Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    



Ed
îp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     



                Rojnameyek û ronakbîrek

        

               

 

 

                     Mustafa Aydogan 

                  

                   Stockholmê dîsa þewq da




Min rojekê zilamek dît.
Zilamekî girs, bilind û birûqalind

 

Roja þemiyê bû. Baranekê hûrik hûrik dest pê kir. Bi baranê re xwezaya ku ji ber germa îsal a mezeloqî aciziya xwe nikarîbû veþartaya, bi dilovanî biþirî û bêhna xwe ya ku mirovî mest dikir, li hawîrdorê belav kir.

 

Di bin tesîra vê guhertinê de, ez û Enwer Karahan, em bi zorê li xwe hay bûn. Wê gavê, me berê xwe ji Alvikê, bi lez da  Kistayê. Tarîx: 06.09.1997. Li bajarê Stockholmê li taxa ku navê wê Kista ye, civînek dihat amadekirin. Pirtûkek ku ji heyþt hejmarên kovareke hêja pêk dihat dê pêþkêþî xwendevanan bûbûya. Çirûskên ku ji belgeyeke dîrokî diçûn dê demeke dîroka me rohnî bikira.

 

Enwer Karahan dibe ku ji ber heyecana axavtina ku dê di civînê de bikiraya û ez jî bi heyecana vê berhevoka ku ez nizanim bê ji bo çi, lê min ew bi gelek awayan nêzîkî xwe his dikir, bi lez ketin salona civînê. Weþangerê vê berhevokê (Alî Çîftçî) dest bi axavtinê kir û bi axavtina xwe re jî berhevoka heyþt hejmarên Dîcle-Firatê bilind kir. Dilên beþdaran bi hevdu re û bi kêf lê xist.

 

Piþtî weþangêr, Malmîsanijê ku herheyþt hejmarên vê kovarê berhev kiribûn û bi pêþgotineke lêkolîner ve ji bo çapê amade kiribû, li ser kovarê û edîtorê wê Edîp Karahan peyivî. Tesbîtên Malmîsanijî yên di vî warî de ku di pêþgotinê de jî  xuya dibin, pir balkêþ in. Xebatên Malmîsanij ên di warê derxistina belgeyên weha de, hêjayî pesinandinê ne.

 

Enwer Karahanê birayê Edîp Karahan gava peyivî, di warê xwedîlêderketinê de, hem rexne li malbata xwe girt û hem jî li tevgera neteweyî girt û agahdarî da ku ji bo Edîp Karahan bi awayekî hîn firehtir û pirhêltir bê nasîn,  pirtûkek tê amadekirin. Eyup Alacabey û Mehdî Zana jî wek hevalên Edîp Karahan çend bîranînên xwe yên bi Edîp Karahan re pêþkêþî civînê kirin. Herduyan behsa dîwana wî ya alternatîva hikûmeta Tirkiyeyê, minaqeþeyên wî yên bi dadgir û dadgeran re, belavokên wî û hwd kir. Tiþtên ku wan gotin, beþdar hem dan fikirandin û hem jî kenandin.

 

Di civînê de li ser tahde û zilma dewletê ya li ser Dîcle-Firatê hebû jî hat rawestin. Li gor wê agahdariyê û dû re gava min bi xwe jî lê nihêrî, min di du hejmarên wê de, li ser astengên ku ji aliyê dewletê hatine derxistin xwendin. Di hejmara heyþtan de, xuya dibe ku hejmarên Dîcle-Firatê (hejmar 2, 3, 4, 5 û 6) li ser biryra Dadgeha Bîngolê ya Silhê li hemû Kurdistanê tên qedexekirin.

 

Dîsa di hejmara þeþan de, diyar dibe ku Dîcle-Firat ji hejmara duduyan û pê ve ji bajarê Cizîrê re jî tê þandin. Lê dadgirê Cizîrê rojnameyê li bajarê Cizîrê qedexe dike û ji bo ku rojnamefiroþ hemû hejmarên Dîcle-Firatê yên ku ji wê rojê û pê ve, jê re bên þandin, bêyî ku veke, teslîmî dadgiriyê bike, wî tehdîd dike.

 

Dîcle-Firatê ez ber bi dema zaroktiyê birim

 

Min Dicle-Firatek ji Alî Çîftçîyî kirrî û bi bêsebirî berê xwe da malê. Ev cara duyem bû ku min Dîcle-Firat didît. Cara yekem di 1981ê de bû. Wê gavê ez ji Libnanê nuh vegeriyabûm. Xwediyê mala ku min xwe lê vediþart, çend hejmarên wê nîþanî min dabûn, lê wê gavê ji ber þertên dijwar, min firseta xwendinê jî nedîtibû. Min nuha, piþtî þanzdeh salan, ancax bi saya Malmîsanijî ev îmkan bi dest xist.

 

Her ku min rûpelên wê di ser hevdu re qulipandin, dilê min li bakurê dinyayê ket ber pêlên hesretê û geh bilind bû, geh daket. Dîcle-Firatê wek tunela zemên, ez ji surgûnê ber bi dema zaroktiyê birim. Gava jiyana Dîcle-Firatê ya weþanî qediya, hîn sê meh û nîv mabûn ku ez dest bi ”Ez Tirk im, rast im....” wê sûnda ku min dû re pênc salan her serê sibehê bi hemû zarokên kurd ên din re xwend, bikim.

 

Min bi çavên zaroktî, mamûrên boçikan dîtin. Gundiyên ku qutiyên tûtina Xursê di bêrîkên wan de bûn û ji xafil de dihatin girtin dîtin. Min tûtina li erdê belavkirî û  qutiyên pelixî dîtin. Min leþkerên ku çefî û fîstanên zilaman diçirandin bi bîr anî. Min mirovên ku kincên wan zîval zîvalî bûbûn û bi awayekî bêhêvî li dora xwe dinihêrîn, dîtin.

 

Zarokên taxê hatin ber çavên min. Zarokên ku di tenefusê de bi kurdî peyivîbûn û navên wan di ”lîsteya xwendekarên ku bi kurdî peyivîne” de bûn, wek xewnekê di ber çavên min re çûn û hatin.

 

Min Edîp Karahan cara yekem li bin dara tûyê dît

 

Her ku ez daketim dinyaya Dicle-Firatê û min navê Edîp Karahan û giraniya wî ya di kovarê de hebû bêtir dît, ez ber bi dema ku êdî zimanê Tirkî hêdî hêdî dibû zimanê min î fikirê çûm. Dema ku min di jiyana xwe de, Edîp Karahan cara yekem dît, hat ber çavên min. Rojeke ji rojên havîna Qiziltepeya þewitî ya ku di dîrokê de, navê wê geh bûye Dunaysir, geh bûye Tilermen, geh bûye Koçhîsar û geh bûye Yeþîlova bû. Wê gavê Îlhamiyekî Çeçan hebû. Rojname digerand. Îlhamî mirovekî girs bû, lê bejina wî ne pir dirêj bû. Belkî jî ji ber girsbûnê dirêj xuya nedikir. Qayiþa çenteyê wî yê çerm ê rengê qahweyî hertim di situyê wî de bû. Ji ber giraniya rojnameyan her bi telekê dimeþiya û rojname digerandin.

 

Min rojekê zilamek dît. Zilamekî girs, bilind, birûqalind. Bin çengê wî tije rojname bû. Min got qey birayê Îlhamiyê Çeçan bû. Min digot, Îlhamî kal bûye û êdî nema dikare rojnameyan bigerîne û ji ber vê yekê, êdî birayê wî ji berdêla wî rojnameyan digerîne.

 

Wê gavê dikana me nêzîkî bîra Osmanê Nalbend û li kêleka dikana Xelefê Berber (Ev Xelef, ew Xelefê ku Edîp Karahan di dadgehê de gotibû ”bifire Xelef, bifire!”)bû. Ber dikana me hertim meydana þerê gundiyên ku li gundên xwe, xwe li hevdu radikiþandin, fort li hevdu dikirin û digot ku ”ma ne tu ê sibehê ji min re bê qezê!”. Ew gundî an bi otobusa Birahîm Helîmê an jî bi ya raqîbê wî Atayê mala Xelîl Avdalo dihatin Qezê (Qiziltepe) û bi piranî jî li ber dikana me bi hevdu vedikirin. Ji ber ku sîgorteya dikanê tune bû û kesî tu tezmînat nedida, gelek caran fêda me di xisara me de dernediket.

 

Wê rojê bavê min dîsa ez li ber dikanê hiþtibûm. Li hember dikana me dareke tuyê hebû. Piþtî nîvrojê siya wê pir xweþ bû. Ew zilamê ku  min digot qey rojnamefiroþ e, Xelefê berber û çend kesên din ji qahwexaneya li hember dikana me, kursî anîn û li bin siya darê rûniþtin. Min dît ku ew ê min digot qey birayê Îlhamiyê Çeçan e, rojname danîn ser maseyê û ligel sohbetê, yek bi yek tev da. Wê gavê bi min pir ecêb hatibû. Wî rojname nedifirot, lê dixwend. Di dema ku zêdeyî nêviyê civatê nexwende bû de, min cara yekem didît ku mirovek ew qas rojnameyan bi hevdu re dixwîne. Piþtî ku ew rabû çû, cîranê min ê berber berê bi bihîstina gotina Îlhamî re têr keniya û dû re got ” Îlhamiyê çi malava, ma ronahiya çavên Îlhamiyê reben têra xwendina rojnameyan dike? Ev Edîp Karahan e û lawê xwediya dikana te bi xwe ye. Lawê Hecî Semoya ku tu her dawiya mehê ji ber wê dikevî tayê ye”.

 

Min dû re bihîst ku Edîp Karahan çavên xwe bera firotina dikanên diya xwe ya pir çavteng dabûn. Armanca wî ew bû ku dikanan bifiroþe û bi pereyên ku ji wan bên, li Qiziltepeyê an jî li Diyarbekirê çapxaneyekê veke û rojnameyekê derxîne. Lê dikir û nedikir, diya wî îqna nedibû.

 

Edîp Karahan kî ye?

 

Edîp Karahan bi gelek xusûsiyetên xwe balkêþ e. Ji ber vê yekê divê di pirtûka ku dê bête weþandin de, li ser wan xusûsiyetan pir baþ bê rawestin. Lê ez ê ji bo naskirina wî, bi çend rêzan be jî bi kurtî behsa jiyana wî û hin tiþtên ku rola wî bêtir dikin, bikim.

 

Ew li gora agahdariya ku ji cuzdanê wî yê nufûsê hatiye wergirtin, di 1930yî de li Dêrika Çiyayê Mazî çêbûye. Ji ber fikir û helwêstên xwe gelek caran tê girtin. Li Stenbûlê berê di beþa Felsefeyê de dixwîne, lê dû re qeyda xwe li Fakulteya Hiqûqê çêdike û heta sinifa talî dixwîne. Di sinifa talî de derseke wî dimîne û ji ber vê yekê tu carî vê dibistanê naqedîne. Di 1962an de Dîcle-Firatê derdixîne. Di 1963an de, ji ber ku navê wî jî di wê daweya navdar ”Daweya 23an” de hebû tê girtin. Di salên 60î de wek kadroyekî Partiya Karker a Tirkiyeyê seroktiya þûbeya vê partiyê ya li Emînonuyê dike. Lê ew û Partiya Karker li ser pirsa kurd li hevdu nakin û piþtî minaqeþeyên di vî warî de, ji vê Partiyê vediqete. Di daweya DDKOyê de tê girtin û ew dîwana wî ya navdar ku hertim mijara sohbetên me yên qahwexaneyan bû, dibe malê dîrokê. Gava ji vê daweyê heyþt sal ceza lê tê birîn, di 1972yan de diçe Baþûrê Kurdistanê. Li wê derê navê xwe dike Azad, lê gelek jê re dibêjin Mam Azad. Demekê di beþa ragîhandinê de dixebite. Dû re li Dadgeha Çomanê ya ku serokê wê Emer Debabe bû, dadgeriyê dike. Di sala 1973an de, dostekî wî yê ku navê wî Mualîm Hoste bû, jina wî û zarokên wî dibin ba wî. Li Baþûrê Kurdistanê keçeke wî çêdibe. Navê wê dikin Kurdistan. Lê Kurdistan di demeke pir kurt de wefat dike û li wê derê tê veþartin. Edîp Karahan li wê derê carekê nexweþ dikeve. Tevî Doktor Mahmûd Osmanî çend doktorên din jî wî muayene dikin, lê nexweþiya wî teþhîs nakin. Piþtî ku bi qasî du salan li Baþûrê welêt dimîne, ew û Eyup Alacabey di Îlona 1974an de vedigerin Bakurê welêt.

Di 1976an de, ji bo dersa xwe ya talî bide û Fakulteya Hiqûqê bi temamî biqedîne, diçe Stenbûlê. Li Stenbûlê li Aksarayê li ”Bati Otelî” dimîne. Di Gulana 1976an de ji niþka ve nexweþ dikeve û wê gavê wî dibin Hasekiyê û li Nexweþxaneya Gurubayê radizînin. Wê gavê diyar dibe ku nexweþiya dilî pê re heye û ew nexweþiya li Baþûrê welêt jî her eynî nexweþî bû. Beriya wefata wî bi çend saetan grûpeke ji Weþanxaneya Yontemê ku Eyup Alacabey û Zeruh Vakifahmetoglu jî di nav wan de bûn, diçin serdana wî. Ew wê gavê razaye û Eyup Alacabey ji bo anîna dermanên wî reçeteyê ji doktorî werdigre û berê xwe dide Zeytînburnuyê, dermanxaneya Osman Ozçelîkî. Lê beriya ku Eyup Alacabey û Osman Ozçelik dermên bigihînê, ji krîza sêyem (yek li Baþûr, yek li otêlê û ya din jî li nexweþxaneyê) xelas nabe û wefat dike. Eyup Alacabey bi tenê tabûta wî bi balafirê tîne Diyarbekirê û ji wê derê bi qelebalixeke mezin dibin Dêrikê. Û mirin bi vî awayî dadide vî ronakbîrê mêrxas û ji nav me dibe.

 

Edîp Karahan du caran zewicîye. Jina wî ya yekem, ji Tirkên Bûlgarîstanê bû. Jina wî ya duyem jî Dêrikî bû. Gava wefat kir bi navê Tûrcel, Welat û Þiyar sê zarokên wî li dû wî man. Wî bi du zaravayên kurdî (Soranî û Kurmancî), Tirkî û Fransî dizanîbû. Ji derveyî wergerên nîvcomayî, ew du çîrokên manzûmane yên La Fontaine werdigerîne Kurmancî.

 

Dêrik û Mahmûdî

 

Dêrika Çiyayê Mazî li ber dilên gelek kesên ku ne ji Dêrikê ne jî devereke pir þêrîn e. Li rojhilatê wê Turcel, li rojavayê wê Êrge Baba, li bakurê wê Pozê Mancêla ku siya xwe bera ser Kulêbê daye... Cîhekî ewle û di himbêza Xab û Kulêbê de û di bin sitara çiyayên bilind de, cî û warekî kurdan. Lê ez nizanim, bê ew ji bo çi li ber dilên gelekan weha þêrîn e. Dibe ku ji ber hêza ku ji Tûrcelê distîne û bi beriya bê ser û bin re dibiþire; dibe ku ji ber darên wê yên zeytûnan û ava wê ya Xabê  ye; dibe ku ji ber di helbesta Qedrî canî de bingeha hesreta dilê miþextiyan e; dibe ku ji ber kana îlhama helbestvanan e...

 

Li Dêrikê li gel gelek eþîrên bi nav û deng, eþîra Mahmûdan jî heye. Yê ku ji wê eþîrê be, ji xwe re dibêje, Mahmûdî. Serokê wê eþîrê Reþo bû. Piþtî Reþo, lawê wî Osman dikeve þûna wî. Ji xwe, piþtî wî, êdî malbat wek ”mala Osmanê Reþo” (Hecî Osmanê Reþo) tê nasîn. Ev Osman yek ji wan sê Osmanên ku li hember Birahîm Paþayê Millî serî netewandine ye ku Ziya Gokalp di ”Destana Birahîm Paþayê Eþqiya” de behsa wî jî dike.

 

Þeþ lawên Osmên hebûn: Êlas (Êlas Efendî), Þêxmûs, Hecî Etman, Hecî Reþîd, Saliho, Seîdo. Þêxmûsê ku min binê navê wî çixêz kir, kalikê Edîp Karahan e. Edîp Karahan lawê Cemîlê (Hecî Cemîl) Þêxmûs e. Cemîl bi xwe hem beþdarî serîhildana Þêx Seîdî dibe û hem jî di nav wê grûpa ku ji Binya Xetê tê heta Çiyayê Mazî de bû. Lê hîn beriya ku Cemîlê bavê Edîp Karahan bê dinyayê, Þêxmûs wefat dike û ji ber vê yekê, gelek kes Cemîlî wek lawê Hecî Osmanê Reþo dizane. Hecî Cemîl pênc caran zewiciye. Edîp Karahan ji jina wî ya yekem a ku dotmama wî bû û navê wê Hecî Semo bû, çêdibe. Ger hun bala xwe bidin navên ku Edîp Karahan di Dîcle-Firatê de bi kar anîne, hun ê bibînin ku her nav bi zanebûn hatiye danîn: Reþo ji ber navê Reþoyê serokê êla wan; Edîp Osmanoglu ji ber navê Osmanê Reþo; Mahmut Bayraktar ji ber navê êlê; Hamit Mazidagli ji ber Çiyayê Mazî an Derika Çiyayê Mazî.

 

Mala Osmanê Reþo û serîhildana Þêx Seîd

 

Êlas Efendî apê bavê Edîp Karahan e. Piþtî Osmanê Reþo, ew serokatiya êlê dike. Di Mekteba Ruþtiyeyê de xwendiye û dû re li  Dêrikê dibe serokê Qulûba kurd. Ew jî bi gelek eþîrên Dêrikê yên din re soza beþdariya serîhildana Þêx Seîd dide. Gava Þêx Seîd digire ser Diyarbekirê, eþîrên Dêrikê yên sozdayî jî berê xwe didin Diyarbekirê. Lê gava hîn ne gîhane Diyarbekirê, li Alîparê xebera têkçûna serîhildanê ji wan re tê. Ji wan re dibêjin ku bibêjin em »Kuva-î Milliye« ne û em hatine alîkariya dewletê. Eþîrên din hemû li gora vê xeberê, helwêstên xwe diguherin û alaya Kuva-î Milliyeyê bilind dikin û diçin Diyarbekirê. Lê Êlas Efendî li ser soza xwe dimîne û ji ber vê yekê jî  piþtî têkçûna serîhildanê, tê girtin. Lê dû re tê berdan û dewlet wî li Mêrdînê bi cîh dike. Bi Mala CemîlPaþayî re pêywendiyên wî her berdewam e û ji bo beþdariya serîhildana Agiriyê, 1927an de bi hevdu re dadikevin Binya Xetê. Grûpa wan dû re ji bo destpêkirina þerî heta Çiyayê Mazî jî tê û piþtî çend rojan li wan çiyayan digere û tê digihêjin ku eþîrên din bi wan re ranabin, bi þûn de vedigerin Binya Xetê. Êlas Efendî di 1933yan de li Amûdê, wefat dike û malbat ancax bi efûya 1933an a ji ber dehsaliya Komarê hat derxistin, vedigere bakurê Kurdistanê. Ji nêviyê wan bêtir li Qiziltepeyê bi cîh dibin. (Min ev agahdarî hem ji Enwerê birayê Edîp, hem ji Eyup Alacabey û hem jî di 1982an de, gava ez ji Binya Xetê çûbûm Dêrikê,  ji rehmetiyê bavê Eyup Alacabey Heciyê Qêsimê ku bi xwe jî ji bo beþdariya serîhildanê berê xwe dabû Diyarbekirê wergirtine).

 

Mahmûdiyê ku rûpeleke nuh vekir

 

Gava ku malbat ji Binya Xetê vedigere, xwe pir distirîne. Xwe ji xebatên ku elaqa wan bi kurdperweriyê heye, bi temamî bi dûr dixin. Ji wê tarîxê û vir de, ji wê malbatê cara yekem Edîp Karahan beþdarî têkoþîna neteweyî dibe. Ew jî dibe sedema ku mesafeyek têkeve navbera malbatê û Edîp Karahan. Ji ber ku çavên malbatê ji dewletê tirsiyane, heta ji wan tê, xwe dûrî Edîp Karahan dikin û heta wefata wî jî qet lê bi xwedî dernakevin.

 

Piþtî efûya 1933an, di nav Mahmûdan de, yê ku cara yekem ji tirsa dewletê re meydan xwendiye û ji bo ku nivþên malbatê ên nuh bikaribin beþdarî nav xebata kurdperweriyê bibin, rê vekiriye, Edîp Karahan e. Ev xusûsiyeteke pir girîng e. Wî bi vê helwêsta xwe rûpeleke nuh vekir.

 

Mirov dikare xusûsiyetên rewþa Mahmûdîyan û têkiliyên wan û Edîp Karahan, di dîroka me de, li ba gelek êlên kurd ên ku beþdarî serîhildanên bi ser neketine bûne, bibîne.

 

Gelo 1930 rast e?

 

Her çi qas huwiyeta resmî dibêje ku Edîp Karahan di1930yî de çêbûye jî di vî warî de þik hene. Ji ber ku ger Edîp Karahan di 1930yî de çêbûbe, divê wê gavê ne li Dêrikê lê li Kurdistana Sûriyeyê çêbûbe. Ji ber ku min li jorê jî diyar kir ku wê gavê malbata wan li wê derê bû. Li gorî agahdariya ku min ji birayê wî enwer Karahan û hem hevalê wî û hem jî zavayê wî Eyup Alacabey wergirt, divê Edîp Karahan beriya 1927an çêbûbe û dîsa li gora wan, tarîxa çêbûna wî di navbera 1923-1927an de ye.

 

Dîcle-Firat rûpeleke dîrokê

 

Mirov dikare di gelek waran de, wek Edîp Karahan nefikire, an hin fikirên Dîcle-Firatê neecibîne, lê xusûsiyeteke pir eþkere heye ku divê mirov wê bibîne. Ew jî pirhêlbûna Edîp Karahan e. Gelek kes Edîp Karahan bi tenê wek mirovekî sert û sloganîst dizane. Bersiva vê þaþtêgihîþtinê, di rûpelên Dîcle-Firatê de wek belgeyên dîrokî xuya dibin. Her ku mirov rûpelên Dîcle-Firatê bi ser hevdu re diqulipîne, mirov vê rastiyê baþtir dibîne. Ew di Dîcle-Firatê de, wek edîtorekî baþ, sîyasetvanekî jîr û mêrxas, çîroknivîskarekî jêhatî, xwediyê kurdiyeke xweþ û paqij, parêzgerekî hêjayiyên neteweyî û hevalbendekî kedkaran, bi kurtahî wek entellektuelekî pirhêl derdikeve hemberî me.

 

Dîcle-Firat numûneya rojeva kurdan û musteweya minaqeþeya wê demê ye. Dîcle-Firat ji bo rewþa kurdan, kapasîteya entellektueliya kurdan û musteweya þiyarbûna neteweyî ya wê demê, belgeyeke hêja ye.

 

Bêþik mirov dikare bi awayekî hîn firehtir li ser vê kovarê raweste, lê mebesta vê nivîsê ne berfirehiyeke weha ye. Tev vê jî ez ê hewil bidim ku hin hêlên vê kovarê bi kurtî bidim naskirin û hin tesbîtên di warê xusûyetên wê de bînim zimên.

 

Divê mirov vê kovarê li gora þertên 1962-63yan binirxîne. Wê gavê girîngî û hêjayiya wê dê baþtir bê dîtin. Mirov dikare li ser gelek xusûsiyetên vê kovarê raweste. Lê ligel gelek xusûsiyetan, sê xusûsiyetên vê kovarê yên li gora baweriya min, hîn girîngtir û berbiçavtir hene ku Malmîsanijî jî di pêþgotina xwe ya ku ji bo berhevoka vê kovarê nivîsîbû de, ew diyar kirine: 1- Di nav kovarên salên 1960î de kovara herî emirdirêj e. 2- Heta wê gavê tu kovaran bi qasî wê cîh nedaye kurdî. 3- Tu kovar bi qasî wê li ser pirsa kurd ranewestiyaye.

 

Yek ji wan xusûsiyetên vê kovarê yên ku bala min pir kiþand jî ev e ku ligel gelek nivîskar û sîyasetmedarên bi nav û deng, herdu Seîdên (Sait Kirmizitoprak û Sait Elçî) ku têkiliyên di navbera wan de di tevgera neteweyî de roleke mezin leyiztiye jî di eynî kovarê de nivîsandine. Ev xusûsiyeteke taybetî dide Dîcle-Firatê. Wekî din jî min nivîsên Seîd Elçî cara yekem di vê kovarê de dît.

 

Bûyerek heye ku navê Dîcle-Firatê bêtir derdixîne pêþ. Ew jî bûyera 23an a ku piþtî bûyera 49an bûyera girîng a duyem e. Girtina ji ber wê daweyê û ji aliyê dewletê ve qedexekirina weþandina Dîcle-Firatê di eynî tarîxê de ye. Di wê daweyê de, berpirsiyarê Dîcle-Firatê Edîp Karahan jî tê girtin û dewlet gava hîn hejmara nehan di çapê de bû, dest datîne ser û rojnameyê bi yekcarî digire. Bi vî awayî, jiyana weþanî  ya Dîcle-Firata ku her diçû hejmara nivîskar û xwendevanên wê bêtir dibû û ber bi rojnameyeke panzdehrojî ve pêþ de diçû, radiweste. Di wê daweya ku di 29ê Hezîrana 1963an de bû nûçeya rojnameyan a sereke û tarîxa îdîanemya wê 17ê Cotmeha 1963 bû de, ligel Edîp Karahan, Abdulsettar Hamavendî, Dogan Kiliç, Þêxhasenanli, Hasan Buluþ, Îbrahîm Mam Xidir, Gazî Dizey, Nejat Remzî, Fûat Derwîþ, Talat Þerîf Muxtar, Seîd Abdurrahman, Cemal Alemdar, Firûz Felahat, Mûsa Anter, Ziya Þerefxanoglu, Enwer Aytekîn, Seîd Elçî, Medet Serhad, Yaþar Kaya, Ergun Kuyumcu, Alî Anagur, Kemal Bîngollu, Mehmet Bilgin, Fethullah Kakîoglu hebûn.

Di Dîcle-Firatê de, hin xusûsiyetên neyinî jî diyar dibin. Ji van yek heye ku divê behsa wê bête kirin. Ger ew an hin xusûsiyetên din ên bi vî rengî neyên zimên û bi tenê yên ku pozîtîv in bêne zimên, wê gavê Dîcle-Firat dê baþ neyê naskirin.

 

Ger hun bala xwe bidinê, hun ê di hejmara duyem de, sûretekî Ataturk û nivîsa ku li binê sûretê wî hatiye nivîsandin, bibîne. Ew jî ji aliyekî ve, ji bo tahde û zilma dewletê û ji aliyê din ve jî ji bo nezelalbûna kurdan a di warê rola artêþa Tirkiyeyê û ya Kemalîzmê de numûneyek e. Her çi qas piþtî demekê, fikirên di vî warî de jî bi alîkariya hin bûyerên ku ruyên herdu faktorên ku navên wan li jorê hatin diyarkirin bêtir eþkere dikin, hêdî hêdî ber bi zelalbûnekê diçin jî lê ji bo ji ortêrakirina hemû neyiniyan, têrê nake.

 

Dîcle-Firat 01.11.1962- 14.05.1963

 

Dîcle-Firat wek rojnameyeke fikrî ya mehane, di navbera 01.11.1962- 14.05.1963yan de hatiye weþandin. Ji wê gavê û heta ku jiyana xwe ya weþanî qedandiye, wek platformeke neteweyî fonksiyona xwe leyiztiye. Di hejmara xwe ya yekem de, dide diyarkirin ku rûpelên wê ji nivîsên hemû beþên civakê re vekiriye. Heyþt hejmarên Dîcle-Firatê hatine weþandin. Hejmara nehan ji bo çapkirnê, teslîmî çapxaneyê bû, lê dewletê di çapxaneyê de dest danî ser wê û nehiþt bigihêje destên xwendevanan.

Xwedî û berpirsiyarê wê yê fîîlî Edîp Karahan; navnîþana wê; Fatih- Kiztaþi Binaemini sok. No.18- Istanbul; ebata wê: 28x42 û bihayê wê (hejmar:1-2-3) 50 quruþ bû. Abonetiya wê (hejmar 1-3) ji bo 6 mehan bi 3 lîreyan û ji bo 12 mehan jî 6 lîreyan bû. Her hejmarek (hersê hejmarên destpêkê) çar rûpel in. Ji hejmara 4an û pê ve hejmara rûpelên kovarê dibe 8 rûpel, bihayê wê jî dibe 100 quruþ û bihayê abonetiyê jî li gor berê dibe du qat.

 

Ji aliyê wextê ve kovareke bi rêk û pêk

Ger mirov ji aliyê wextê ve bala xwe bide Dîcle-Firatê, mirovê bibîne ku li gora gelek kovarên dema me jî bi rêk û pêk derketiye. 3 hejmar di roja xwe de, hejmarek rojekê bi derengî, hejmarek du rojan bi derengî, hejmarek yanzdeh rojan bi derengî hatiye çapkirin. Tarîxa çapkirina du hejmaran jî ne diyar e.

Hejmara yekê: 01.10.1962 (Çapxaneya B. Kervan-01.10.1962)

Hejmara duduyan: 01.11.1962 (Navê çapxaneyê nehatiye nivîsîn)

Hejmara sisiyan: 01.12.1962 (Çapxaneya Dizerkonca-12.12.1962)

Hejmara çaran: 06.01.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê-06.01.1963)

Hejmara pêncan: 01.02.1963 (navê çapxaneyê nehatiye nivîsîn)

Hejmara þeþan: 06.03.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê- 08.03.1963)

Hejmara heftan: 04.04.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê- 04.04.1963)

Hejmara heyþtan: 14.05.1963 (Çapxaneya Husnutabîatê- 15.05.1963)

 

Hin nivîskar û nivîsên Dîcle-Firatê

 

Edîp Karahan

 

Di Dîcle-Firatê de yê ku herî pir nivîsiye, Edîp Karahan e. Edîp Karahan di hemû hejmaran de û bi çar (4) navên cuda (Nivîsên edîtor bi navê Edîp Karahan û Edîp Osmanoglu; nivîsên li ser sîyaseta hundur bi navê Hamit Mazidagli; li ser siyaseta derve bi navê Mahmut Bayraktar û edebiyat bi navê Reþo)li ser hevdu bîst u du (22)nivîs nivîsine.

Bi navê Edîp Karahan nivîsek (kirilan potlar)bi tenê heye, ew jî di hejmara heyþtan de hatiye nivîsîn.

 

Bi navê Edîp Osmanoglu heft (7) nivîs (hejmar 1: Em ji bo çi derdikevin; hejmar 2: Pêþketina Rojhilatê û lênerînên þaþ; hejmar 3: Dewleta Hiqûqê; hejmar 4: Li ser Yekîtî û bihevrebûnê; hejmar 5: Rewþa Giþtî; hejmar 6: Rewþa Giþtî: Qedera rejîma demokratîk; hejmar 7: Eniya Demokratîk )hatine nivîsîn.

 

Bi navê Hamit Mazidagli çar (4) nivîs (hejmar 5: Hiqûqþînasiya Muxbîrekî bi zorê; hejmar 6: Turkeþ û Sosyalîzm; hejmar 7: Ka we’z bi Kudrî dihat kirin; hejmar 8: Hin niqte) hatine nivîsîn.

 

Bi navê Mahmut Bayraktar sê (3) nivîs (hejmar 5: Krîza Kongoyê; hejmar 6: Pêþveçûnên nuh; hejmar 7: Têkoþîna Ben Belle neqediya) hatine nivîsîn.

 

Bi navê Reþo heft (7) nivîs (hejmar 2: Xaltîka Talê; hejmar 3: Xaltîka Seyro; hejmar 4: Xaltîka Fersê; hejmar 5: Dînê û Dîno; hejmar 6: Xecê û Siyamend; hejmar 7: Swaro; hejmar 8: Heydo û Ferho) hatine nivîsîn.

 

Mûsa Anter

 

Mûsa Anter heta hejmara çaran nivîsiye û piþtî hejmara çaran êdî di Dîcle-Firatê de nenivîsiye. Lê tev vê jî di çar hejmaran de heyþt nivîs nivîsîne. Wî sê (3) navên cuda bi kar anîne. Sê nivîs li ser siyaseta hundur bi navê Anter (hejmar 1: Caw pîs; hejmar 3: Falîh Rifki Atayê Reben; hejmar 4: Em þiyar bibin le!) û nivîsek jî bi navê M. Anter (hejmar 2: Celladê Rojhilatê); çar nivîs li ser edebiyatê bi navê Rahþan (hejmar 1: Melle Ahmedê Cizîrî; hejmar 2: Þêx Ahmedê Xanî; hejmar 3: Hecî Qadir Koyî; hejmar 4: Neqane )nivîsîne.

 

Dr. Saît Kirmizitoprak

 

Dr. Saît Kirmizitoprak jî hew di herdu hejmarên pêþiyê de nenivîsiye, lê di hejmara sisiyan de, êdî wek nivîskarê kovarê yê berdewamî nivîsiye. Nivîsa wî ya bi navê ” Dijmina Rojhilatê ya sereke Faþîzm” nivîseke dirêj e û di sê hejmarên kovarê (hejmar 3, 4, 5)de hatiye weþandin. Nivîsa wî ya bi navê ”Le Gunehê Rojhilatiyan çi ye? ” di hejmara þeþan de û ya bi navê ” Þaþiyên di pirsa Rojhilatê de” di hejmara heft û heyþtan de hatiye weþandin.

 

Saît Elçî

 

Saît Elçî di hejmara çaran de, bi navê ” Dijminatiya Nîjadperestan a li hember Rojhilatê ” û di hejmara pêncan de jî bi navê ” Ma biryarên ecêb dê hertim li Rojhilatê bên tetbîqkirin? ” du (2) nivîs nivîsîne.

 

Ligel Nazmî Balkaþ (hejmar: 5, 6, 7), Ahmet Aras (hejmar: 6, 8), Þevket Epozdemir du helbest bi navê Dilbirînî (hejmar: 5, 8), Enwer Aytekîn (hejmar: 1, 2- bi navê Ahmet Botanli)Huseyîn Sagniç (hejmar: 7, 8)  gelek kesên din jî di Dîcle-Firatê de nivîsîne.

 

Dîcle-Firat û Kurdî

 

Yek ji wan xusûsiyetên Dîcle-Firatê ew e ku wê di nav kovar û rojnameyên heta wê demê ku li Tirkiyeyê hatine weþandin de, ji derveyî xusûsiyeta xwe ya ku bêtir li ser pirsa Kurd nivîsandinê, ya herî pir cîh daye zimanê Kurdî ye jî. Ji aliyê din ve jî gava mirov ber bi hejmarên talî ve tê, mirov pê dihise ku Dîcle-Firat her diçe ber bi Kurdînivîsandinê ve tê guhertin. Her ku beþdarî û lêbixwedîderketin zêdetir dibe, berê wê yê ber bi xwerû Kurdîbûnê, hîn bêtir xuya dibe. Xuya ye ku di hundurê pêvajoya jiyana weþanî de, hem daxwazek ji aliyê xwendevanan zorê dide rojnameyê û hem rojname bi xwe jî di destpêkê de xwediyê perspektîveke weha ye. Dîsa xuya ye ku rojnameyê ji aliyê îmkanan ve, nikarîbû li gor perspektîva xwe ya di vî warî de hebû, gav biavêta. Lê mirov li îþaretên amadekirina þertên ji bo li gor wê perspektîvê jiyana weþanî bê domandin, rast tê. Biryara di warê damezrandina Buroya Lêkolîna Folklorê û gavên berbiçav ên di vî warî de, nîþana vê yekê ye. Di hejmara heyþtan de, daxuyaniya wê ya di warê berhevkirina çîrok, sitran, efsaneyên Kurdî de û biryara wê ya ji hejmara nehan û pê ve amadekirina musabeqeyeke pêkeniyên Kurdî, didin xuyakirin ku bê Dîcle-Firat çawa ber bi Kurdînivîsîne bi lez tê guhertin.

 

Berpirsiyarê rojnameyê hîn di hejmara çaran de, ji xwendevanên xwe re dibêje ku ger hejmara xwendevanan zêdetir bibe, ew ê Dîcle-Firatê di pêþerojê de, bike rojnameyeke panzdehrojî. Di hejmara heftan de ev fikir hîn zelaltir dibe û ji ber vê yekê her di eynî hejmarê de ji xwendevanên xwe re dibêje ku kadroya rojnameyê ya nivîskaran bi beþdarên ji Stenbûl, Ankara û bajarên din her diçe zêdetir dibe. Ji ber vê yekê, em ê di rojên pêþ de, an hejmara rûpelên wê zêdetir bikin, an jî wê ji her panzdeh rojan carekê derxîne.

 

Ji xwe, nivîskarên wê hîn di destpêkê de, gava kêysa wan lê hatiye, çend rêzên  bi Kurdî di nav nivîsên bi Tirkî de bi cîh kirine. Edîp Karahan di nivîsa xwe ya ku navê ”Swaro” ye de, vêya êdî eþkere dike. Di wê nivîsê de dibêje ku ji îro û pê ve her ku di warê îfadekirina bi zimanê Tirkî de zehmetî bê kiþandin, em ê bi Kurdî binivîsîne.

Di warê bikaranîna alfabeyê de îstiqrarek tune ye, lê di hejmara heyþtan de, alfabeya Hawarê tê weþandin. Ev jî divê wek beþek ji xebata amadekirina þertên bi Kurdînivîsandinê bê nirxandin.

 

Ligel hin helbestên bi Kurdî hatine nivîsîn, di nav gelek nivîsên bi zimanê Tirkî de, her carê çend rêzên bi Kurdî hatine bi cîh kirin. Di beþa Ziman-Edebiyat û Folklorê de helbestên ku di nivîsên ku ji aliyê Mûsa Anterî hatine nivîsîn de, li gel wergera wan a bi Tirkî, bi Kurdî hatine weþandin. Di nivîsa Mûsa Anterî ya ku bi navê ”Caw pîs”, di yên Edîp Karahan ên bi navên ” Xaltîka Talê, Xaltîka Seyro, Xaltîka Fersê, Dînê û Dîno, Xecê û Siyamend û Swaro” de, cîh bi cîh  zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Lê mixabin tev hemû hewildanên Dîcle-Firatê, nivîsa xwerû bi Kurdî, nivîsa Edîp Karahan a ku navê wê ”Heydo û Ferho” bi tenê ye.

 

Rexneyek û hêviyek

 

Em di warê lêbixwedîderketina hêjayiyên xwe de, tevî ku di van salên dawiyê de, hin xebatên ku hêviyên mirovî bêtir dikin jî zêde ne bi serkevtî xuya dikin. Ger ev rewþa me û helwêsta me ya ku di vî warî de heye, weha dewam bike, em ê nikaribin hêjayiyên xwe wek mîras ji nifþan dewrî nifþan bikin. Hêviya min ew e ku gavên takeser ên ji bo berpirsiyariyên derengmayî bi cîh bînin tên avêtin, tesîrê li civata me bikin û þûûra lêbixwedîderketina hêjayiyan û bi vî awayî amadekirina þertên pêþerojeke ewle û rohnî pêþ de bibin.

 

Sala 1998an sedsaliya rojnamegeriya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku em ê bi minaqeþeyên xwe yên bi vê minasebetê ligel gelek hêjayiyên xwe yên tevnedayî, 36saliya Dîcle-Firatê û berpirsiyarê wê Edîp Karahan jî bi gelek awayan minaqeþe bikin û bi bîr bînin.

Ji ber vê yekê, ez weþandina berhevoka herheyþt hejmarên Dîcle-Firatê di rêya bicîhanîna berpirsiyariyeke derengmayî de, wek gaveke hêja dinirxînim.

 

NÛDEM, No: 24, 1997

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan



Nivîsên li ser Dîcle û Firatê:

Mustafa Aydogan

Rojnameyek û ronakbîrek

Bi minasebeta  sedsaliya rojnamegeriya kurdî, dîsa li ser Dîcle û Firatê