Yan piþta xwe bide çiyayekî asê, yan jî mêrekî çê!      

Hûn bi xêr hatin Dîwana Edîp Karahan

                                    Serrûpel         Kurdî         Türkçe         Wêne         Aktuel                             


Edîp Karahan kî ye?

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl
 

                                                                

 

 

 

Wê rojê, Rojhilatê xwe reþ girêda. Roj xemgîn bû, hilnehat. Ezmên ji dil hêsir barandin. Bû haho hahoya ewran, li bin guhê hevdu ketin.

 

Dinya ji niþka ve bû þev û sitêrkekê xwe ji jorê bera xwarê da. Stêrkeke ne di wexta xwe de... Stêrkên mayî li xwe xist, bi xeramûþkan rûyên xwe tev çirandin. Darên zeytûnan di cîh de hiþk bûn, tu lib bi wan ve neman. Bû haho hahoya Tûrcelê, dengê qêrîna wê di felekan re derket. Kûrînî bi Xab û Kulêbeyê ket û bi ser Êrge Baba de girîyan. Qîza Qirêl porê xwe giþ hilkir, xwazgînîyên xwe hemû vegerandin, herdu gulîyên xwe di ber de jê kirin û zewac li xwe heram kir.

 

Wê rojê, ne tu kes çû Dahl û Xabê û ne jî li qahweya Celalê Sor rûniþt. Aþxaneya Hutîyî venebû, þûþeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî. Hespikeke hesinî bêxwedî ma, xwe sipart dîrekê cereyanê û li halê xwe û wan girîya. Ji Kanîya Gûzê heta Aþê Mala Xemoyî, kes li sûkê nema. Xeto û Remo þaþ man û ji jora Dêrikê heta Heramîyan, bi tepan çûn serên xwe. Wê gavê, bayekî þînê xwe li taxa Mehmûdan girt. Hinar perçivîn, libên wan giþ bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. Lehîyek rabû û Dêrika Çîyayê Mazî da ber xwe...

 

 


 





                                                       

  

                                  Edîp Karahan

                           (1926 - 1976)

           Armancên malpera Edîp Karahan

 

Ji demeke dirêj û vir de ye ku li ser malpereke bi vî rengî dihate fikirandin, lê mixabin ku heta niha ew bi ser neketibû. Sebebên biserneketina wê hene helbet, lê bila ew jî wek wan sebeban be ku me heta niha di warê lêbixwedîderketina hin hijayiyên xwe de kirine. Ev xemsarî ye, tiralî ye, sersarî ye, hûn kîjan navî lê dikin, hûn serbest in. Ev jî kêmaniyeke me ye, em çi bikin? Lê teva hemû kimaniyên xwe jî îroj em bi we re ne. Ya baþ ew e ku em mihasebeya vê yeka hanê hewaleyî wîcdanê rûpelên dîrokê bikin. Dibe ku rêya herî rehet jî ev be.

 

Em Edîp Karahanî mîna hêjahiyekî hemû kurdan dibînin, loma jî em naxwazin ku wî bikin malê tu grûp, malbat, eþîr û partiyan. Ji xwe gava mirov li jiyana wî ya þoreþgeriya di rêya kurdayetiyê de dinêre, ew qet nebûya endamê tu rêxistinên kurdan yên îlegal (ya jî bi qandî ku em dizanin, weha ye). Wê xusûsiyeta wî hiþtiye ku îroj,  bêîstisna her kurdekî/e ku di derheqê wî de rûdine, bi awayekî eþkere qala mêrxasî, rastgotinî û rewþenbîriya wî dike û herweha, qala çepîtiya wî dike ku ew di warê kurdayetiyê de çi qasî bêtahwîz bûye. Li gora van xusûsiyetên Edîp Karahanî, mirov hêvî dikir ku kurdan ew mîna hêjayiyekî xwe yê miletî qebûl kiribûya û bi qelsî bûya jî xwedîtî lê kiribûya. Ji ber ku gava em li fikir û perspektîfên wî yên di dema xwe de dinêrin û em wan didin ber yên îroj, mirov pir bi eþkereyî dibîne ku ew fikirên wî, vê gavê jî aktuel in û mirov dikare bi berfirehî jê îstifade bike. Gava ku mirov van hêlên wî dibîne û lê difikire ku kurd heta bi vê gavê jî li þexsiyetekî xwe yê weha bixwedî derneketine, mirov piçekî reþbîn dibe.

 

Gava ku em li girafîka wî ya rawestandina li hemberî neheqiyên serdestên Kurdistanê temaþe dikin û helwêstên ku wî di pratîka xwe ya tekoþîna li ser rêya kurdaweriyê de daniye, kêmaniyeke ku em ji tevger û rawestandina wî ya li hemberî neheqiyan bibînin, tune ye. Wî hergav li dijî sistema çavsoriyê þerê demokrasî û azadiyê bi pêþ de daye û ji bona wan mexsedan bedelên giran jî dane. Ew yek ji wan kesan e ku cara pêþî di mahkemeyên dewleta Tirkiyeyê de mistemlekebûyina Kurdistanê parastiye. Hûn ê di parsatinên wî de jî bibînin ku wî bi tu awayî serî li ber dadgehên çavsoran daneniye.

 

Hîn di wê xortaniya xwe de, hemû menfeetên  xwe li hêlekê danine û xwe fedayî tekoþîna neteweya kurd kiriye. Wî malbata xwe, eþîra xwe, xwendin û terfiyên xwe li hêlekê danîne û li ser rêya doza kurdayetiyê þûrê xwe li hemberî zulma zaliman, bi awayekî kurdî kiþandiye. Hewceyî ku em van xusûsiyetên wî bi dirêjahî binivîsînin tune ye, ji xwe hûn ê di nivîsên wî de û di nivîsên ku li ser wî hatine nivîsîne de jî bibînin. Bi tenê, em dixwazin bala we bikiþînin ser mihasebeyeke di warê wefadariya lêbixedîderketina hêjahiyiyên xwe de.

 

Yek ji wan armancan ew e ku me ev malpera hanê (bi derengî be jî) hazir kiriye da em þexsiyetekî mîna Edîp Karahanî careke din di bîra kurdan de bînin û qirnê nuh ji fikir, helwêst û perspektîfên wî bê par nehêlin. Ji ber ku di ser wefata wî re 28 sal derbas bûne û xortên nuh nizanin ku di demeke dîrokê de mirovên weha li ser rêya kurdayetiyê çi kirine û xwestine çi bikin û çi dabûn ber xwe û çi zahmetî kiþandine. Hêviya me ew e ku ev xebata hanê bikare alîkariyê bike da perçeyek ji dîroka kurdan ya binaxkirî derkeve meydanê.

 

Mexsedeke din jî ji vê xebatê ew e ku hin kesên di derheqê Edîp Karahanî de xwedî agahdarî ya jî xwedî fikir bin ku bixwazin hin tiþtan binivîsînin, an jî hin malzeme di destê wan de hebin (nivîs, wêne, bîranîn, belge û serpêhatî) da bikarin li edresa vê malperê kom bibin û ew tiþtên hanê ji bona xizmeta neslên nuh bên pêþkêþ kirin e. Bi vê minasebetê, em dixwazin ji hemû hemwelatiyên Kurdistanê rica bikin ku tiþtekî di derheqê Edîp Karahanî de di destê kê de hebe, bila ji kerema xwe re têkiliyê bi me re deynin da em jî karibin wan tiþtan bi awayekî efektîfî têxin xizmeta kurdên xwedî bîr û bawerî û xwedî wîcdan.

 

 >>Ji bo têkiliyê vê derê bitikînin<<

 

                                            
Nivîsên li ser
Edîp Karahan:

Kurdî

Mustafa Aydogan

Rojen Barnas

Cemîl Demircan

Osman Ozçelik

Ahmed Aras

Firat Cewerî

Seyidxan Irmak

Enwer Karahan

Hidayet Karahan

A.Zekî Okçûoglû

Tirkî 

Ýbrahim Güçlü

Tarýk Ziya Ekinci

Naci Kutlay

Ýsmail Beþikçi

Sait Aydoðmuþ

Ruþen Aslan

Seleh Bulut

Mahmut Baksi

Mehdi Zana

Feqi Hüseyin Saðnýç

Þeref Yýldýz

Halim Demir

Ömer Özmen