeta duduyan hate îlan kirin. Lê dîsa jî bûyer li dû bûyerê qewimîn. Trablusgarp (1911) û þerê Balkanê (1912), bi têkçûyina Împaratoriya Osmanî bidawî hatin. Di wê demê de hemû civatên xiristiyanan sexwebûna xwe bi dest xist û ji Împaratoriya Osmanî veqetiyan. Êdî dema civatên îslamê bû ku ji Împaratoriya Osmanî veqetiyana. Erdên ereban ji hêla petrolê ve dewlemendiyeke mezin bû. Piþtî cixirandina dewletên ewrûpî jî ku kula wan a berê tev rakiribû, civatên ereban ala îsyanê rakir. Di van îsyanan de helwêsta Celal Paþa ya li hemberî erebperweriyê ya çewt jî roleke mezin lîstiye. Nihayet, li Erebîstana Siûdî bi pêþengiya wehabiyan û Saît Paþa, þer gûr bû. Partiya Huriyet û Îtilafê û Prens Sebahattînî ji bona împaratorî perçe nebe, gelek pêþniyar kirin. Prens Sebahattînî prensîpên “Ademî merkeziyet û Teþebbus-i þahsî” bi pêþ de dan. Nasyonalîstên Îttihat-Terakkiyê li hemberî van nêrînên hanê nerehetiyeke mezin nîþan da. Tê zanîn ku civata Împaratoriya Osmanî civateke ometa feodaliyê bû. Weke tê zanîn di vir de cîhê netweperestiyê, yanî cîhê felsefeya siyasî ya kapîtalîzmê tune ye. Herdu li dijî hev in. Endamên Cemiyeta Îttihat-Terakkiyê dixwest ku van herdu fikrên cûda bîne ba hev, lê nemimkuniya wê li ortê bû. Di vê navberê de, weke her gav hêzên biyanî derketin sehaneyê. Îngîlîz û firansiyan piþtgiriya Partiya Yekîtî û Azadiyê kir û almanan jî ya Partiya Îttihat û Terakkiyê kir. Almanan di vê navberê de fikra Pan-Turkîzm û Pan-Îslamîzmê avêt ortê. Armanca Pan-Turkîzmê ew bû ku tirkên li Rûsyayê li hemberî Rûsyaya Çar bicixirîne û ya Pan-Îslamîzmê jî ew bû ku îslamîstan li hemberî hakîmiyeta îngîlîz û firansiyan gûr bike. Di dîroka emperyalîzmê de endustriya almanan li dû ya firansiz û îngîlîzan bi pêþ de çûye. Heta wê demê hemû piyase di destê kapîtalîzma fransî û îngîlîzî de bû. Kapîtalîzma almanî, îtalî û japonî bi þûn de mabûn. Lê her çi dibû bila bibûya, divyabû ku piyaseya bazara Împaratoriya Osmanî di destê almanan keta. Înþeeta xeta tirinê ya Heyderpaþa-Bexdatê yek ji wan fikrên destpêkê ye. Enwer Paþayî li Almanyayê tahsîl kiribû. Ji ber dujminatiya Almaniya û Rûsiyaya Çarî ya ji kavin de, me teva almanan xwe di nav þerê cîhanê yê yekê de dît û ji ber ku ew zir ecêba împaratoriyê hatibû mazatkirin, dawî li dîroka jiyana wê hatibû. Diviyabû bimira û mir. Împaratorî ji vê gavê û pê ve jî bû cihê Duyunu Umumiyê (Deyhnên umûmî) ku ewdaxwaza her kesî ye. Piþtî ku Rauf Paþayî Peymana Mondrosê îmze kir, vêca dest bi civînên peymana Sewrê kir. Feqet peymana Sewrê tu carî ne xwedî wasifên peymaneke hiqûqî ye.Bi axaftinên polîtîkjîndariya xwe ji dest berdaye. Madeyên 61, 62, û 63yan yên Peymana Sewrê bi kurdan re eleqeder in.

 

Gava gelên xiristyan û yên îsalamê yek bi yek li hemberî Împaratoriya Osmanî serî hildida, jê vediqetiyan, weke her carê ku min li jorî qal kiribû, kurdan dîsa jî li hemberî pêl û êrîþên nuh, sedeqeta xwe ya li hemberî birayên xwe yên tirk careke din jî nîþan da û bi hevkarî û piþtgiriyeke biþewq û heyecan dest bi avakirina bingeha Cumhûriyeta Tirkiyeyê kir. Gava hemû dinyayê û di vê navberê de Yûnanîstana ku piyona emperyalîzma dinyayê li hemberî welatê bavûkalan yê kurd û tirkan bi dujminayî ji Îzmîrê dest bi dakirkirina li hemberî Anadoliyê kir, kurdan û tirkan bêyî ku li ber bayê cixirandina biyaniyan kevin, wan gav bi gav axa Anadoliyê parast. Weke ku min li jorî jî gotibû, kurd û ermenî her gav di nav hev de û mîna cîranan bi hev re jiyane, lê her gav jî li dijî hevdu bûn. Siltan Hemîd û Ataturkî, herduyan jî ji vê yeka hanê îstifade kirine.

 

Di tekoþîna parastina neteweyî ya Anadoliyê de, serkeftinên ku mijara çîrokan in di cepheya Rojavayê de li hemberî yûnaniyan û di cepheya Rojhilatê de jî li hemberî ermeniyan hatine bi dest xistin. Dema ku yûnaniyan ji cepheya Rojhilatê dest bi êrîþan kiribû, ermenî jî ji hêla Rojhilatê ve ketibûn hereketê. Di vê nevberê de, di nav gelên kurd û tirk yên Anadoliyê de hin livandinên li hemberî dagirkirinên biyaniyan dest pê kiribû û hin komeleyên siyasî hatin ava kirin. Di nav vana de ya herî girîng Rêxistina Mudafeya Hiqûqa Wîlayetên Rojhilatê ye ku ew li dijî ermeniyan hate ava kirin…

 

Nîhayet ku Mistefa Kemal ji terefê Padîþahî ve hate wazîfedarkirin da here Anadoliyê û Tevgere Yunaniyan ya Bahra Reþ (Pontoscuyên Bahrareþ) têk bibe. Di þandina Mistefa Kemalî ya ji terefê Padîþahî ve rola kumandaniya îngîlîz û firansizan heye û ev rola hanê ne piçûk e. Ji ber ku di dest pêkê de Pontoscuyên Bahrareþ di xeta îngîlîz û firansizyan de bû û piþtî destpêkirina Þoreþa Bolþewîkê ku Pontoscuyên Bahrareþ ket xeta bolþewîkan, îngîlîz û firansizan ji ber vê sedemê pêþtgiriya xwe bi þûn de kiþand û bi vêya jî nehatin ser wan hewil da ku vê hereketê bisekinîne û wê bêdeng bike. Li ser vê yeka hanê Mistefa Kemal çû Bahra Reþ. Bi çûyina Mistefa Kemalî re, ew dibîne ku di navbera gelan de germbûnek çê dibe, ew jî hîna bêtir giraniya xwe bera ser Hêzên Gel dide. Pir eþkere ye ku kêfa îngîlîz û firansizan dê ji vê yeka hanê re neyê. Feqet her ku Mistefa Kemal têkiliyan bi eþrafan re datîne, ew bi vêya re hîn zûtir qaweta hereketa neteweyî fahm dike. Û bi vê yekê re ew ji generaliya Padîþahî bi dûr dikeve û xwe nêzîkî xelkê dike. Nîþana vêya ya pêþîn jî Beyenameya Amasyayê ye ku ew li wir hewil dide da yekîtiya kurdan û tirkan pêk bîne. Mistefa Kemal ji wir dihere Sêwazê û ji wir jî dihere Erziromê. Lîstikên Alî Kemalê ku waliyê Elezîzê ye (Mamuretul Azîze) vala derdikevin. Ev waliyê ku zilamê sarayê ye li hemberî nerehetiya xelkê xeyalþikesîtî dibe û ev dibe sebeb ku Mistefa Kemal Kongreya Erziromê kom bike û ew hîna bêtir nêzîkî xelkê bibe. Li vê derê prensîpa rizgarkirina Anadoliyê ya axa kurd û tirkan tê qebûl kirin û li ser vê yeka hanê li Sêwazê, Cepheya Muþterek ya Anadoliya Rojhilatê tê ava kirin. Bi vî awayî Hereketa Neteweyî (Hereketa kurd û tirkan) yekîtiyek hempar bi dest dixist û ber bi avakirina hêzeke eskerî ve diçû. Mistefa Kemal di 23yê nîsana 1920an de teva heyeteke temsîlê tê Enqereyê û ji heyeta ku ji Sêwazê hatibû Enqereyê û ji wan kesên ku karîbûn ji Meclîsa Mebûsên Stenbûlê beþdar bibin, cara yekê Meclîsa Miletê Mezin ya Tirkiyeyê ava dike. Cemalettîn Arifê ku erziromî ye, li gel Ataturk li ser hukmî ye û ew dibe wekîlê serokê Meclîsa Miletê Mezin ya Tirkiyeyê yê yekê. Hemû mezinên kurdan piþtgiriya Cemalettîn Arifî dike û bi vî awayî koalîsyona tirk-kurd ava dibe. Divê mirov di vê navberê de Ferîdûn Fikrî Duþusel jî ji bîr neke ku ew yek ji wan kesên xwedî roleke dîrokî ye ku terefdarê yekîtiya kurdan û tirkan e…

 

Di þerî de nave me mêrxasên kurd e. Di aþîtiyê de jî “kurd tiþtekî ji dinyayê fahm nakin, hov in; kurdên þikeftan, kurdên biterî û hwd” e. Heger pirî bi însafî navekî li me bikin, wê gave dibêjin, “Tirkên çiyayî”. Ji hêlekê de ji me re dibêjin ku tirkên çiyayî, tirkên ku adetên xwe parastine û ji hêla din ve jî wan xisûsiyetên ku min li jorî jimartin ji bona me minasib dibînin. Gava li Anadoliyê li dijî yûnaniyan haziriya þerî dihate kirin, kurdan li Baþûrê Rojhilatê bi teknîka þerê gel, firansizî û îtaliyanî bi þiar û dûrikên, “lêxê kurdên mêrxas, roja namûsê ye, lêxê mêrxasên kurd Entab ji dest dihere” ji wan deveran derdixistin. Îroj, di dema aþîtiyê de jî bi gotina “lêxê tirkên mêrxas” dest pê dike. Divê hurmeta mirovî piçekî ji rastiyê û ji tekoþîna neteweyî re hebe…

 

Paþê, gelê tirk û kurd, yûnaniyan têk dibe. Li Înonuyan, li Sakaryayan, li Dûmlûpinaran mehmedcîkên kurdan û yên tirkan darbeya qeetî û dawî li dûjminî dixe û di 9ê îlonê de wan di bahrê re derdixe. Netîceyên vêya di Agirbestiya Mudanyayê û li Konferansa Lozanê tên sitendin. Mezinên kurdan jî bi qiyafetên xwe yên milî beþdarî Konferansa Lozanê dibin û li gel tirkan, bi hemû heyecan û qaweta xwe li hemberî hemû pêþniyarên Llojd George û Lord Curzon derdikevin û dibêjin ku Anadolî yekperçe ye, ji niha de koalîsyona kurdan û ya tirkan ava bûye. Û hemû teþwîqên ku ji bona kurdan tên kirin, ew red dikin û rismê biratiya kurdan û ya tirkan dikþînin. Teva vî awayî jî madeya “39-42”an di peymanê de cîh digre, lê teva ku ev made telebên heqî yên herî kevnarene jî ji pêncî salî û vir de ye nayên bi cîh anîn.

 

Piþtî Lozanê, ji dêvla ku biratiya kurd û tirkan xurtir bibe, bi pêþengiya bûrjûwaziyê tirk, mîlîtarîzma tirk û brokrasiya tirk, li dijî bûrjûwaziyê kurd û namaze jî li dijî kedkarên kurd þerekî dijwar dest pê kir. Mîlîtarîzm û brokrasiya tirk ku îlhama xwe ji afirandina bûrjûwaziyê tirk distend, xwe bera Kurdistanê da û bi vî awayî pevçûnê dest pê kir. Piþtî ku bi awayekî hovane dawî li hereketên berxwedana Rojhilatê anîn, vê care berê xwe da mezinên kurdan ku wan ji Meclîsa Miletî bavêjin. Dema van îsyanan jî sala 1923-1937an e.

 

Hemû ev bûyer tiþtekî pir eþkere û zelal nîþanî me didin ku li rûkana dinyayê konetî û qawet, bi tenê pere dike. Neteweperestî û kapîtalîzma tirkan, hêvî û daxwazên neteweperestên kurd, yanî bûrjûwaziyê kurd, feodalên kurd, serekeþîrên kurd û nemaze jî yên kedkarên kurd, ji bona pêþerojê têk birin… Ji wê gave û pê ve neteweperestî, þovenîzm û nijadperestiya tirkayetiyê ya dijwar dest pê dike. Ev tiþtekî ku nayê veþartin û her weha gelek pêþevanên dewleta tirk vê yeka hanê piþtrast dikin, li gel wê jî Tûrancî di bin çengên wan de bi pêþ de dikevin. Û ew Guneþ-dîl teorîsiya ku ne li gora rastiyê ye, tê afirandin. Ev teoriya ku îlhama xwe ji Îyaz Îshak[?] û Yunkçoradan[1] [Yusuf Akçura] wergirtiye her ku dihere ji ilim û zanistiyê bi dûr dikeve.

 

Piþtî Firkeya Komara Terakki Perver, bûyera suîqasta Îzmîrê qewimî, ji firseta vê bûyerê hemû mixalif tên perciqandin. Heta, li ser bûyera sûîqasta Îzmîrê, Kazim Karabekir jî hat girtin ku ew pêþengê eskerî yê seferên Rojhilatê, yanî serferên li dijî ermeniyan bû ku ev sefer mîna destpêka sembola tekoþîna neteweyî ya hereketa yekîtiya kurdan û tirkan  dihat zanîn. Ji wê gavê û pê ve, li welêt îradeya yakþef û yekpartîtiyê hakim bû. Paþê hewildayina ceribandina firkeya serbest dest pê dike. Ev ceribandina firkeya ku bi pêþengiya Fethi Okyarê ku piþtî Rauf Orbayî bûbû serokwezîr, hatibû damezirandin jî bi ser nakeve ku wî di dema Þêx Seîdî de gotibû, pêwîstî bi tedbîrên zordariyê tune ye. Di girtina Partiya Terakki Perver de meseleya kurdan roleke girîng dilîze. Ji ber sebeba têkiliya Karabahçelî, Þukru û hwd. bi Partiya Perver Terakkî re heye û ji ber hin sedemên vala, ev partî tê girtin. Sedema girtina Firkeya Serbestê jî paþverûbûn tê nîþandan…

 

Dema 1922-1932yan li Tirkiyeyê dema sektora serbest ya teybet e. Tê zanîn ku gotina ”Li her meheleyekê mîlyonerekî çê bikin”, gotina Ataturkî ye. Û ji ber ku Menderes vê gotinê bi kar tîne, xwe dike devê topê.Piþtî dema 1922-1932yan li dinyayê dema qirîza malî dest pê dike, li Soviyetê hewildayinên avakirina civateke nuh û bi serneketina sektora teybet dibe sedema demeke nuh, dema derbasbûna kapîtalîzma dewletê. Mixalefetên rejîma dema 1922-1932yan, piþtî dema 1922-1932yan jî mixalefetê dikin. Di encama vê yaka hanê de, di sal 1936an de madeyên cezaya qanûna Îtaliyaya Musolonî hatine wergirtin ku hemû hewildayinên fikrên azad bêmecal û bisînor kirine û navê wan madeyên 141 û 142yan in. Êdî ji dîktatoriya dewleta feodal ya Osmanî debasî dema dîktatoriya faþîzmê bûye. Li Tirkiyeyê hemû rûdanên ku diqewimin, ji bona afirandina sinifeke nuh, ji bo sinifa bûrjûwaziyê kapîtalîst e. Ev dîktatoriya faþîst ku rûdanên Rojhilatê bi xwînê perçiqandiye û her gav qala paþverûbûna li Rojhilatê dike, heta niha jî reformeke axê çênekiriye û bi slogana kultura laîktiyê, axatî û þêxtiya ku di hukûmetê hîn ji dewra otorîteya mûtleq de heyî jî, ji ortê ranekiriye. Ev jî nîþan dide ku belavkirina kultura bûrjûwa û prensîpa laîktiyê di tu qilifê samîmiyetê de hilnehatiye…

 

Ew þêx û axayên ku di hukûmetê de mîna neyaran dihatin dîtin, bê sûc û bê sewal sirgûnî Rojavayê bûn û erdên wan ji bona hevalbendên hukûmetê hatin pêþkêþ kirin. Ev yeka hanê jî nîþan dide ku heger hukûmetê bixwestaya dikarîbû reformek çêbikira da karîbûya sîstema þêxtî û feodalîteyê ji orteyê rakira.  Lê nekir, ya jî nikarîbû bikira, ya jî nehat hesabê wê. Li her wîlayetê ber bi îtifaqa þêx û axatiyê ve çû…

 

Piþtî van deman, ji sala 1946an pê ve derbasî dema pirpartîbûyinê bûye. Partiya Demokrat piþtî hamleya xwe ya pêþiyê, wê jî dest bi tedbîrên zorê kir. Nemaze piþtî sala 1957an li dijî mixalefetê, çapemeniyê û li dijî kurdan zora xwe zêdetir kir. Di sala 1959an de, ji bona tatmînkirina brokrasî û mîlîtarîzmê, 49 rewþenbîrên kurd bê sûc û bê sebab hatin girtin. Xwedêgiravî bi vê wesîleyê mixalefeta ku li hemberî siyaseta xwe ya ekonomîk berteraf dikir. Feqet, Partiya Demokrat ku di vê meseleyê de miwafiq nebû, di 27ê Gulana 1960î de, bi hereketeke radîqal ya eskerî, ji ser hukim ket. Îqtidara Komîteya Yekîtiya Milî hat dewsa Partiya Demokrat û tava ku wê efûya giþtî derxist jî 49 rewþenbîrên kurd li derveyî vê efûyê hiþtin. Vê yeka hanê jî bi eþkereyî nîþanî hemû dost û dujminan  da ku çi pêþverû û çi jî paþverû, hedefa serekî ya hemû bizavên siyasî yên Tirkiyeyê, kurd in. Di hezîrana sala 1962yan de jî îqtidara CHPyê ji bona tatmînkirina brokrasî û mîlîtarîzma tirk, 23 ronakbîrên kurd girt ku wan di warê çapemeniyê de wazîfe dikir. Di wê demê de, di navbera hukûmeta Tirkiyeyê û Iraqê de hebekî tengijîn hebû. Û Îsmet Paþa di daxuyaniyeke xwe de weha dibêje, ”Ji ber ku kurd qolekî tiran e, ew li Tirkiyeyê hewildayina bizaveke çawa jî bikin, ew neheq in. Lê kurdên ku li welatên dinê ne, li hemberî kîjan neheqiyê serî hildin, ew bi heq in.”. Wî bi vî awayî çavê hukûmeta Irakê tirsandibû. Ji ber vê yekê hukûmeta Irakê hewil da ku xwe nêzîkî hukûmeta Tirkiyeyê bike û ji ber wê jî 23 ronakbîrên kurd hatin girtin. Yanî kîjan gava ku li Tirkiyeyê hereketeke gelêrî û demokratîk dest pê dike; kîjan gava ku gelê kurd daxwazên xwe yên demokratîk bi lêv kirine, hukûmetan ji ber siyaseta xwe ya ekonomîk ya çewt, ya ronakbîrên kurd ya jî rewþenbîrên þoreþger û pêþverû bi kominîstiyê îtham kirine û dane girtin. Piþtî girtina 23 ronakbîrên kurd, Tirkiye û Iraq ew qasî bi hev þêrîn bûn ku ew bibe sedem da Tirkiye yekîneyên hêzên xwe yên eskerî (yên hewa û bejayiyê) ji bona alîkariya Iraqê biþne mintiqeya Barzanî; ev hereketa hanê li ser îxtarnameya muþterek ya Yekîtiya Sovyetê ku ji bona Tirkiye, Sûriye û Iraqê kiribû, hata bi dawî anîn…

 

Ji hêlekê de dihate gotin ku kurd jî tirk in û ji hêla dinê ve jî bi ereban re hewildayinên îmhaya kurdan dihatin kirin. Dîsa di sala 1967an de, gava Partiya Edaletê ku siyaseta wê ya di warê ekonomiyê de îflas kir, dest bi plankirina teror, tirs û perçiqandinê kir. Gava ku gelê kurd û ronakbîrên wî dest bi eylemên demokratîk dike, dîsa ronakbîrên kurd bi îthamên cûda tên tewanbarkirin û dikevin hefsê. Ev jî þeklê tahwîzdayina siyaseteke mîlîtarîzm û brokrasiyê ya îqtîdara wê îflazkirî ye.

 

Û bi vî awayî em digêjin 12yê adara 1971ê.

 

Em li þeklê tekoþîneke nuh rast tên ku ew hîn ji dema Selîmê 4an, Muratê 3yan, Mahmutê 2yan û vir de, di navbera kapîtalîzm û feodalîzmê de li Tirkiyeyê heye. Grûpeke ku di þoreþa 27ê gulana 1960î de bi alîkariya brokrasî û ordiyê li derûdora CHPyê hatine ba hevdu û ew pêþengên bûrjûwaziyê tirk in, tê îqtidarê. Ev dibe sebeb da qanûneke bingehîn bê avakirin ku ew ji hêla daxwazên edaleta sosyal ve piçekî vekirîtir be. Ev yeka hanê dibe sebeb ku dengê xelkê û yên ronakbîrên wî li gora salên 1950-1960î bêtir derkeve. Li Tirkiyeyê qanadê bûrjûwazî yê paþverû vê yeka hanê hazim nake û dest bi komployan dike. Li Tirkiyeyê ev qanadê bûrjûwazî yê paþverû; nemaze piþtî ku Partiya Edaletê hat ser hukimî û pê ve, dest bi van sloganên paþverû tên kirin. Em dizanin ku þoreþa 27ê gulana 1960î hin tasfiyeyan dike û meaþên endamên ordiyê hîn bilindtir dike. Teva wê jî ji ber ku di hundirê ordiyê de terefdariya bûrjûwaziyê radîkal berdewam e, Emerîkaya aqilmendê Partiya Edaletê ye, temsîlkarê (sefîr) Emerîkayê yê Ankereyê û ajanê CIAyê ku girêdayî vê sefaretê ne, dikevin dewrê. Armenc ew e ku ordiya Komara Tirkiyeyê jî biþibîne ordiya Îran û Yûnanîstanê. Heta, demekê wan xwest ku ji serleþkerên mezin re li Koçika Çankayayê malîkxaneyan çê bike. Çapemeniya Tirkiyeyê ya pêþverû manihî vê yeka hanê bû. Tava wê jî di ordiyê de, nemaze ji bona qedemeyên bilind, îmkanên baþ hatin çêkirin. Meaþên wan zêde bûn. Dihate xwestin ku bi vî awayî ordî ji qaîdeyên xwe yên esasî bê veqetandin û Tirkiye bi bûrjûwaziyê paþverû ve bê girêdan. Heta bi derekê jî miwafeq bûn. Dixwestin ku CHPyê û serokê wê yê xwedî þexsiyeta dîrokî bi tenê bihêlin û bi xurtî bi ser ketin jî. Partiya Edaletê qanûna bingehîn ya 1961ê hezim nekiribû ku bûrjûwaziyê radîkal ew bi piþtgiriya ordiyê çêkiribû. Wan bi hemû ajan, alimên dînî, ajanên CIAyê, teþkîlata partiyê û terefdarên xwe, dest pê kir ku þuphe û þikê di derheqa qanûna bingehîn ya 1961ê çê bike. Gelek þexsiyetên di nav ordiyê de ku av li wan germ dibû, hatin îqnakirin. Endamên xwe yên ku di dilqê telebeyan de þandin unîversîteyan û ji bona rewþeke anarþîk ava bikin, çi ji destên wan hat texsîr nekir. Di navbera telebeyan de þer derxistin. Her gav bêhizûrî çêkirin. Xelk anîn dereceya behdilandinê. Armanc guherandina qanûna bingehîn bû ku wê heta bi dereceyekê ava li ser aþê bûrjûwaziyê talanker dibirî. Daxwazên van guherandinan him kir programa xwe û him jî kir beyanameya xwe ya hilbijartinên 1969an. Ev Partiya Edaletê û tefeciyên ”piyaseya qirêdiyê ku bi rêxistin nebû ye” ku bi hev re digot ku gundî û esnafên piçûk dikuþtin, xwîna wan zuha dikir, hestiyê wan dirizand…

 

CHPyê slogana çepîtiya navîn avîtiye ortê ku paþverûyan bi gotina ”çepîtiya navîn, Moskovaya derewîn” bersiv dida. Loma jî CHP bi helwêsteke newêrek û tirsonek, bi vir de û wê de diçû. Ji hêla din ve bizaveke bi navê Ataturkçiyên nuh berfireh dibû. Ev hêza ku bi gotina antî-emperiyalîzmeke derewan derketibû, piþta xwe dabû brokrasî û mîlîtarîzmê û gelek mîlîtarîst û brokrat jî di nav wan de hebûn; nemaze jî tesîr li telebeyên ji bingeha bûrjûwaziyê piçûk, esnafên piçûk û gundiyên feqîr dihat, dikir. Pêþengiya vê bizavê, di serê pêþî de kovara YONê ku di sala 1962yan de derketibû dikir û paþê jî rojnameya Þoreþê dikir. Rêvebirên wan CHPyî bûn. Û wan mêldariya þoreþa Ataturkî dikir. Cara pêþî bû ku mîlîtarîzm û brokrasiyê CHP ji qadroyên wê sar dikirin û bi vî awayî hewil dida ku mîhraqeke nuh ya Kemalîst ava bibe. Û di vê meseleyê de jî heta bi derekê bi ser ketin. Mîhrî Belîyê ku komînîstê kevn e û tayfeya xwe jî beþdarî vê bizavê bûn. Ev zilamê hanê ku derbasbûyina xwe înkar dike û Partiya Kominîst a ku wî cîhek ji xwe re di nav de pêde kiriye, Ataturkçî lanse dike û hewil dide ku falîyetên wê mîna komeleyeke Ataturkçî be, bide nas kirin. Ew ji avakirina hereketa kovara YONê re ku wî ava kiriye, ya jî ew beþdarî wê bûye, dibêje ku sitratejiya Þoreþa Demokratîk ya Milî ye.

 

Ji hêla din ve TÎP hebû ku ji beriya sibata 1962yan û vir de ava bûbû, lê hebûn û tune bûna wê ne diyar bû, feqet bi serokatiya M. A. Aybarî re livandin û hereketbûyinek tê de çê bûye. Ev teþkîlat, nemaze piþtî beþdarbûna Sadûn Erenî, înkara têza kovara YON, Rojnameya Þoreþ, Aydinlika Sor û Çepên Tirk dike û berofacayî wan îdea dike ku; Tirkiye ketiye pêvajoya kapîtalîzmê û loma jî bawer dikir ku ber bi Tirkiyeke sosyalîst, ”rêya pêþveçûneke ne kapîtalîst” tê teqîb krin û di vê rêyê de tê dikoþiya.Û nemaze jî di salên 1965an de dibe xwedî tesîr. Li hemberî van fikrên cûda, her ku dihere ordî û brokrasî CHPyê terk dike, prçe dibe û berê xwe dide vê bizava nuh. Ev jî dibe sebeb ku nemaze bûrjûwaziyê paþverû yê ji terfê Partiya Edaletê ve tê xwedîkirin, xurt bibe. Lê ji hêla di ve jî beþên civatê yên cûda, hêdî hêdî ji bûrjûwaziyê paþverû bi dûr diket. Ev jî dibe sebeba ku bûrjûwaziyê paþverû di guherandina qanûna bingehîn de ecele bike. Me li jorî got ku Partiya Edaletê dixwaze tevliheviyê çêbike û di encama vêya de, ya bi partiyan re bibe yek, ya jî di hilbijartinan de qaweteke ji sisiyan dudu bi dest bixe û qanûna bingehîn biguhere. Îhtimaleke sisiyan jî heye, lê hîna nehatiye piþtrastkirin ku Partiya Edaletê dixwaze bi ordiyê re qanûna bingehîn biguhere. Bi kinayî Partiya Edaletê ji bona qanûna bingehîn biguhere tevliheviyê çê dike. Qanadê paþverû yê eskeriyê dixwaze tevliheviyê çê bike û were ser hukimî. Qanadê pêþverû yê eskeriyê dixwaze tevliheviyê çê bike û were ser hukimî. Helbet hevalbendên van bizavan yên sivîl jî hene. CHP, di dîrokê de cara pêþî dikeve hundirê aciziyekê û çîroka wê ya ku her gav ji bona TÎPê digot ku sedeqeta bi rejîma demokratîk re, hewante derdiket. Nîhayet di vê rewþê de em dighêjin 12yê adara 1971ê. Di dîrokê de cara pêþî ordî bi piþtgiriya îdeolojiya qanadê paþverû tê ser hukimî, lê ev yeka hanê bi bikaranîna sloganên faþîst yên pêþverû dike ku bi îhtîmala cûntaya pêþverû were ser hukmî, di 11yê martê de ji terefê CIAyê û serkê CHPyê ve tê berteref kirin û di 12yê martê de, qanadê ordiyê yê paþverû destî datîne ser hukimî. Û hetanî roja îroj, netîceyên mudaxeleya paþverû li pêþ çavê her kesî ye. Ez di wê baweriyê de me ku divê ez vê meseleyê vebêjim û divê bi kûrahî lê bê kolandin. 12yê adarê bi jîrbûneke weha hatiye bikiraskirin da li welatê me dawiyê li  maf û azadiyan bîne û ji bona wê jî ji xwe re qilifek jê peyda kirine; xwedêgiravî hin çalekiyên ciwanan yên piçûk bûne û li ser vê yeka hanê ev rewþ pêk hatiye. Ev rejîma ku ciwanan dadiliqîne ku bi îhtimala ew dê qanûna biguhere, bilekisê wê, ew bi xwe hewil dide da qanûnan biguhere û berê rejîmê bi dereke din veke. Û hîna jî ne diyar e ku ew dê bi ku de here. Di dîrokê de cara pêþî ye ku ordî û bûrjûwaziyê paþverû bi hev re bûne îqtîdar. Me li jorî jî da diyarkirin ku her kesên tên îqtîdarê, bi behaneyên cûda hin ambargoyan datîna ser azadiyan.Rejîma 12yê adarê jî bi bahaneya Dev Genç, TOS û DDKOyê azadiya me bi sînor kiriye û hîna jî bi sînor dike…

 

Bêþik e ku her îqtidar dixwaze wan kesan ceza bike ku berê sîleha xwe dide wan. Feqet, gava vî karî dike divê berê wan ne li guherandina qanûna bingehîn be. Û me li jorî dest nîþan kir ku bê hereketên weha çawa hatin ava kirin û ji terefê CIAyê û MÎTê ve çawa hatin teþwîq kirin. DDKO, rêxistineke legal e. Hukûmet jî dizane ku ev weha ye, lê ji ber ku rêxistinên weha temsîlkariya maf û azadiyên xelkê Rojhilatê dike, ev ji terefê xwedayan ve nayê xwesin û naxwazin qebûl bikin. Nexweþiya Tirkiyeyê ya peryodîk dîsa bi þûn de vegeriyaye. Gava sinifên paþverû di warê bi pêþketinê de bi ser nekevin, vêca dahfikin nuh vedidin. Hemû dahfik jî ji bona ku bûrjûwazî hîna bêtir di alemên kêf û fihûþê de bijîn, tên vedan. Bijî moda, ada (girav), Atkoy (semteke Stenbolê ya herî luks e), bûrjûwaziyê plajê (perav). -ew kesên ku elîtên serdest yên Stenbûlê ne-. Em parastinê bikin, nekin, dê tiþtek neyê guhertin. Heger xweda bixwazin, em dê cezayê bixwin, lê heger nexwazin, em dê cezayê nexwin. Ev qedera Tirkiyeyê ye. Îroj ordî bê qeyd û þerd menfetên bûrjûwazî yên kapîtalîstan diparêze û mudaafa wan dike. Hiqûq, miqûq hemû jî formalîte ne û ji bona ku paçan bide çavên raya giþtî ya dinyayê ye. Aniha ji bona  me her yekî reçeteyek hatiye amade kirin û hema ”Xwedê çi da” divê em wê qebûl bikn. Nimûneya vêya ya ber bi çav, ez bi xwe me. Min nivîsek nivîsîye û ev nivîs wext di ser re bihuriye Ma gava ez hatim girtin, MÎTê û Rewþa Awarte ev yeka hanê nizanîbû? Helbet znîbûn. Wê gavê xwedayan qurban dixwest. Û em bûn qurban. Ma axaftina min a di ‘mitînga Qozliqê’ de ku ew mitîgeke protestoyê bû, ne li meydanê bû? Rapora ku qomsêrê hukûmetê nivîsandibû, ma ne li ser maseya qumndariya Rewþa Awarte û MÎTê bû?Di rapora qomsêrê hukûmetê de, bi qasî serê derziyê sûcek heye? Tune ye. Lê xweda qurbanan dixwaze û divê ew qurban bên dayin û hat dayin jî. Paþê bala xwe danê ku ev neheqiyeke mezin e, vêca Rewþa Awarte nivîsekê ji musteþariya MÎTê re dinivîse û di derheqa min de agahdariyê dixwaze. Piþtî ku ez hatime girtin, vêca li delîlan digerin. Îcar, çi delîl, delîlên ku MÎTê ji xwe re çê kirine. Di nivîsa bersiva musteþariya MÎTê de, dibêje ku di derheqa Edîp Karahanî de dikare tehqîqt bê kirin. Nexwe ew bi xwe jî dizanin ku di derheqa min de delîlekî baweriya mirovî têxe cîh, tune ye. Piþtî ku hate diyarkirin dê ji rapora MÎTê tiþtek dernekeve, vêca tahqîqata dozgerî (sawcî) hate biderengxistin. Tam piþtî 8 mehan ez derketim cem dozgerî. Vê carê, xwdêgiravî hin tiþt wek delîl derxistin pêþberî min ku ew di îdeaname û mutalanameyê de ne mewcût bûn. Axaftina min a Diyarbekirê anîne ku ew bi hukimê mahkemeyê ve girêdane. Ne mimkun e ku li dinyayê tiþtekî ji vêya ecêbtir hebe. Mêrikan guh hukimê mahkemeyê nadin. Îcar di deqîqeya dawiyê de jî axaftina min a Siliva derket. Ev axafitna hanê, ne di dosyaya delîlên teybetî de û ne jî di ya muþterek de hebû. Di gava dawiyê de ez li surpirîzekê rast hatim. Heta bi dawiya mahkemeyê ez li surprîzên cûda cûda rast hatim, ez hîna jî nizanim û ne diyar e dê surprîzên çawa derkevin. Ji bona axaftina Silîva, ji mahkemeya wê biryara ku feþkilandin tune ye sitend, di celseya din de mîna kirasê heftrengo biryar guhertin. Di eynî wextê de, ev dahweya demlêbihurîbûbû. Ez dixwazim ku ev kaset li huzûra hin kesên bêteref bê keþif kirin, vêca ji ber di hukimê berfirehkirina tehqîqatê de yetê red kirin. Ez ji ku dizanim ku mahkemeyê biryara xwe biguhere. Belê, surprîz dibe, lê ew qasî jî zêde ye. Di biryarê de, dibêje ku mesele hatiye fahmkirin, tesîrê li netîceyê nake. Bi rastî jî weha ye, ancax îradeya xwedayan tesîrê li netîceyê bike. Wan bala xwe dayê ku nikarin ji meseleya propagandayê cezayê bide min, di derheqa wan tiþtên ku ew min pê îtham dikin, sûc tune ye, îcar dixwazin di meseleya avakirina cemyetan de cezayê bide min. Nivîs û axaftinên min yên ku tu sûc teþkîl nekiribûn, dibe netîceyeke tabiî ya vê cemiyetê. Min cemiyet ava kiriye, lê nivîs û axaftinên min tu sûcî teþkîl nakin. Bi rastî jî di wê rapora MÎTê de, tu tiþtên ku bibe sedemên sûc da ew têxin hustuyê min tune ye. Bi awayekî berfireh qala meseleya þerên xelaskariya neteweyî dike. Nexwe, mîna meseleya werdek Huznîdivê kes qala þerên xelaskariya neteweyî jî neke. Mahkemeyê di serê pêþî de ji bona dengên di kasetên teypê de tespît bike, ji Anqereyê û Stenbûlê merivên teknîkê anîn. Wan bala xwe dayê ku mesrefa teknîsyenên ji Anqereyê û Stenbûlê hatine, giran e, vêca mesele hewaleyî Miduriyeta Radtoya Diyarbekirê kir. Halbikî Midûrê Radtoya Diyarbekirê yek ji wan endamên kevin yê heyetê bû. Hemû wazîfe dan wî. Bi rastî jî biryareke di cîh de bû. Çi hewceyî lêkolîneke berfireh hebû, madem ku reçeteya hazir hebû, guh nedê. Di esnaya mahkemeyên me de, hakimê mahkemeyê her mafê me yê axaftinê bi sînor dikir û her tim digot ku hûnê di parastina xwe de qala van tiþtan bikin. Em hatin pêvajoya parastinê, vê carê jî biryar hate dayin ku parastina me dikare mîna dîlekçeyekê ya jî bi qandî 10 deqîkeyan parastina me mîna tekstekê bê xwendin. Bi rastî ev jî jesteke samîmî bû. Çi hewcedarî bi ew qasî formalîteyan heye. Dadgerê Hakimêmahkemeyê ku ji destpêkê de serî li me digerand, vêca bi behaneya ku em wextê dirêj dikin û serî li wan digerînin, ew mafê me yê herî muqedes ku mafê parastinê yê, bi 10 deqîqeyan sînor dike. Ew ji qawetên dewletê yên sivîl bawer nake û her carê nivîsekê ji qaymekamê navçeyekê re diþîne û dibêje ku hela li filan derê belavok hatiye balav kirin, hela li bêvan derê afîþek hatiye daliqandin? Þahidekî ku ew zanibe dê hin tiþtan di elehê meseleyê de bibêje, dixwaze bila çi qasî wextê bigre û dixwaze bila tesîrê li netîceyê bike ya jî neke, ew îlhes wî tîne, lê tiþtekî ku bi parastinê ve eleqedar be, bi bahaneya dê wext dûdirêj bibe, ew red dike. Ya jî biryara ku hatiye dayin bi þûn de werdigre. Hakimê mahkemeyê îfadeyên þahid û sûcdarkirî kiriye hustuyê xwe ku bi awayê di her halûkarî de di aleyhêsûcdarkirî de be derbasî qeydan kiriye. Hemû mudaxele bê encam mane. Bi awayekî eþkere, tesîr li þahidan hatiye kirin. Wî xwestiye ku tiþtên ne qanûnî têxin zeptan û guh gelek tiþtan nedaye. Hakimêmahkemeyê wazîfeya dozgrî wergirtiye û heta jê wêdetir jî çûye. Heger ez bibêjim ku min di heyata xwe de qomsêrekî qereqolê yê bi vî rengê bêperwa nedîtiye, dê nebe mubalaxa. Li hemberî vê rewþa hanê çi maneya parastina min heye. Hemû ev tiþtên hanê diyar dike ku li Rojavayê zîhniyeteke mustelekebûnê hakim e. Ev rewþa mustemlekebûnê, di demekê de nedikarîbû ku bê veþartin, ji ber ku resmen Rojhilat ji terefê waliyên umûmî ve dihate îdare kirin. Gava derbasî jiyana demokratîk bû, ev rewþ bi þeklî hate rakirin. Lê rewþa fiîlî hîna jî berdewam e. Nimûneya vê rewþa mustemlekeyiyê ya huqûkî ku herî ber bi çav e, meseleya 141/4 û 142/3an e ku xwedêgiravî ji bona tûranciyan xistibûn qanûna cezayê, lê îroj ew ji bona me tê bi kar anîn. Ev, wasiteya tehakuma civatekê ya li ser civateke din e. Gava ez girtîbûn, min ev tiþt di esnaya tahqîqat û parastina xwe de gotin. Rojavayî ji roja ku Xwedê dane û vir de, cemyetçî ne. Ev cemiyet çi çax hate avakirin, ji bo çi hate damezirandin, li ku hatine ava kirin, ji çend kesan pêk tê, ev cemiyet hîna jî berdewam e, ya jî ev cemiyet ji hev belav bû, ya na? Ev tiþt nayên zanîn. Ev tê wê maneyê ku ji roja em bûne û heta bi mirinê, em cemiyetçî ne. Ya rastî, meseleya ku em ji dergûþê heta bi mezelî cemyetçî ne, meseleya kurdbûna me ye. Ji bona ku em kurd in ev kirasê hanê li bejna me tê danîn. Halbikî li Anqereyê, li Stenbolê, li Îzmîrê ew qasî mitîng, ew qasî civîn û konferans hatin çêkirin, min nebîhîst ku di derheqa tu kesî de ji madeya cemiyetavakirinê de dawe hate vekirin. Heger dawe bê vekirin, ji meseleya propagandayê dê bê vekirin. Pênc kes civînekê çê bike, ev dibe avakirina cemiyetê. Sê kes konferansekê çê bikin, ev dibe avakirina cemiyetê. Mitîng bê li darxistin, ev dibe avakirina cemiyetê. Ya herî berbat jî ew e, ji civata ku ew jê re dibêjin cemiyet e, bi hilbijartinên polîtîk zilaman tîne û ji hêla din ve jî taqîbatê vedikin. Di 14yê 1967an de, ez û 14 hevalên dinê ji meseleya propagandayê, em li Mahkemeya duduyan ya Cezaya Giran, li Ankereyê hatin mahkemekirin. Ne hat aqlê polîsan û ne jî yê hakimên biaqil ku rewþa me, rewþa cemiyetavakirinê ye. Û heta ji ber ku me di derheqa nivîskarên kovara Ötüken yên tahrîkkar de tiþtên giran jî gotibûn, me dîsa jî berat kir. Ji ber ku ew hiqûqnas bûn. Lê vê gavê em ji terefê siyasetmedaran ve tên mahkeme kirin.

 

Maneya dirêjkirinê tune ye. Hemû armanca me ew e ku careke dinê di navbera kurd û turkan de þerê xwînî çênebe, em bikarin bibin maniê vî þerî û ev mesele bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Tu carî þerê xelkekî yê maf û azadiyê heta bi dawiyê nehatiye perçiqandin. Û fikra ku her þer dê wek þerên berê bi têkçûyênê dawî lê bê, ne fikreke realîst e. Tu civat ji destpêkê de bi ser neketiyê. Bi ketin û rabûnê civat miwafiq bûne. Îroj, Emerîkaya ku cendermebûna dinyayê dike, nikare serî bi Vîyetnama feqîr re derxe ku ew welatekî birincê ye. Eynî Vîyetnam, berê jî ji terefê Fransaya ku ji Emerîkayê gelekî qelstir e ve hatibû mustemlekekirin. Nexwe gava dema wê bê, tu hêz nikare hereketên pêþverû bisekinîne. Hemû tirsa min ew e ku ew kesên navika wan û ya bûrjûwaziyê tirk, neteweperestên tirk, yanî bi ya kapîtalîstên tirk ve hatiye birîn, dê bixwazin ku careke dinê di navbera herdu gelan de þerî derxînin. Feqet di dîrokê de nimûneyên bi husrana wan kesên ve miþt e ku ji ber kapîtalîstbûna xwe fedî dikin û ji xwe re dibêjin (mîna ku neteweperestî tiþtekî din be) neteweperest. Neteweperestî, kapîtalîstî ye. Ji vêya wêdêtir tune ye..

Bijî bireyetiya kurd û tirkan. Bimre faþîst, þovenîst û nîjadperest.

 

 

11.9.1972

 

Edîp Karahan

 

Wergera ji tirkî: Enwer Karahan

 

 

 



[1]  Bi îhtimaleke mezin ev herdu nav þaþ in. Min ji gelek kesan pirsî, lê kesî ev navên hanê nebihîstine, li gora ku mirov texmîn dike ji van navan yek Yusuf Akçura ye ku ew yek ji neteweperestên tirkan e. E.K.

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


Nivîsên li ser
Edîp Karahan:

Bi kurdî
Mustafa Aydogan
Rojen Barnas
Cemîl Demircan
Osman Özçelik
Ahmed Aras
Firat Cew
e
Seyidxan Irmak
Enwer Karahan
Hidayet Karahan

Bi tirkî
Ibrahim Güçlü
Tarik Ziya Ekinci

Naci Kutlay
Ismail Beþikçi
Seid Aydogmuþ
Ruþen Aslan
Seleh Bulut
Mahmut Baksi
Mehdi Zana
F.Hüs
e
yin Sagniç 
Þeref Yildiz