Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                    

                  Malbata Edîp Karahan

Edîp Karahan ji Dêrika Çiyayê Mazî, ji Mala Hecî Osmanê Reþo ye ku ev malbata hanê mezinê eþîra Mahmûdiyan e. Mahmûdî yek ji pênc eþîrên Dêrikê ye ku di dema xwe de Reþo mezinê wê bû. Ji xêndî Mahmûdiyan, Rûtî, Ebasî, Xidrî û Salikî eþîrên ku li Dêrikê xwedî rol û fonksiyon in. Reþoyê ku mezinê eþîra Mahmûdiyan bû, di dema xwe de ji terefê merivên xwe ve hatiyê kuþtin. Sedemê kuþtina Reþoyî çi ye, bi awayekî eþkere nayê zanîn. Lê li gora rîwayetê:

 

Di dema xwe de, hemû endamên eþîran li hev vedihewin û ew dikin serên hevdu da herkes serekê eþîra xwe bikujin. Ev biryara hanê ji ber kîjan sedemen e û ji ber çi ye, em nizanin. Bayekî weha radibe û Mahmûdî berî herkesî serokê xwe li giyarî Tûrcelê[1] asê dike û wî li wir dikuje. Berî ku ew wî bikujin, Reþo bi xwînekê li ber wan digere û ji wan re dibêje:

- Lawo, weha nekin! Xelk bi aqilê we dikenin. Hûn niha dikarin min bikujin, lê hewce nake ku hûn min bikujin, heger kuþtina min pêwîst be, ez dê bi xwe, xwe bikujim. Ji ber ku ez mezinatiyê li vê mintîqeyê dikim û raqîbên min nikarin li hemberî min rabin, we bi kar tînin. Hûn ê min bikujin, lê xelkên din dê mezinê xwe nekujin û ew ê paþê bi we bikenin û hûn ê dû re bi tepan bi sere xwe kevin! Weha nekin, ez di bextê we de me, kêfa xelkê li xwe jî û li min jî nîn in!

Ew xencer û seet û tiþtên xwe yên bi qîmet jî dide wan da ew ji xelkê re nemînin, lê merivên wî, wî li wir temam dikin.

Ew cîhê ku lê hatiyê kuþtin, bi nave Kaniya Reþo (Mêlava Reþo) tê bi nav kirin ku ew li pozê Tûrcelê ye

 

Piþtî kuþtina Reþoyî, kurekî wî yê bi nave Osman hebû ye ku ew wê gavê heft salî bûye. Merivên wî li dû kuþtina Osmanî jî digerin da wî jî bikujin û zuriyeta Reþoyî ji binî de biqelihînin. Lê maleke ku di nav eþîra Mahmûdiyan ku bi navê Mala Sosê, yan jî bi navekî dinê (Mala Gûpiran) tê bi navkirin, wî zarokê heft salî vediþêrin û ji ber wê xezeba hanê diparêzin. Mezinê Mala Sosê jina Reþoyî mahr dike û kurê wî (Osman) jî li ba xwe vediþêrin.

 

Piþtî ku Osman mezin dibe û destê wî ço digre, li dora xwe dihere û tê. Ew daweya mezinatiyê di nav eþîrê de dike û qawetê bi dest dixe. Piþtî ku ew dibe xwedî qawet, li dû heyfa bavê xwe digere. Ji ber wê hêrsa hanê, ew dibe merivekî ku li gora qaweta xwe neheqiyê bike û li pey heyfa bavê xwe bigere. Li gora ku tê gotin, wî gelek mêr dana girtin û kuþtin ku wan di qetikirina bavê wî de dewir lîstibûn. Loma jî heta bi vê gavê jî navê malbata Edîpî bi navê Mala Osmanê Reþo (Hecî Osmanê Reþo) tê nas kirin. Ev Osman yek ji wan sê Osmanên ku li hember Birahîm Paþayê Millî serî netewandiye ku Ziya Gokalp di ”Destana Birahîm Paþayê Eþqiya” de behsa wî jî dike.

 

Hecî Osmanê Reþo, demeke mezin li mintîqeya Dêrikê û derûdora wê hukim kiriye. Hecî Osmanê ku bi tena xwe li dû bavê xwe mabû, çend caran zewiciye û þeþ kurên wî çêbûne. Navê kurên wî ev in:

Êlaso (Êlas Efendî), Þêxmûs, Hecî Etman, Hecî Reþîd, Saliho û Seîdo. Piþtî mirina Hecî Osmanî, kurê wî Êlaso dibe serokê eþîrê.

 

Þêxmûsê ku me binê navê wî çixîz kiriye, kalikê Edîp e. Ji ber ku hîna bavê Edîpî (Hecî Cemîl) di zikê dêya xwe de bû û bavê wî miriye û ew li ba kalikê xwe Hecî Osmanî mezin bûye, gelek kes wî weka kurê Hecî Osmanî dizanin û gava xellk wî bi nav dikin jî bi navê Hecî Cemîlê Hecî Osman bi nav dikin.

Êlaso (Êlas Efendî) apê bavê Edîp Karahan e. Di Mekteba Ruþtiyeyê de xwendiye. Ew jî bi gelek eþîrên Dêrikê yên din re soza beþdariya serîhildana Þêx Seîd dide. Gava Þêx Seîd digire ser Diyarbekirê, eþîrên Dêrikê yên sozdayî jî berê xwe didin Diyarbekirê. Lê gava hîn ne gîhane Diyarbekirê, li Elîparê xebera têkçûna serîhildanê ji wan re tê. Ji wan re tê gotin ku bibêjin em “Kuva-î Milliye” ne û em hatine alîkariya dewletê. Eþîrên din hemû li gora vê xeberê, helwêstên xwe diguherin û alaya Kuva-î Milliyeyê bilind dikin û diçin Diyarbekirê. Lê Êlas Efendî li ser soza xwe dimîne û ji ber vê yekê jî  piþtî têkçûna serîhildanê, tê girtin. Lê dû re tê berdan û dewlet wî li Mêrdînê bi cîh dikin, paþê jî sirgûnî Eskîþehîrê dikin.

 

Êlaso, li gora dema xwe, yekî xwende ye û ji ber ku bi meseleyên kurdayetiyê re mijûl dibe, ji ber êrîþên dewletê, otorîteya eþîtriyê ji destê Mahmûdiyan derdikeve. Ji ber meseleya kurdayetiya wî û xezeba ku dewlet bi ser wan de dibarîne, di demeke kin de otorîteya Mala Hecî Osmanê Reþoyî li mintîqeyê kêm dibe û îqtîdara wê demê dikeve destê Rûtiyan. Mahmûdî û Rûtî li ser parvekirina îqtidarê bi salan dujminatiya hevdu dikin û nêzîkî deh mêran ji hevdu dikujin. Lê piþtî ku Êlaso û eþîra xwe diherin sirgûnê, îqtidara Dêrikê û wê mintîqeyê dikeve destê Rûtan.

 

Piþtî ku êla wan ji sirgûnê vedigere jî Êlaso rehet nasekine û bi meseleyên kurdayetiyê ve mijûl dibe. Di wê demê de, di þerekî ku bi dewletê re birayê wî Saliho tê kuþtin û xezeba dewlwetê ya li ser eþîrê hîn bêtir dibe.

Êlaso, him di dema berî sirgûnê de û him jî piþtî wê, têkiliyên xwe bi Mala Cemîlpaþayî re berdewam dike û ji bo beþdariya serîhildana Agiriyê, di 1927an de bi hevdu re dadikevin Binya Xetê. Grûpa wan dû re ji bo destpêkirina þerî heta Çiyayê Mazî jî tê û piþtî çend rojan li wan çiyayan digerin û tê digihêjin ku eþîrên din bi wan re ranabin, bi þûn de vedigerin Binya Xetê[2]. Êlas Efendî di 1933yan de li Amûdê, wefat dike û malbat ancax bi efûya 1933an a ji ber dehsaliya Komarê hat derxistin, vedigere bakurê Kurdistanê. Piþtî vegerê, piranya wan li Qiziltepeyê bi cîh dibin.  


Piþtî ku malbat ji Binya Xetê vedigere, xwe pir distirînin. Xwe ji xebatên ku elaqeya wan bi kurdperweriyê re hene, bi temamî bi dûr dixin. Ji wê tarîxê û vir de, ji wê malbatê cara yekê Edîp Karahan beþdarî têkoþîna neteweyî dibe. Ew jî dibe sedema ku mesafeyek têkeve navbera wî û malbatê. Ji ber ku hêviya malbatê jikestiye, heta ji wan tê, xwe dûrî Edîp Karahanî dikin û heta wefata wî jî qet xwe nêzîkî meseleya kurdîtiyê û Edîpî nakin.

 

Piþtî efûya 1933an, di nav Mahmûdan de, yê ku cara yekê ji tirsa dewletê re meydan xwendiye, Edîp Karahan e ku wî bi vî awayê xwe rê li ber nivþên nuh vekiriye ku ji malbatê karibin beþdarî nav xebata kurdperweriyê bibin. Ev xusûsiyeteke Edîpî ya girîng e. Wî bi vê helwêsta xwe rûpelekî nuh vekir.

 

Bavê Edîp, Hecî Cemîl, ji xêndî dêya Edîpî çar jinên din jî anîne. Dê û bavê wî dodmam û pismamên hevdu bûn. Ji zewaca wan herduyan bi tenê Edîp çêbû ye û paþê hevdu berdane. Edîp li ba dêya xwe mezin dibe. Edîp bi xwe jî du caran zewiciye. Pîreka wî ya pêþî tirkeke mihacirên Trakyayê bû û ya din jî kurd bû. Ji pîreka wî ya kurd sê kurê wî hene ku navên wan Tûrcel, Welat û Þiyar e.

 

 

31-12-2004

 

 

 



[1]Navê kurê Edîp Karhanî yê mezin jî Tûrcel e.

[2]Qedrî Cemîlpaþa (Zinar Silopî) di kitêba ku navê wê Doza Kurdistan e de, bahsa vê meseleyê dike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan



Çend nivîsên di derheqê
Êlaso (Îlyas Efendî) de:


Qedrî Cemîlpaþa

Mîr Celadet Bedirxan

Cegerxwîn

Qedrîcan

Hawar

Mustafa Aydogan