Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                                                                             

 

Xwedîyê merameke nîvcomayî: Êlas Efendî

 

Mustafa Aydogan

 

STOCKHOLM, 3/6 2004 — "Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan, tofanek eceb qewimî; histêrkek pir bi þewq û pir bi nûr ji niþka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û nehat!" Qedrî Can

 

Gelek ronakbîrên kurdan hene ko piþtî koçkirina wan a ji vê dinyaya gewrik, bi temamî hatine jibîrkirin û hizrên wan, têkoþîna wan, serpêhatîyên wan û tecrubeyên wan ji nivþên nuh re nebûne mîras. Ev yek di warê avakirina hizra neteweyî de, bûye sedema kêmanîyeke pir mezin. Lê di van salên dawîyê de hewildanên kurdan yên ji bo nehiþtina vê kêmanîyê, li gora demên berê, hêvîyên mirovî xurttir dikin. Di civaka kurdan de, di warê rohnîkirina demên dîrokê yên tarîhiþtî de, libateke berbiçav heye. Her ko li hûrgilîyeke dîrokî lêpirsîn çêdibe, her ko lêkolînek li ser serpêhatî û têkoþîna ronakbîr û pêþevanekî kurd tête pêþkêþkirin, tarî xwe ji quncikeke dîrokê ya din jî dide alî û bi vî awayî, neteweyek xwe bêtir nas dike.

 

Yek ji wan ronakbîrên kurdan, yek ji wan pêþevanên doza kurd jî Êlas (Îlyas) Efendî (? - 03.06.1933) bû. Êlas Efendî yek ji wan kurdên destpêka sedsala bîstan bû ko serî li hembera zilmê dananîbû. Min bi xwe, di nivîsên xwe yên li ser Edîb Karahanî de behsa Êlas Efendî kiribû û bal kiþandibû ser rola wî ya di dîroka kurdan de. Lê mixabin ji wê çaxê û heta niha, bala tu kesê din, bala tu lêkolîneran neçûye ser vî ronakbîrî.

 

Êlas Efendî berîya efûya ko bi minasebeta 10 salîya Komara Tirkîyeyê derket, bêyî ko bigîhêje xatirî ji heval û hogirên xwe bixwaze, bêyî ko karibe merama dilê xwe pêk bîne, di 3yê meha Hezîrana 1933yan de çû rehmetê. Malbata wî û mirovên wî yên ko pê re daketibûn binya xetê, ancax piþtî wefata wî û bi efûyê vegerîyan ser xetê.

 

Êlas Efendî kî bû? Di dîrokê de çi rola wî çêbûbû? Bi lêkolîna di vî warî de, çi feyde dê bigîhêje xebatên ronahîkirina dîroka kurdan? Ji bo çi dixwast Kemal Fewzîyî ji destên leþkeran birevandaya? Ji bo çi daketibû binya xetê? Ji bo çi ji bo serîhildanê û alîkarîya Îhsan Nûrîyî mirov þandibûn ser xetê? Hêvîya min ew e ko ev pirs dê bala lêkolînerên me kurdan bikiþîne û jîyana vî ciwanmêrî, têkoþîna wî û taybetmendîyên pêywendî û dema wî bêtir derbikevin ronahîyê.

 

Çar nivîsên ko bi minasebeta wefata Êlas Efendîyî di Hawarê de wî hatine weþandin (ya yekem li ser navê Hawarê, ya duyem bi qelema Celadet Alî Bedir-Xanî, ya sêyem bi zarê Cegerxwînîyê zîz û ya çaran jî li ser navê Qedrî Can), vî pêþevanê doza kurd, bi hin awayan didin naskirin. Loma jî ez herçar nivîsên Hawarê yên ko di 1933yan de hatine weþandin, ji bo destpêka naskirina Êlas Efendîyî li jêrê pêþkêþî xwendevanan dikim û herweha ez bi vê minasebetê, vî ronakbîr û ciwanmêrê kurdan, vî mêrxasê serbilindîya Çîyayê Mazî bi rêz bi bîr tînim.

 

----------

 

Nivîs 1:

 

ÎLYAS EFENDÎ

 

Kurê Haci Osman Axayê Reþoyê Dêrikî çû rehmetê

 

Îlyas Efendî kurê Haci axayê Reþoyê Dêrikî di siseyê hezîrana vê sale di roja þembehê de çû rehmetê.

 

Li gora ko ji me re hate nivîsandin rehmetî bi mêvanî çûbû Amûdê. Ew çend hevalên wî heta derengê þevê di qehweke Amûdê de runiþtibûn. Wekî ji hev qetiyan Îyas Efendî jî ser xwe û bi kêf bû. Mirin nedihat bîra wî, ne jî bîra hevalên wî. Cihê wî li geraja Amûdê çêkiribûn. Sibetir heta wextekî dereng xwe þanî nedabû. Hevalên wî çûbûne balê. Gava ketin mezela wî dîtine ko kurê Haci Osman Axa, ji bona xewa xwe a paþîn û abadîn [ebedî] xwe dirêjî nivîna xwe kiriye. Jê deng nedihat. Paþ xwe re malek û welatek histibûn. Edî deng ji wan dê bihata û ew ê guhdariya wan de bikira. Rehmeta Xwedê lê û li malbata wî bit.

 

Hawar (hejmar 21, 5 Hezîran 1933)

--------------------------------

 

Nivîs 2:

 

BÎREKE ÎLYAS EFENDÎ

 

Ji biserhatiya rehmetî tiþtekî tekûz û hêjayî nivîsandinê nizanim. Lê ji bona þakirina giyanê wî bîreke wî de biêxim rûpelen Hawarê.

 

Îlyas Efendî ji giregirên Dêrikê ye. Zû ve bi kurdaniya xwe hisiyaye u ji bona azahiya welatê xwe xebitiye. Min nave wî ji berê ve dibihist. Ji min re gotibûn ko ketiye hepsê, derketiye pêþberî Îstîqlalê, cuhabên zîrek dabûmê û ho. Ji lewra ez nivîsandina jînenîgariya wî ji wan re dihêlim ko pê dizanin û bi xwe di van stûnan de bîreke wî belav dikim. Belê, di çaxa serxwerabûna Agriyê de me gelek qala rehmetî dikir. Bi hin hevalen me ji welêt hevdu nas dikirin. Jê re diþandin û jê distandin. Bi wan re rabû û ew di cihê xwe de biqewimanda. Lê herwekî nas e tu kesî neqewimand wer li me qewimandin.

 

Pêþdetir em anîbûn Þame. Hinge me bihîstibû ko Îlyas Efendî derbasî xetê bûye û hatiye Sûriyê. Le hukûmetê ew wek hevalen din; nehiþtibû ko li ser tixûbî bimîne û hinartibû Dêra Zorê. Çend mehan li we derê ma û paþê vegeriya Serê Kaniyê. Lê me hev du nedîtibûn. Hetanî ko ez, berî du salan ji bona çend rojan, çûbûm Hisîçe.

 

Li Hisîçê em di civatekê de runiþtîbûn. Di nav me tu biyanî nînbû. Tev de kurd, tev de derketî...

 

Yekî ji min re gotibû ko dengê Îlyas Efendî spehî ye. Bi hincetekê min jê hevî kir ko ji me re tiþtekî bibêjit. Li min vegerand û got:

 

- Li ser çavan, ko min ji to re negot ez ê ji kê re bibêjim. Lê dengê min nîne.

 

Vêca min jê re got:

 

- Ez ê ji te re li ser deng û strana kurdan çîrokekê bibêjim. Wekî ez li Almanyayê bûm rojekê profesorekî Alman ko bi kurdaniyê mijûl dibû û li ser kurdan gelek kitêb xwendibûn ji min re got: "Min di kitêbeke de xwend ko kurd gelek hijî musîqiyê dikin û tu kurd nîne ko nizane bistrîne. Ez gelekî dixwazim tiþtekî ji mûsîqiya kurdan bibihîzim. Tiþtekî ji min re nanihûrînî? . . ." Ji ber ko min deng nîne min nikaribû jê re bistrînim. Ma ne gerek e ez bibêjim ko gelek þermîsar ketim.

 

Îlyas Efendî hinek fikirî û ji min pirsî:

 

- Ewî çi gote te?

 

- Ji min re got: Li gora destûra ko her kurd dizane bistrîne, strandin wesfekî kurdaniyê ye. Madam tu nizanî bistrînî di kurdaniyê de wesfekî te kêm e, tu kurdekî kêmwesf î.

 

Rehmetî ji dil kenî û li min vegerand:

 

- Ez çi bêjim te zora min bir (dîsan kenî û bi ser xist) di kurdaniyê de tu kêmaniya min nîne ez bi her wesfê xwe kurdekî tekûz im û ji me re çend kelam gotin û em pê þa kirin. Xwedê giyanê wî di axretê de û zar û zêçên wî di dinyayê de þa bikit.

 

Îlyas Efendî hêj ciwan û ser xwe bû. Çavên wî bi agirê jîriye diçirisîn. Eqilmend û xwedan tevdîr bû. Rê pê biketa dikaribû xizmeta millet û welate xwe bikit. Ji zêvariyê, di nav belengaziyê de mir jê bêtir heyf ji mer e.

C. A. B. (Hawar hejmar 21, 5 Hezîran 1933)

 

---------------------

Paþ ko me xêziken jorîn nivîsandin û dan çape bendeke Cegerxwîn li ser rehmetî giha me. Weke xwe û jer ve diguhezînin stûnên xwe. Cegerxwîn bi zarekî zîz mirin û veþartina wî ji me re dide zanîn. (Hawar)

---------------------

Nivîs 3:

 

ÎLYAS EFENDÎ ÇÛ REHMETÊ

 

Îlyas Efendî yek ji munewwer û milletperwere kurdan bû. Xebat û fedakariya Efendî di nav hevalan de ne winda ye. Ji hevalan re dîlawerî, meraniya Efendî eþkera ye. Û kes nikare înkar bike. Îlyas Efendî di berî bîst salan de heta îro ji welatê xwe re xebat kiriye. Çikû Efendî ji berê de hogirê mala Cemîl Paþa bû. Bi wan re civat u qulûben kurdî gelek caran vekiribûn. Wextê mala Cemîl Paþa daketin Sûriyê û paþê hilkiþiyan çûne dora Mardîne di vegerê de cenabe wî bi wan re hate nav kurdmancê Cizîre.

 

Paþê bû yek azayê (endamê) civata belengazan. Çend caran Efendî ji civatê re li zad û peran digeriya.Çend þerqiyê kurdî ji ber dizanîbûn. Li ko rûniþta civat xwe bi serpêhatiyên kurdî dilxweþ dikirin. Efendî ne bes tenê munewwer bû. Zedetir axakî mezin û hêja bû. Çiyayê Mazî nezîkî car hezar mal di bin destê wî de hebûn.

 

Efendî çend caran ji me re digot: "Ez dixwazim ko di þerê serxwebûna welatê xwe de, di þerê neyar û dijminan de bême kuþtin." We lakîn Xwedayê cîhane nedivabû go yekî wekî Efendî di þere dijminan de we yaxud bi gula belengazeki bête kuþtin.

 

Di mêvanxana Amûdê de bi qedehek ava þêrîn canê xwe sparte axa sar. Piþtî mirina Efendî çend tomobil ji haval û dilxwaza û çend siwar ji axa û kurdmancan bi cendekê Efendî re meþiyan û birine Ebû Ceradê. Ji ber xortên Cizîre ve ez serxweþiya mal û mirovên wî dikim rehmeta Xwedê le bî.

Cegerxwin (Hawar hejmar 21, 5 Hezîran 1933)

 

-----------------

 

Nivîs 4:

 

ÞÎNA XALÊ MIN

 

Di sisiyê hezîranê de, li ezmanê kurdan, tofanek eceb qewimî; histêrkek pir bi þewq û pir bi nûr ji niþka ve rijiya, xeyidî, xwe da riya dinyake din û nehat!

 

Ji ber vî halî ye ko îro li dinya me ronahî kêm, hizn û melal zedetir bûye; ehlê dinya kurdan - nemaze rewþendarê ji rewþa we hêstêrikê - kezebirîn û dilbixwîn mane. Yek jê ez im; baxê giyanê min mij û xumama þînê girtiye; hundurê min ji xem û xeyalan ca bi can zebûn û birîndar e. Gelo çi bû? Ma hîn de çi bibe! Xalê min, welatiyê min, mamosta û reberê min destê xwe ji me qetand û ket bin axa reþ û sar. Hey wax! Hey wax!

 

Xalê min ji bavan de xismê min bû; lê roja ko ez agahê çêyî û xirabiyê bûm ew bû dostê min. Ji lewra ko milletperwerekî hêja bû. Tirsa bav û birê min, riya min li ser mala wî nebirî, tehdîdê mirovê min stewr man, min bi rûhe xwe ve ew diparast. Wî jî bi dilê xwe ve ji min hiz dikir.

 

Gelo ji bo çi welatê xwe yê bihuþtîn terk kir, dest ji xaniman û þaneþînê xwe kir û hat li van çol û çepalan derbider geriya? Wî bi xwe ev pirs ji xwe nekiribû. `Iþqa milletî hertiþt ii ber wî beqîmet kiribû. Hatibû xebata welatê xwe tola kuþtiyê milletê xwe. Heyhat Xwedê pê re ne bir serî, pêta agirê hundurê wî ew kuþt, mirazê wi bi wî re çû gornê. No! No! Ne mirazê wî ne ew bi xwe jî neçûne gorne. Mirazê wî mirazê me, mirazê giþkan bû. Ji lewra bi me re di me de dijî û heta roja paþîn jî dê bijî. Bi xwe jî neçûye gornê. Ji ber ko herçî di rêya milletê xwe de dimirin laþê wan bikeve erdê jî giyanê wan ber bi ezmanan ve bilind dibin û ew bi xwe di dilên welatiyên xwe de dijîn.

 

Efendî di lawaniya xwe de kurdperwer bû. Di mutarekê de civata kurdî li Derikê eþkere vekiribû, ew bi xwe serwerê civatê, ji heralî libat (e'za) civandin. Pirî jêhatî bû, hêj bîst û çar pênc salî bû, bû serekê du sê eþîran. Memûrê tirko di destê xwe da dida lîstin. Di þerê Þêx Seîdê rehmetî de çiqas beg û axayên welatê me û nêzîngê me hene bi peyayên xwe ve çûne himberî Þêx. Lê Efendî ne cû. Bi ser da bi çend peyayê xwe ve derket Çiyaye Mazî. Ajot ser qereqola gunde Þewaþê. Esker û cebxana wan dîl girt. Gava þehîde þêrîn Kemal Fewzî Beg hate girtin Efendî bihîst ko ew ê Kemal Fewzî Beg di riya Sewregê de bibin Anadolê. Ji ber bihîstina vê xeberê birayê xwe Salih Beg (ew jî bû sehîdê milletê xwe) bi çend peyan ve þand ser riya Sewregê ko Kemal Fewzî Beg ji destê neyaran bi derxîne. Lê sed heyf di riya Xarpetê þandibûn.

 

Di pey þikestina Þêx de serwerê delal jî birin berpirsiyariya Îstîqlalê. Lê Xwedê ji wê afatê xelas kir. Þûn da sorgonê Anadolê kirin. Li wê jî rahet nedisekinî; hevalê xwe yê nezan îqaz û îrþad dikir, bi hevalên zana re civat çedikir. Ji lewra li ciyekî sekna wî tine bû, du rojan li ciyeki nedima. Bi derekê din ve diþandin.

 

Piþti efwê dîsa hat welatê xwe, xort li dora xwe civandin. Bi civata mezin re muxabere kir, ji xortên dora wî yek jê ez bûm. Tiþtekî ji me veþartî tunebû. Gava ko hate Sûriyê xeber da min û çend hevalan. Lê herwekî Hawarê nivîsandiye Xwedê ji tu wan re li hev du neanî.

 

Berê wî bi jer ve rast kirin, piþti hatina wî zarokê wî jî canê xwe xelas kirin. Le di feqîri û zelûlî.

Salek neçû min jî da dû; me li Hisîçê hev du dît ji ber ko biraziyekî wî mamekî me kuþtibû, navbera me piçekî sar bû. Lê dihat ser kurdîtiye ji berê germtir bû.

 

Efendî beguman hêa bû. Hevalê wî kêm têne dîtin. Ji bo vê wefat hezîn þîn û girî, reþgirêdan li her kurdê xwedan rûmet dikeve. Xwedê rehma xwe 1ê bike mej î bi rehma wî þa bike

Qedrî Can (Hawar hejmar 22, 1 Tîrmeh 1933)

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan