Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                                        


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

      

                              EDîP KARAHAN KÎ YE?

                           (1926 -1976 ) 

 

Li gora agahdariyên ku di nasnameya wî de hatine nivîsandin; ew di sala 1930î de, li Dêrika Çiyayê Maziyê hatiye dinyayê. Lê li gor ku merivên wî yên emirmezin dibêjin, ew di meha nîsanê ya ku piþtî Þêx Seîd hatiye daliqandin de çêbûye. Loma jî qeneeta xurt ew ku di sala 1926an çêbûye. Ew lawê Hecî Cemîlê Þêxmûsê Hecî Osmanê Reþo ye. Navê dêya wî Hecî Semo ye. Ew ji eþîra Mahmûdan e. Mahmûdî yek ji pênc eþîrên Dêrikê ye. Piþtî Hecî Osmanî, Êlasoyê kurê wî bûye serokê eþîrê. Ji ber kurdayetiya Êlasoyî, Edîp Karahan di zaroktiya xwe de dihere (bi dê û bavê xwe re derbasî Binya Xetê dibe) sirgûnê.

 

Bavê wî û apê bavê wî Êlaso (Îlyas Efendî) beþdarî serhildana Þêx Seîdî dibin û Êlaso ji ber wê daweyê di Mahkemeyên Îstiklalê de tê mahkemekirin. Piþtî ku ji wê daweyê xelas dibe, teva malbata xwe sirgûnî Eskîþehîrê dibin. Piþtî sirgûnê beþdarî haziriya Îsyana Agiriyê dibe û li ser wê yekê dewlet wî rehet bernade. Di þerekî ku bi eskeran re de birayê wî Saliho tê kuþtin û li ser vê yekê ew derbasî Binya Xetê dibe. Êloso di sala 1933an de li Amûdê wefat dike.

 

Edîpî heta bi lîseyê li welêt xwendiye. Berî ku ew derbasî Fakulteya Huqûqê ya Unîversîteya Stenbûlê bibe, salekê li Fakulteya Edebiyatê di beþê felsefeyê de xwendiye. Ew hîna di xortaniya xwe de bi meseleyên kurdîtiyê re eleqeder dibe û li se vê yekê, di sala 1953yan de li Stenbolê, ji daweya propaxandaya kominîzmê tê girtên, lê paþê ji wê daweyê berat dike.

 

Di sala 1957an de, ji ber nivîsên xwe yên di kovara Forumê de belav bûbûn, þeþ mahan di hefsê de dimîne.

 

Di sala 1960î de, demekê serokatiye TÎPê (Partiya Karkerên Tirkiyeyê) ya Emînonuya Stenbûlê dike.

 

Ew di sala 1962yan de bi navê Dîcle-Firatê rojnameyeke mehane derdixe û ew bi xwe, xwedî û berpirsiyariya wê dike.

Hejmara Dîcle-Firatê ya pêþî di yekê çileya pêþîn ya sala 1962yan de derdikeve. Wî ji xêndî Dîcle û Firatê jî di hin kovar û rojnameyên mîna Forum (1957), Yeni Gun (1975) û Yenî Ortamê (1975)de maqale nivîsandne.

 

Çend gotin li ser Dicle-Firatê

 

Piþtî bêdengîya mixalefeta kurd ya demeke dûr û dirêj, elîteke piçûk ku ji rewþenbîrên kurd pêk tê, gavekê di warê rojnamegeriyê de diavêjin. Edip Karahan birêvebiriya rojnameyê bi xwe dike. Piþtî hejmara çaran, him rûpelên rojnameyê tên zêdekirin (ji çar rûpalan derketîye heyþt rûpelan) û him jî hin kes ji rojnameyê bi dûr dikevin. Teva ku rojname navê Kurdistanê pir eþkere bilêv nake jî, bi navê Rojhilatê, pir eþkere sîyaseteke cûdaxwaziyê dike. Ew di sîyaseta xwe ya weþanê de, cîh nede problemên pêþveçûyina Tirkîyeyê. Ew li ser rewþa Rojhilatê û bêedaletiya ku lê tê kirin disekine. Ew dozaja mixalefetkirinê di her hejmareke xwe ya nû de zêdetir dike. Ew her ku ber bi hejmarên dawiyê ve tê, li himberî înkar û asîmlasiyona li ser ziman, dîrok û edbiyata kurdiyê, alaya mixalefetê bilindtir dike.


Gelek kesan di vê rojnameyê de, bi navên xwe
û bi navên
cûda nivîsandine. Musa Enter, Dr. Þivan (Sait Kirmizitoprak), Sait Elçi, Ahmet Botanli, Îsa Þan, Yaþar Kaya hin ji wan navan in. Edip Karahanî ji derveyî navê xwe yê eslî,  bi çar navên din jî nivîsandiye.

Navên ku wî bi kar anîne û beþên ku li ser nivîsandiye, ev in:

 

1- Edip Osmanoglu (Sernivîsên rojnameyê)

2- Hamit Mazidagli (Sîyaseta hundirîn)

3- Mahmut Bayraktar (Sîyaseta derve)

4- Reþo (Çîrok)


Mirov dikare pir eþkere texmîn bike ku di wê demê de derxistina rojnameyeke weha, dê bi kîjan zahmetiyan pêk hatibe. Xebata rojnameyeke weha dê
ne hêsan dbe. Gava mirov wê dixwîne, di her rûpelên wê de zehmetiyên xebata wan dibîne. Ji hêlekê de zulm û zora dewletê, ji hêla din de jî zahmetiyên belavkirina rojnameyê û problemên aborî. Dengê kekê Edip, gava ew bang li bayiyên rojnameyê dike, dikeve kerrika guhê mirovî: ”Em tu cewabê ji bayiyên xwe yên Ruha, Swêreg, Xarpêt, Wan û Tutaqê nastînin. Tu sermayedarên ku me fînanse dike tune ye. Heger bayiyên me pereyên rojnameyê neþînin, ma ew ê ev rojname bi çi derkeve?
Ma ji bo rojname derkeve divê  em herin duaya  baranê?”

Her çi qasî di rûpelên Dicle-Firatê de, hêlên Edip Karahanî yên fikirî û siyasî bi pêþ de derketibin jî hêlên wî yên edebî û hunerî jî balkêþ in. Wî bi navê Reþo, ji derveyî hejmara yekê, di her hejmara Dicle-Firatê de çîrokek nivîsandiye. Li ser hev heft çîrok nivîsandine. Bi tenê çîroka ku di hejmara dawiyê (hejmara heyþtan) de nivîsandiye, ya navê “Heydo û Ferho” ye, xwerû bi kurdî ye. Her þeþên dinê bi tirkî ne. Ji bona ku mirov bibêje ku ew tirkî ne, sed þehad lazim in. Bi gotina kekê Edip, ”Her ku em di warê xweîfadekirina zimanê tirkî de zehmetiyê bikiþînin, em ê dest bi kurdiyê bikin. Heger zatekî nola min, di warê xweîfadekirina bi tirkî de, zehmetiyê bikiþîne, xelkê reben dê çi bike!” Û bi rastî jî weha kiriye. Ew her tim li firsetekê geriyaye ku di çîrokên xwe de kurdiyê bi kar bîne.

 

Ew di hezîrana 1963yan de, di çerçeweya daweya 23yan de tê girtin.

 

Di îlona 1967an de, li mitînga Diyarbekirê axaftineke bi kurdî dike. Li ser wê axaftinê mahkûmî cezayê salûnîvekê dibe û ji wê daweyê neh mehan di hefsê de dimîne.

 

Di sala 1971ê de, ji daweya DDKOyê tê mahkemekirin û ji ber wê daweyê cezaya (8) heyþt salan dixwe. Di eynî demê û ji eynî sûcî, ji daweya TKDPyê (Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê) jî tê mahkemekirin, lê ji ber ku ji eynî sademan ji daweya DDKOyê ceza xwaribû, ji wê daweyê cezayê naxwe û salûnîvekê di hefsê de dimîne. Piþtî ji hefsê derdikeve, derbasî Kurdistana Baþûr dibe.

 

Li Kurdistana Baþûr bi naznavê Azad tê nas kirin, lê gelek kes jê re dibêjin, "Mam Azad". Li wê derê demekê di beþê ragihandinê de dixebite û dû re li dadgeha Çomanê dadgeriyê dike.

 

Di sala 1970ê de, bi navê "Þerê Xelaskariya Neteweya Kurd û Serleþkerê wê Generan  Mistefa Berzanî" belavokekê derdixe û belav dike.

 

Di 11yê Nîsana 1971ê de, li DDKOya Diyarbekirê di derheqê pirsgirêka neteweyî de semînerekê dide. Axaftina wî ya di vê semînerê de, ji terefê endamên îstiqbaratê ve, di kasetan de tê qeyd kirin û dema ku derdikeve mahkemeyê, heyeta mahkemeyê wek delîl li hemberî wî bi kar tîne.

 

Di 8ê sibata 1971ê de, di mitînga Qozlixê de axaftinekê dike.

 

Li gor raporeke îstiqbaratê ku li ser wê "bi dizî" dinivîsîne, dibêje, "Bi fikra ku ew karibe bide îspatkirin da kurd miletekî cûda ye û zimanekî wan ê cûda heye û bi vî zimanî dikarin her cûre berhemên edebî binivîsînin, ji kitêba Jean de La Fontaine ya bi navê Fables du çîrokên bi navê "Gêrik û Çirçir" û "Qijalk û Rovî" wergerandiye kurdiyê û ew belav kirine[*].

 

Hin nivîsên wî yên di dema saxiya wî de ku nehatibûn weþandin, paþê di kêtêba ku bi navê "Bir Kurt devrimcisi: Edip Karaha'nin anisina" de, hatine çap kirin.

 

Ew di sala 1976an de, li Stenbûlê ji nexweþiya dilî çû ser heqiya xwe.

 

Bi navê Tûrcel, Welat û Þiyar sê kurên wî hene.

 

 



[*]Ji ber ku ev herdu çîrok di destê me de tune bûn, brêz Îbrahîm Seydo Aydogan ew ji nuh de (ji fransî) ji bona bibîranîna 28 saliya wefata wî wergerandine kurmanciyê.

 

 

                                                              

    

            

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


Nivîsên li ser
Edîp Karahan:


Bi kurdî

Mustafa Aydogan
Rojen Barnas
Cemîl Demircan
Osman Özçelik
Ahmed Aras
Firat Cew
e
Seyidxan Irmak
Enwer Karahan
Hidayet Karahan

Bi tirkî
Ibrahim Güçlü

Tarik Ziya Ekinci

Naci Kutlay
Ismail Beþikçi
Seid Aydogmuþ
Ruþen Aslan
Seleh Bulut
Mahmut Baksi
Mehdi Zana
Feqi Hüs
e
yin Sagniç
Þeref Yildiz