Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                                                                             

 

Bîreke Îlyas Efendî *

 

Ji biserhatiya rehmetî tiþtekî tekûz û hêjayî nivîsandinê nizanim. Lê ji bona þakirina giyanê wî bîreke wî dê biêxim rûpelên Hawarê.

 

Îlyas Efendî ji giregirên Dêrikê ye. Zû ve bi kurdaniya xwe hisiyaye û ji bona azahiya welatê xwe xebitîye. Min navê wî ji berê ve dibihîst. Ji min re gotibûn ko ketîye hepsê, derketiye pêþberî Îstîqlalê, cuhabên zîrek dabûne û ho. Ji lewra ez nivîsandina jînenîgariya wî ji wan re dihêlim ko pê dizanin û bi xwe di van stûnan de bîreke wî belav dikim. Belê, di çaxa serxwerabûna Agriyê de me gelek qala rehmetî dikir. Bi hin hevalên me ji welêt hevdu nas dikirin. Jê re diþandin û jê distandin. Bi wan re rabû û ew di cihê xwe de biqewimanda. Lê herwekî nas e tu kesî neqewimand wer li me qewimandin.

 

Pêþdetir em anîbûn Þamê. Hingê me bihîstibû ko Îlyas Efendî derbasî xetê bûye û hatiye Sûriyê. Le hikûmetê ew wek hevalên din; nehiþtibû ko li ser tixûbî bimîne û hinartibû Dêra Zorê. Çend mehan li wê derê ma û paþê vegeriya Serê Kaniyê. Lê me hev du nedîtibûn. Hetanî ko ez, berî du salan ji bona çand rojan, çûbûm Hisîçe.

 

Li Hisîçê em di civatekê de rûniþtîbûn.Di nav me tu biyanî nînbû. Tev de kurd, tev de derketî…

 

Yekî ji min re gotibû ko dengê Îlyas Efendî spehî ye.Bi hincetekê min jê hêvî kir ko ji me re tiþtekî bibêjit. Li min vegerand û got:

- Li ser çavan, ko min ji te re negot ez ê ji kê re bibêjim. Lê dengê min nîne.

Vêca min jê re got:

- Ez ê ji te re li ser deng û strana kurdan çîrokekê bibêjim.Wekî ez li Almanyayê bûm rojekê profesorekî Alman ko bi kurdaniyê mijûl dibû û li ser kurdan gelek kitêb xwendibûn ji min re got: ”Min di kitêbekê de xwend ko kurd gelek hijî mûsîqiyê dikin û tu kurd nîne ko nizane bistrîne. Ez gelekî dixwazim tiþtekî ji mûsîqiya kurdan bibihîzim. Tiþtekî ji min re nanihûrînî?...” Ji ber ko min deng nîne min nikaribû jê re bistrînim. Ma ne gerek e ez bibêjim ko gerek þermîsar ketim.

Îlyas Efendî hinek fikirî û ji min pirsî:

- Ewî çi gote te?

Ji min re got:

- Li gora destûra ko her kurd dizane bistrîne, strandin wesfekî kurdaniyê ye. Madem tu nizanî bistrînî di kurdaniyê de wesfekî te kêm e, tu kurdekî kêmwesf î.

Rehmetî ji dil kenî û li min vegerand:

- Ez çi bêjim te zora min bir (dîsan kenî û bi ser xist) di kurdaniyê de tu kêmaniya min nîne ez bi her wesfê xwe kurdekî tekûzim û ji mer e çend kelam gotin û em pê þakirin. Xwedê giyanê wî di axretê de û zar û zêçên wî di dinyayê de þa bikit.

 

Îlyas Efendî hêj ciwan û ser xwe bû. Çavên wî bi agirê jîriyê diçirisîn. Eqilmend û xwedan tevdîr bû. Rê pê biketa dikaribû xizmeta millet û welatê xwe bikit. Ji zêvariyê, di nav belengaziyê de mir jê bêtir heyf ji me re.

 

C.A.B.

 

 



* Ev nivîs di hejmara Hawarê ya 21ê de, ji terefê Mîr Celadet Bedirxan ve hatiye nivîsîn

 

                               

                

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan