Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî mêrekî çê
|
Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan
|
|
Bi minasebeta sedasaliya rojnamegeriya kurdî dîsa li ser Dîcle-Firatê
Mustafa AYDOGAN Pêþniyara ku bi minasebeta sedsaliya rojnameya Kurdistanê dibêje; bila sala 1998an bibe sala rojnamegeriya kurd, ji bo bicîhanîna berpirsiyariyên di vî warî de pêþniyareke di cîhê xwe de ye. Xuya ye ev pêþniyar ji aliyê gelek rojname û kovarên kurdan ve jî maqûl hatiye dîtin û wan jî dest pê kiriye û bi awayên cuda cuda beþdarî pîrozkirina vê salê dibin. Bi derketina berhevoka herheyþt hejmarên Dîcle-Firatê, fikireke bi min re çêbû ku divê ez bi nivîsên cuda cuda her carê li ser hin xusûsiyetên Dîcle-Firatê binivîsînim. Ne ez bim jî divê hinin din bi vî karî re rabin. Ev proje hêdî hêdî di serê min de ber bi zelalbûnê ve diçû. Sala rojnamegeriya kurd ez di vî warî de bêtir bi hewes kirim. Û gava Nûdemê ji min xwest ku ez nivîsa Edîp Karahan a ku navê wê ”Ji bo çi em derdikevin?” e, wergerînim, min xwest ez bi vê wergerê re, nivîseke bi qasî ku di çarçoveya kovara Nûdemê de hilê, li ser hin xusûsiyetên Dîcle-Firatê jî binivîsînim: Mîrasa ku Dîcle-Firat li ser ava bû; hin xusûsiyetên þertên siyasî yên wê demê; rewþa kurdan; Pêwîstiya ku Dîcle-Firat derxist ortê, rola wê û perspektîvên wê; argûmentên wan ên di warê van perspektîvan de... Ez dixwazim diyar bikim ku armanca vê nivîsê ne ew e ku ez ê bi awayekî berfireh perspektîvên Dîcle-Firatê û argûmentên wê þirove bikim. Min di nivîsa xwe ya berê (Ronakbîrek û Rojnameyek, Nûdem, No: 24, 1997) de xwestibû ku ez Dîcle-Firat û Edîp Karahan bi awayekî bidim nasîn. Niha ez dixwazim hin xusûsiyetên vê rojnameyê yên din, bidim nasîn. Ji ber vê yekê divê ev nivîs ji aliyekî ve - tevî ku li ser hin niqteyan bi awayekî kurt lênerîn tên diyarkirin jî- wek danasîna Dîcle-Firatê ya bi awayekî din bê nirxandin. Ji ber ku Edîp Karahan hem xwediyê wê û hem jî berpirsiyarê wê yê fîîlî bû, ez nivîsên wî û perspektîvên di nivîsên wî de tên pêþkêþkirin, wek temsîla xeta Dîcle-Firatê dibînim. Ji ber vê yekê, ez ê hin xusûsiyetên Dîcle-Firatê bi alîkariya nivîsên Edîp Karahan bidim nasîn. Dîcle-Firat berdewama pêla 1948an Xusûsiyeta pêvajoya ku piþtî serîhildana Dêrsimê û heta 1948an hat jiyîn, ji her aliyî ve, di bêdengiyeke mezin de wek xeweke giran xuya dibe. Herçiqas nemaze ji 1932an û heta 1946an bi saya Mîr Celadet Bedir-Xan Hawar (15 Gulan 1932-15 Tebax 1943) û Ronahî (1 Nîsan 1942- 1 Adar 1945) û bi saya Kamiran Bedir-Xan Roja Nû (3 Gulan 1943- 27 Gulan 1946) hatin weþandin jî lê ji ber ku hem ev kovar li derveyî welêt derdiketin û hem jî ji ber qedexeya di vî warî de ji derveyî çend ronakbîrên Bakur hayê tu kesî ji van hewildanan çênedibû, van kovaran wê demê nikarîbû li perçeyê bakur rola xwe ya di warê þiyarkirin û xwenasînê de bileyizta. Ancax gava di 1948an de li Stenbûlê ”Dîcle kaynagý” (Çavkaniya Dîcleyê)hat weþandin, mirov dikare bibêje ku -ne pir xurt bin jî - hin tîrêjan berê xwe dabûn vê xewa giran û êdî behsa îþaretên ku pêvajoya bêdengiyê hêdî hêdî be jî ber bi qedandinê ve diçû, hatibû kirin. Piþtî ”Dîcle kaynagý”, kurdan dev ji hewildanên xwe yên weþanî bernedan û di 1950yî de dîsa li Stenbûlê ”Þark Mecmuasý” (Kovara Rojhilatê) û ”Þarkýn Sesi” (Dengê Rojhilatê) derxistin. Lê mixabin jiyana weþanî ya hemû kovar û rojnameyên kurdan bi emrê ”îlahî” hertim pir kurt bû, ya rastî dihat kurtkirin. Piþtî girtina van rojnameyan, ji 1950yî heta heta 1958an di jiyana me ya weþanî de, tu gavên xurt ku bi qasî wan balkêþ û bikaribin xîtabî hemû ”Rojhilat”ê bikin nehatin dîtin. Di 1958an de li Diyarbekirê bi navê ”Îleri Yurt”ê (Welatê Pêþketî) rojnameyeke din derdikeve. Yek ji wan sedemên derketina wê rojnameyê ew bû ku heta wê demê ”tu rojnameyên Ankara û Stenbûlê cîh nedidan bûyerên Rojhilatê û derd û kulên wê” û ji ber vê yekê pêwîstî bi rojnameyeke weha hebû. Jiyana wê jî ancax heta Payiza 1959an dewam kir. Lê hemû gavên ku ji 1948an û pê ve hatibûn avêtin û tecrubeyên di vî warî de hatibûn jiyîn, ji bo gavên bi dû xwe re wek mîras mabûn. Ji Payiza 1959an û heta ku Dîcle-Firatê dest bi jiyana xwe ya weþanî kir, di qada weþanî de tu gavên berbiçav nehatin dîtin. Ji wê demê û vir de, gava yekem, ancax di 01.10.1962an de bi Dîcle-Firatê hat avêtin. Dîcle-Firatê bi mîraseke ne pir xurt dest bi weþanê kir, lê ew mîras têra ku di warê pirsa welatê xwe de bi mêrxasî weþanê bike, dikir. Jiyana weþanî ya kurdan û daxwazên çi di wê qadê de û çi jî di qadên jiyanê yên din de dihatin kirin, pêvajoya þiyarbûn û lixwevegerînê xurttir dikir. Dewlet bê midaxele nema û li gel zilm û zora li Kurdistanê, bêtir jî li kesên ku beþdarî jiyana weþanî dibûn dihat xezebê. Þertên siyasî yên wê demê Pêvajoya bêdengiyê ne bi tenê di qada jiyana weþanî de, lê herweha di qada siyasî de jî hat jiyîn. Ji destpêka pêvajoya ku min navê ”pêvajoya bêdengiyê” lê kir û vir de heta demeke dirêj, çareserkirina pirsa kurd ji sîyasetvanên ku li gora îdeolojiya resmî sîyaset dikirin re hatibû hiþtin. Wek di Dîcle-Firatê de jî hatiye diyarkirin, wan sîyasetvanan ne rastiya kurdan nas dikirin û ne jî dixwestin nas bikin. Metodeke wan hebû, ew jî qûndaxa tivingên cendirmeyan bû. Ji bo çareserkirina pirsê, ji derveyî devê tivingê, tu rêyên din nehatibûn bikaranîn. Ji dema ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin û vir de, her ev siyaset hatiye meþandin. Di dema Partiya Demokrat de jî her eynî siyaset, yanî siyaseta resmî ya dewletê hatiye birêvebirin. Lê di dema îqtîdara vê Partiyê de, kapîtalîzm li Tirkiyeyê pêþ dikeve û ev pêþketin tesîrê li bakurê Kurdistanê jî dike. Di civatê de guhertinên berbiçav xuya dibin. Ev guhertin bi guhertinên dinyayê yên di warê þiyarbûn û rizgarbûna neteweyan de derdikevin ortê re, tesîrê li ronakbîrên kurdan jî dikin. Ji bo pêþdebirina doza gelê kurd wan dide fikirandin û ber bi livandinekê diajon. Ew dem ji aliyê þiyarbûn û rizgarbûna gelan jî demeke balkêþ e. Çirûskên ku ji tevgera gelan diçûn ronahiya xwe dida welêt. Bi taybetî pêla ku li baþûrê welêt rabûbû, ji bo þiyarbûna vî gelê ku hogirî xeweke giran bûbû, tesîreke mezin dikir. Ber bi dawiya salên 50yî de piþtgiriya Partiya Demokrat baþ kêm bûbû. Siyaseta ku wê dimeþand dibû sedemên reaksiyonên mezin. Lê gava di hilbijartinên 57an de jî bû partiya yekem û bi dû hilbijartinan re bû hikûmet, êdî hem di civatê de û hem jî di nava ordiyê de dengê nerazîbûnê her diçû bilindtir dibû. Siyaseta ku li ser bingehê înkar û asîmîlasyona kurdan hatibû avakirin, her di wê demê de jî berdewam bû. Di vî warî de ji bo bilêvkirina mafekî piçûk jî destûr tune bû û her hewildanên di vê rêyê de bi tahde û zilma dewletê re rû be rû dibû. Di vî warî de ronakbîrên kurdan li gora îmkanan di ber xwe de dane, lê hertim siyaseta zorê û cezakirinê li hember wan hatiye bikaranîn. Di 17ê Çileya Pêþîn de 49 kurd, ji ber ku kurd bûn û mafê kurdan dianîn zimên, hatin girtin. Mixalefeta li ser navê pêþverûtî û demokrasiyê ya ku tiþtê herî piçûk jî li hember hikûmetê bi kar dianî, ne ev bûyer dît, ne ew zilm û zora ku wan 49 ronakbîrên kurd anîbû zimên dît. Ew devera ku bûbû cîhê ceribandina zilm û zora nedîtî, ne ji aliyê hikûmetê ve dihat naskirin û ne jî ji aliyê mixalefetê ve. Di dawiya meha Nîsana 1960î de li gelek deveran meþ û mitîng çêdibûn û polîsan her metoda êrîþkariyê bi kar dianî. Partiya Gel a Komarê (CHP) bi amadekirina darbeyekê dihat tawanbarkirin. Tevî ”birêvebirina awarte” jî meþ û mîtîng nedisekinîn. Meþ û mîtîngên ku ji 28ê Nîsana 1960î dest pê kir, heta 27ê Gulanê her berdewam bûn. Partiya Gel a Komarê bi piþtgiriya ordiyê û xwendevanan ev mixalefet organîze dikir û serokê wê di wan rojan de ji hikûmetê re eþkere digot ku ez jî nikarim we xelas bikim. Di 5ê Gulanê de di serî de zabitên ordiyê û endamên Partiya Gel a Komarê di mîtînga ku ji aliyê Partiya Demokrat li Kizilayê hatibû organîzekirin de li Menderes xistin. Di hundurê dewletê de hêzên cuda bi hevdu ketibûn. Partiya Gel a Komarê piþtgiriya mixalefeta civakî jî wergirt û bi hêza xwe ya di ordiyê de hebû, ji bo pêkanîna programa xwe ya di dema mixalefetê de hatibû diyarkirin, îmkana îqtîdarbûyinê bi dest xist. Û di 27ê Gulanê de komîteya (Komîteya Yekîtiya Neteweyî- Mili Birlik Komitesi) ku ji derveyî hîyerarþiya ordiyê hatibû avakirin, dest danî ser îqtîdarê. Bi 27ê Gulanê re bi gelek kesan re hêviyek çêbûbû. Gelek kesan li ser navê demokrasî, azadî û pêþverûtiyê piþtgiriya wê kir. Bi 27ê Gulanê re û bi taybetî bi qebûlkirina Qanûna Bingehîn a nuh re (09.07.1961), di cepheya muxalîf de livandineke berbiçav çêbû. Çepê Tirkiyeyê jî dest bi livandineke mezin kir. Bi taybetî damezrandina Partiya Karker a Tirkiyeyê, rengekî nuh da siyasetê. Ev hin xusûsiyetên dema nuh a ku bi vê qanûna bingehîn re dest pê kir bûn. Van guhertinan bêþik tesîr li civata kurd û nemaze li ronakbîrên kurd jî kir. Desthilatdarên 27ê gulanê ”efûyeke siyasî” jî derxist. Lê bi ”efûya wan a sîyasî” re, herkes hatin berdan, bi tenê kurd di girtîgehê de hatin hiþtin. Partiya Demokrat 49 kurd girtibûn û desthilatdarên 27ê Gulanê jî girtina wan domandibû. Li ser navê ”pêþverûtiyê” û ”dij-feodalîzmê” ”55 axa”yên kurd ku yek ji wan jî Faîk Bucak bû, hatin sirgûn kirin û 400 kurd li Kampa Sîwasê hatin civandin. Bi kurtî, xeta li hember kurdan a esasî qet nehatibû guhertin. Di Qanûna bingehîn de dîsa kurd tune bûn. Maf û azadiyên kurdan ên neteweyî û demokratîk dîsa tune hatibûn hesibandin. Qanûna bingehîn wek belgeyên Komarê yên beriya xwe -tevî ku li gora ya 1924an ji bo bikaranîna hin maf û azadiyên nisbî rê vekir jî- ji bo kurdan belgeyeke înkarkirina hebûn û maf û azadiyên kurdan bû. Projeya desthilatdaran a di warê çareserkirina pirsa kurd de bi vê Qanûnê careke din eþkere bûbû. Mantiqê 1924an her berdewam bû. Sîyaseta Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî (Mili Birlik Ýdaresi) ya bi 27ê Gulanê re derketibû ortê, di warê pirsa kurd de tu guhertinin nuh neanîbûn û perspektîvên Partiya Gel a Komarê di vî warî de jî bûbûn bingehê Qanûna Bingehîn û bi vî awayî xeta nîjadperestî û kurdnenasî bûbûn xusûsiyetên wê demê jî. Ev ji bo kurdan bûbû xeyalþikestineke mezin. Ji ber ku berê wek gelek pêþverûyên Tirkan, gelek ronakbîrên kurdan jî bi hêviyeke mezin li 27ê Gulanê nihêrîbû. Herçiqas li hember kurdan siyaseteke kurdnenas a li ser bingehê înkarkirina maf û azadiyên kurdan hatibû avakirin di rojevê de bû jî, kurdan zû bi zû xwe li mixalefetkirineke dijwar ranekiþandibû. Ji ber ku li gora wan, tevliheviya di nav ordiyê de berdewam bû û îhtîmala darbeyeke hêzên hîn totalîter û hîn bêtir dijminên kurdan hebû. Ev jî dibû sedema ku kurd li hember Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî bi temkîn bin. Lê tev vê jî sîyaseta 27ê Gulanê di warê lixwevegerînê û lêgerîna projeyên xwerû kurdî de, kurd dan fikirandin. Pêwîstiyek Wek min li jorê jî anî zimên, kurd heta demeke dirêj dûrî pirsa xwe mabûn. Hin hewildanên beriya darbeya 27ê Gulanê di rêya bicîhanîna vê pêwîstiyê de gavin wêrek bûn û ji bo gavên bi dû xwe re wek mîras diman, lê dîsa jî di vî warî de hertim pêwîstiyek hatibû hiskirin. Ev pêwîstî piþtî 27ê Gulanê hîn bêtir diyar bûbû. Li gora Edîp Karahan divê êdî kurdan bi xwe dest biavêtana pirsa xwe û li hember vê projeya kurdnenas projeya xwe ya kurdî pêþkêþ bikira. Li gora misteweya rojeva kurdan a wê demê û çarçoveya ku wan ji pirsa kurdî re datanî, divê li hember qanûnên li dijî demokrasiyê têkoþîneke xurt bihata dayin. Divê mirov zor bida îmkanên qanûnî û ev pirs bida minaqeþekirin û di vê minaqeþeyê de ji bo peydakirina fikreke hevbeþ, li îmkanan bihata gerîn. Ji bo vê, wasiyeteke ku bikaribe xizmeta vê projeyê bike û dengê wê bigihîne her deverê pêwîst bû. Rêyeke taybetî divê bihata dîtin. Dîcle-Firat encama xeyalþikestinekê û bi îdîaya bicîhanîna pêwîstiyekê Dîcle-Firat bi îdîaya bicîhanîna pêwîstiyeke weha û bersivdana daxwazên di wî warî de hebûn, derket ortê. Di vê mahneyê de, Dîcle-Firat berhemeke ji wan berhemên hewildana ji bo peydekirina rêyeke taybetî ye. Di nivîsa ”Ji bo çi em derdikevin?” de tê xuyakirin ku heta nuha ”tu tevgerên nuhîtiyê qedera Rojhilatê ya xerab ne guhertiye”. Sîyaseta Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî, wek îqtîdarên beriya xwe kurd xeyalþikestî kiribûn. Hêviyên ku ji wê hatibûn kirin, pûç derketibûn. Piþtî ku rastiya Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî eþkere bû û li hember kurdan siyaseteke ku ji yên berê ne pir cuda hat meþandin, Dîcle-Firatê her di eynî nivîsê de weha digot: ”Ji Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî ya ku gelê Rojhilatê ji dil û can piþtgiriya wê dikir û hêviya xwe pê ve girê dabû, ji bo me Kampa Sîwasê ya ku ji Rojhilatiyan pêk hatibû, erdên mayinkirî yên ling, mil û serên feqîr û fiqarayên Rojhilatê Baþûr difirîne û bûyera 55an wek bîranîn man.” Ji ber vê yekê, mirov dikare bi hêsanî bibêje ku pêywendiyeke pir xurt di navbera sedemên derketina Dîcle-Firatê û sîyaseta ku li hember kurdan hatibû meþandin de heye. Heta, ger mirov bibêje ku jiyana weþanî ya Dîcle-Firatê raste rast encama reaksiyonên li dijî sîyaseta Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî ya di derheqa pirsa kurd de ku kurd xeyalþikestî kiribûn, bû, dê ne þaþ be. Dîcle-Firatê xwestiye bibe dengê vê reaksiyonê. Ji xwe, di nivîsa ku navê wê ”Ji bo çi em derdikevin?” de jî ev îdîaya Dîcle-Firatê û sedemên derketina wê pir eþkere tên zimên: ”Rojhilatî ji ber helwêstên sîyasetvanan ên cudaker, mecbûrî dengnekirinê bûne û çareserkirina pirsa xwe li hêviya sîyasetvanên ku Rojhilatê nasnakin, naxwazin rastiya Rojhilatê bibînin û dixwazin hertiþtî bi qûndaxa tivingên cendirmeyan çareser bikin, hiþtiye. Ji xwe, encama vê lihêvîmayinê bûye xeyalþikestin. Rojnameya me di encama vê xeyalþikestinê de derdikeve.” Bi fonksiyona peydakirin û belavkirina lênerîneke hevbeþ Xebata ji bo pêþveçûna ”Rojhilat”ê ji bo Dîcle-Firatê xebateke bingehîn e. Di vî warî de, minaqeþekirin, peydakirina fikireke hevbeþ û jiortêrakirina cudahiyên fikrî karên herî girîng tên hesibandin. Ji ber vê yekê, dîsa di nivîsa ”Ji bo çi em derdikevin” de weha tê gotin: ”Karê rojnameya me yê yekem ev e ku ew ê ji bo pêþveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî bixebite û di vê rêyê de cudabûnên ku di warê fikirî de bên dîtin, ji orteyê rake û wan bike yek.” Her di eynî nivîsê de tête diyar kirin ku rojname bêyî ku li ferqa sinifî binihêre, dê ji bo hemû hevwelatî û ciwanên ku bi dil û can dixwazin ”Rojhilat” ango bakurê kurdistanê pêþ bi keve, vekirîbe. Ev hevwelatî hevwelatiyên ”Rojhilatî” ne û ev ciwan ciwanên ”Rojhilatê” ne. ” Rojnameya me, ji kîjan tebeqeya civakî tên bila bên (esnaf, ticar, axa, rêncber, karker û hwd) dê ji bo hemû hevwelatî û ciwanên Rojhilatî yên ku bi dil û can terefdarê pêþveçûna Rojhilatê ne, vekirîbe. Bi vî awayî ji bo lênerîneke hevbeþ derkeve ortê û belav bibe, dê xebat bête kirin.” (hejmar 1- Ji bo çi em derdikevin?) Ev gotin jî diyar dikin ku pirsa ”Rojhilatê” û terefdarbûna pêþvebirina ”Rojhilatê” ji bo jiyana weþanî wek esas tên qebûlkirin. Dîcle-Firatê xwestiye di vî warî de fonksiyonekê bileyize. Wê xwestiye di warê pirsa kurd de, di nav kurdan de îmkanên fikreke hevbeþ bên bidestxistin. Wê ne bi tenê ji bo peydakirina lênerîneke hevbeþ, herweha ji bo belavkirina vê fikirê jî xwe berpirsiyar dîtiye. Ev jî diyar dike ku Dîcle-Firatê ji bo peydakirina îmkanin weha û belavkirina lênerînên hevbeþ ên ku pirsa ”Rojhilatê” wek bingeh werdigire, hewil daye ku wek platformeke kurdan a girîng rola xwe bileyize. ”Divê pêþveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî wek dozeke welêt bête qebûlkirin” Li gora siyaseta Dîcle-Firatê menfaetên ”Rojhilatê” bingeh e. Çi li gora menfaetên ”Rojhilatê” be, ew ê piþtgiriya Dîcle-Firatê werbigire. Rojname herweha dê li hember fikirên ku li dijî menfaeta ”Rojhilatê” ne têkoþîneke dijwar bide. Lê gava Dîcle-Firat her di eynî nivîsê de dibêje; ”Rojnameya me dê piþtgiriya fikirên ji bo xêra welêt û Rojhilatê ne, bike û li hember fikirên dijber têkoþînê bide”, mirov di derheqa gotina ”welat û Rojhilatê” divê piçekî bifikire. Ger qesda Dîcle-Firatê bi ”Rojhilatê” welat be, gelo ev gotina ”welat û Rojhilat” ji bo çi bi hevdu re hatine bikaranîn. Gelo welat û Rojhilat ji hevdû cuda ne? Ger weha be, em Rojhilatê fahm dikin, lê bi welat qesd kî der e? Gava mirov her di eynî nivîsê de paragrafa ku armanca rojnameyê diyar dike dixwîne, mirov digihêje qenaetekê. Yanî Dîcle-Firat dixwaze pirsa pêþveçûna Rojhilatê wek dozeke ”welêt”, yanî wek dozeke Tirkiyeyê bête qebûlkirin. Ev qesd bi vê paragrafê weha diyar dibe: ”Armanca me dê ev be, em ê bi ruhê yekîtiyeke ku li ser bingehê hezkirin û rêzgirtinê ava bûye, ji bo ku pêþveçûna Rojhilatê ya çandî û aborî wek dozeke welêt bête qebûlkirin, bixebitin.” Di gelek waran de lênerîn ne zelal in. Gelek caran dijîtiyên berbiçav xuya dibin. Ji xwe li gora wan, armanceke Dîcle-Firatê jî ew bû ku wê dixwest di pirsên esasî de, þertên lênerîneke hevbeþ amade bike. Perspektîvên ku di warê pirsa kurd û Tirkiyeyê de diyar dibin, ne bi tenê xusûsiyetên Dîcle-Firatê derdixîne ortê, her weha xusûsiyetên salên 1960î jî derdixîne ortê. Ji ber vê yekê pir balkêþ in. Tirkiye û Kurdistan di gelek nivîsan de - tevî ku carinan di nav rêzan de tiþtên bi vê re nelihevkirî tê xwendin jî- ne wek du welatên cuda, lê Kurdistan wek herêmeke Tirkiyeyê tê pêþkþêkirin. ”Pêþveçûna Tirkiyeyê tevahiyek e û pêþveçûna Rojhilatê perçeyek e. Pir eþkere ye ku perçe tabîî tevahiyê ye.” (hejm. 2 -Pêþveçûna Rojhilatê û lênerînên þaþ) Di nivîsan de temaya yekîtiyê pir li pêþ e. Ew yekîtiyekê dixwazin, lê ji bo vê yekîtiyê þertên wan hene. Di nivîsa hejmara 4an a ku navê wê ”Li ser yekîtî û bihevrebûnê” de jî tête diyarkirin ku berî hertiþtî divê mirov destûrê nede ku hin hevwelatî li ser hin hevwelatiyên din desthilatdariyê deyne. Bêyî ku mirov li ferqa nîjad, dîn, mezheb û zimên binihêre, divê hemû hevwelatî li hember qanûnan wek hev bin. Çarçoveya yekîtiyê ”Mîsak-i Milî” ye û ev sînorê pirsa kurd e jî. Di nav Misak-i Milî de paraztina xusûsiyetên cuda ji bo wan pir girîng e. Bo nimûne; gava gelê herêmekê bi zimanê xwe bipeyive û binivîsîne divê wek xeterekê neyê dîtin: ”Di nav civata Tirktiyê de, gava gelê herêmekê bi zimanê xwe bipeyive û binivîsîne, ev ji bo çi ew qas bi xeter tê dîtin, em nikarin vêya fahm bikin?” (hejm. 2 -Pêþveçûna Rojhilatê û lênerînên þaþ) Min di vê paragrafê de, paraztina xusûsiyetên di warê zimên de fahm kir, lê divê ez diyar bikim ku min tu mahne neda gotina ”di nav civata Tirktiyê de”. Di vira de mirov dikare bi hêsanî bibîne ku di hilbijartina gotinan de carinan gotinên ku dûrî ruhiyeta Dîcle-Firatê ne hatine bikaranîn. Li ser ordiyê jî mirov dikare li hin gotinin xerîb rast bê. Ev di warê rola ordiyê de hem ji bo misteweya têgihîþtina çepê Tirkiyeyê û hem jî ji bo ya ronakbîrên kurdan nimûneyeke balkêþ e. Xuya ye di wê demê de, pêwîstiya serê kurdan li ser vê pirsê jî bi zelalbûneke baþ hebûye. Di Dîcle-Firatê de li ser ordiyê weha tête gotin: ” Yên dixwazin ordiyê ji bo menfaetên xwe yên taybetî bi kar bînin, ew ê ji aliyê ordiyê bi xwe ve bên eciqandin.” (hejmar: 6-Qedera rejîma demokratîk) Ji xwe, bi minasebeta salawexta wefata Ataturk, weþandina sûretê wî yê di hejmara rojnameyê ya duyem de û nivîsa ku li binê sûretê wî hatiye nivîsandin, li ser rûpelê yekem wek pîneyekî xuya dibe. Termînolojiya ku di rojnameyê de tête bikaranîn, tiþtên ku çi li ser navê taktîkê, çi jî li ser navê stratejiyê tên gotin, çarçoveya ku ji bo pirsa kurd tête danîn û tesbîtên di warê rewþê de diyar dikin ku bê misteweya minaqeþeya pirsa kurd, rewþa tevgera neteweyî, awayê nêzîkbûna pirsê û bi giþtî rojeva kurdan çawa ne. Rojname di vê mahneyê de jî belgeyeke pir hêja ye. Gelo argumentên Dîcle-Firatê çi ne? Gelo Dîcle-Firatê di vî warî de, ji bo çi xeteke weha meþandiye û termînolojiyeke weha bi kar aniye? Em pir baþ dizanin ku Dîcle-Firat û dorhêla wê mixalîfê rejîmê bûn û bingehê jiyana wan a weþanî pirsa kurd bû. Lê tevî ku hêviyên wan ên ji Birêvebirina Yekîtiya Neteweyî hatibûn kirin, pûç derketibûn û qenaeta ku divê êdî ”Rojhilatî” bi xwe dest biavêjin pirsa xwe û ji bo çareserkirinê fikireke hevbeþ derxîne ortê jî bi wan re peyda bûbû, gelo ji bo çi mixalefeteke xurt nekiribû, an nexwestibû bike? Min bi vê meqsedê jî li Dîcle-Firatê nihêrî û di hin hejmarên wê de, hin niqte tesbît kirin ku bi vê pirsê re elaqadar in. Nimûneyên ku ez ê bidim -wek ku min li jorê jî diyar kir - dê ji nivîsên Edîp Karahan bên hilbijartin. Ji ber ku xeta rojnameyê di van nivîsan de pir eþkere ye û ya herî girîng jî nivîsên wî temsîla xeta rojnameyê dike. Ez dixwazim bi nivîsa li ser ”Turkeþ û Sosyalîzm”ê dewam bikim: ”Neyse em weha bihesibînin ku Turkeþ bû îqtîdar. Em ê ji kirinên wî çend xalan rêz bikin: 550 Rojhilatî sirgûn. 4000 Rojhilatî ber bi Kampa Sîwasê. Li sînorên Rojhilatê 1000 erdên mayinkirî. Ev reqem nîþan didin ku ev kirin ji wan kirinên Turkeþ ên ku di dema îqtîdara Yekîtiya Neteweyî de kiribûn, deh caran bêtir in.” (hejmar 6- Turkeþ û Sosyalîzm) Xuya ye wê demê tirseke mezin hebûye ku hin hêzên hîn totalîtertir dikarin bên ser hikum. Li gora Dîcle-Firatê gava rewþeke weha çêbibe, devera ku herî bêtir zerarê bibîne dê dîsa ”Rojhilat” be. ”Em bi xwe ji pêþeroja civata xwe, ne bi hêvî ne. Di rojên pêþ de, îhtîmala avakirina îqtîdareke faþîst a ku niqteyên wê yên esasî an ji aliyê sîvîlan, an ji aliyê leþkeran, an jî ji aliyê sîvîl û leþkeran ve -têkel- bêne girtin, heye. Birêvebirineke Faþîst a weha dê di emrê xwe yê yekem de berê topên xwe miheqeq bide Rojhilatê.” (hejmar 7- Eniya Demokratîk) Ji ber vê yekê, di hejmara 6an de di dawiya nivîsa ”Turkeþ û Sosyalîzm”ê de weha tê nivîsandin: ”Birêz Turkeþ ger tu berê di ser termên me re derbas nebî, tu ê nikaribî nîzama qanûna bingehîn ji ortê rakî û bê ser hikum. ” Û piþtî wê jî di navbera rejîmeke ”dîkta û demokrasiyê” de tercîha xwe tîne zimên: ” Di navbera dîkta û demokrasiyê de, tercîha xwe li aliyê demokrasiyê danîn, ji bo Rojhilatiyan pirsa man û nemanê ye.” (hejmar-7 demokratik cephe) Her di eynî nivîsê de, bi tercîhê re, damezrandina eniyeke demokratîk wek pêwîstiyekê tê pêþkêþkirin û di derheqê beþdariya kurdan de jî weha tê gotin: ”Ger li Tirkiyeyê eniyeke demokratîk bête avakirin, Rojhilat dê bibe endama wê ya herî sadiq.” (hejmar-7 demokratik cephe) Di derheqê mixalefetkirinê û pirsên ku bala min kiþandibûn de jî fikirên rojnameyê hêdî hêdî diyar dibin. Rojname ji aliyekî ve behsa siyasetên ku kurd xeyalþikestî kirine û hêviyên ku pûç derketine dike û ji ber vê yekê dixwaze li ser bingehê menfaetên ”Rojhilat”ê mixalefetê bike, ji aliyê din ve jî ji bo îqtîdareke hîn xerabtir çênebe, destê wê ji koalîsyonê nabe. Di vî warî de hem xeta ku tê meþandin û hem jî sedemên wê, weha tên diyarkirin: ”Dîcle-Firat ji bo ku tu firsetan nede destê dijminên koalîsyonê wek ku heta nuha kiriye, ew ê ji nuha û pê ve jî bi giranî û hûrbijarî hereket bike. Madem em dîktayeke nîjadperest naxwazin û em li dijî dîktayê ne, wê gavê ger em ji koalîsyonê re zehmetiyan derxînin, ma ew ê neyê wê mahneyê ku em dara bin xwe dibirin? Dil dixwest ku Dîcle-Firat bi awayekî hîn mukemmeltir derkeve, lê dil tiþtekî dibêje û aqil tiþtekî din. Û kapasîteya xebatkarên Dîcle-Firatê têra vê mukemeltiyê dike. Dîcle-Firat bi giranî, lê bi awayekî ewle ber bi hedefa xwe ve pêþ de diçe. Nifþên nuh pê nizanin, lê yên kevin dizanin: Di dema Meþrûtiyetê de demekê bi kurdî rojname û kovar derketin. Dibistanên kurdî yên ”nimûne” hatin vekirin, lê dû re... Di rêya ber bi hedefê ve çûyinê de þîara Dîcle-Firatê yekîtiya neteweyî ye û dê yekîtiya neteweyî bimîne.” (hejmar-7 demokratik cephe) Lênerînên ku li jorê hatin zimên, ji bo diyarkirina bitemkînbûna ronakbîrên wê demê pir balkêþ in. Dîcle-Firat xwediyê felsefeyeke weha ye. Li gora vê felsefeyê xeteke siyasî pêþkêþ dike. Li gora ku diyar dibe, birêvebirên Dîcle-Firatê nedixwest rêyên ku berê hatibûn ceribandin û li gora baweriya wan, encam nedabûn an jî encamên pir xerab dabûn, dîsa biceribînin. Wan ew ji bîr nekiribûn û ji ber vê yekê, dixwest lingên xwe bi semt biavêjin û di bin ronahiya tecrubeyên dîrokî de hereket bikin. Dîcle-Firat mixalefetê dike, lê li vê mixalefetkirina xwe baþ miqate ye, da ku mixalefeta wê bi kêrî dijminên koalîsyonê neyê. Ji ber ku li gora baweriya wê, di þerê di navbera koalîsyonê û dijminên koalîsyonê de, dijminên koalîsyonê dê qet nebin tercîha wê. Yanî dijminê dijminê mirovî hertim ne dostê mirovî ye, lê dikare dijminekî hîn dijwartir be... Ger mirov li ser gotinên ku ji Dîcle-Firatê hatine wergirtin baþtir bifikire, mirov ê bibîne ku di eslê xwe de Dîcle-Firat dizane bê daxwazên çi ye, dilê wan çi dibêje. Li gora ku tê îdîakirin, li dora wê jî kadroyên ku kapasîteya wan têra bicîhanîna van daxwazan dikin, hebûne. Lê dîsa li gora wan, dem dema bi îtîna û bi aqilî hereketkirinê bû. Li gora ku ew îdîa dikin, ew bi ya dilên xwe nakin û li gora tecrubeya ”nifþên kevin” li gora êqil dimeþin. Ji ber vê yekê, xwe realîst dihesibînin. Þîara wan a ”yekîtiya neteweyî” jî ji bo paraztinê wek mertalekî diyar dibe. Dîcle-Firat mixalîf e, mixalîfeke li ser navê kurdan. Kurdên ku behsa rewþa ”Rojhilatê” dikin, di wê demê jî bi ”herêmperestî” û bi ”cudakeriyê” tên îthamkirin. Kurdan jî ji bo paraztinê, temaya yekîtiyê û di nava vê yekîtiyê de daxwaza pêþveçûna ”Rojhilatê” ajotiye pêþ. Li gora baweriya birêvebirên Dîcle-Firatê, rojnameya wan ji bo meþandina mixalefeteke bi vî rengî, wek platformeke realîst rola xwe leyiztiye. Dîcle-Firat di perspektîvên xwe de çi qas bi heq derket, kîjan perspektîvên wê rast bûn, kîjan þaþ bûn? Bi carekê hertiþt redkirin, an jî bi temamî qebûlkirin, ne metodeke rast e. Di vî warî de, di salên 70yî de Xwedêgiravî hin qonax derbaskirî hatibûn hesibandin, lê di salên 80 û 90î de, hin qonaxên ku derbaskirî hatibûn hesibandin ji nuh ve bûn mijarên minakeþeyê û xalên rojevê. Divê xusûsiyetên wê rewþê di pêvajoya dîrokî de li gora þertê wê demê û bi misteweya minaqeþeya civaka me bên þirovekirin û dersên pêwîst jê bên wergirtin. Divê ronakbîrên kurdan bi awayekî hîn aktîvtir beþdarî hewildanên ji bo bicîhanîna vê berpirsiyariyê bibin. Di vê niqteyê de tiþtek heye ku divê mirov tesbît bike. Ew jî ev e ku tevî xeta Dîcle-Firatê ya ”biaqilî, hûrbijarî û bi semt” hereketkirinê jî sîyaseta desthilatdaran a li hember gelê kurd nehat guhertin û di 1963an de 23 kurd ku berpirsiyarê Dîcle-Firatê jî di nav wan de, ji ber kurdîtiyê hatin girtin û bi vî awayî jiyana weþanî ya rojnameyê qediya. ”Ji nuha û pê ve, gava di îfadekirinê de heta dereceyekê zehmetî bête kiþandin, em ê kurdî bi kar bînin” Gava min Dîcle-Firat dixwend, min bi carekê ji bîr kir ku bê ez bi kîjan zimanî dixwînim. Heta ku ez li xwe hay bûm ku ez bi tirkî dixwînim, min digot qey nivîs bi kurdî ne. Hin dikarin bibêjin ku Tirkiya kurdan di bin tesîra kurdî de hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê, bi te weha hatiye. Heta niha kêm kovar û rojnameyên kurdan yên bi tirkî hiseke weha xurt a bi qasî Dîcle-Firatê bi min re çêkiriye. Wekî din jî ger em di Dîcle-Firatê de, bala xwe bidin misteweya bikaranîna zimanê tirkî, em ê bi hêsanî bibînin ku Tirkiya wê, li gora wê demê Tirkiya ronakbîran e. Li gora gelek kesan sedem, hisên Dîcle-Firatê, rengê wê û ronahiya ku jê diçûrisî ye. Em nuha jî di gelek civîn û kongreyan de, dibin þahid ku gelek ji me - kurdên Swêdê ne tê de- hîn jî rêya hêsan hildibijêrin û di warê bikaranîna kurdî de tehamulî piçekî zehmetiyê nakin. Þiyana xwe ya ji bo fêrbûna zimanên biyanî, ji bo kurdî bi kar naynin. Gava em di pêvajoya bi kurdîaxavtinê de, piçekî zehmetiyê dikiþînin, em dibêjin, ”em di warê xweîfadekirinê de zehmetiyê dikiþînin, ji ber vê yekê em dixwazin bi tirkî bidomînin”. Lê tevî ku di warê bikaranîna zimanê kurdî ya bi nivîskî de dema me bi qasî ku mirov nikare bi salên 1960î re miqayese bike li pêþ e jî Dîcle-Firatê wek me nekiriye. Wê tam tersê me kiriye. Dîcle-Firatê bi tirkî dest pê kiriye û planên xwe yên di warê kurdî de hêdî hêdî eþkere kirine. Di hejmara heftan de jî weha dinivîsînin: ”Ji nuha û pê ve, gava di îfadekirinê de heta dereceyekê zehmetî bête kiþandin, em ê kurdî bi kar bînin.” (hejmar 7- Swaro) Ev rûpelên helwêsta lixwevegerînê ne. Ev xusûsiyeteke rojnameyê ya balkêþ e. Divê li ser bête fikirandin. Di beþa Dîcle-Firatê ya bi navê ”Ziman-Edebiyat-Folklor”ê de, bi tenê nivîsên li ser ziman, edebiyat û folklora kurdî hene. Ji derveyî wan, mirov li tu nivîsên din rast nayê. Ger mirov vê xusûsiyeta Dîcle-Firatê bi beþên ”ziman û edebiyat”ê yên gelek rojnameyên me yên ku di dema me de di giraniyê de bi tirkî derdikevin re miqayese bike, mirov ê tevî îmkan û pêþveçûnên berbiçav jî ferqekê tesbît bike. Min di derheqê meyla Dîcle-Firatê ya di warê kurdînivîsandinê de berê nivîsîbû. Ez naxwazim li vira dubare bikim. Lê ger ez mijarên herheyþt hejmarên Dîcle-Firatê yên ”Ziman-Edebiyat-Folklor”ê li jêrê binivîsînim, hem xusûsiyeta rojnameyê ya di vî warî de û hem jî ferqa ku divê bête dîtin, dê baþtir xuya bibin. Di vira de, van rûpelên Dîcle-Firatê ji sedî sed (%100) rûpelên ziman, edebiyat û folklora kurdî ne. Em hemû dizanin ku hem hayê berpirsiyarê Dîcle-Firatê û hem jî hayê xebatkarên wê, ji edebiyata Tirkiye û dinyayê hebû. Lê dîsa jî mirov ji derveyî ziman, edebiyat û folklora kurdî nikare tu tiþtekî din tê de bibîne. Ziman-Edebiyat-Folklor : Hejmar 1: 1- Mele Ahmedê Cizîrî, 2- Koka kurdan I. Hejmar 2: 1- Þêx Ahmedê Xanî, 2-Koka Kurdan II. Hejmar 3: 1- Hecî Qadirê Koyî, 2- Koka Kurdan III. Hejmar 4: 1- Helbestên bijarte (helbestên bi kurdî), 2- Xaltîka Fersê (çîrok), 3- Edebiyat (li ser edebiyata kurdî -wergerek). Hejmar 5: 1- Ziman I (Li ser zimanê kurdî- wergerek), 2- Dînê û Dîno (çîrok). Hejmar 6: 1- Ziman II (dewama wergera hejmara 5an), 2-Xecê û Siyamed, 3- Eþîrên Kurdan I (wergerek). Hejmar 7: 1- Eþîrên Kurdan II (dewama hejmara 6an), 2- Swaro (çîrok). Hejmar 8: 1- Dîroka Kurdan, 2- Kurd û Dîn, 3- Heydo û Ferho (çîrok- xwerû bi kurdî). ”Tu dinivînî, ji bo çi? Ji bo zimanê xwe ji bîr bike. Tu þiyar dikî, ji bo çi? Ji bo zimanê xwe ji bîr bike.” Wekî din jî ger em bala xwe bi awayekî din bidin rojnameyê, em ê di warê paraztina zimên -wek xusûsiyeteke ”Rojhilatî”- û têkoþîna li dijî asîmîlasyonê de, li gelek nivîsan rast bên. Ji bo rastiya Dîcle-Firatê ya di vî warî de min ji hejmara duduyan nimûneyek hilbijart. Ez bawer dikim ku ev nimûne dê têra diyarkirina xusûsiyeta rojnameyê ya di vî warî de, bike. ”Berê ji bo ku Rojhilatî zimanê xwe yê bav û kalan, urf û adetên xwe ji bîr bikin, Rojhilat hat îhmalkirin. Îro ronakbîr û siyasetvan pêþveçûna Rojhilatê dixwazin. Li vira, armanc dîsa di hundurê xwe de hilandina Rojhilatê ye. "Sedsal derbas dibin, fikir tên guhertin, lê meqsed nayê guhertin. Tu dinivsînî, ji bo çi? Ji bo zimanê xwe ji bîr bike. Tu þiyar dikî, ji bo çi? Ji bo zimanê xwe ji bîr bike.” (hejmar 2- Pêþveçûna Rojhilat lênerînên þaþ) NÛDEM, No: 25, 1998
|
|
|
|
|
|
|
|