Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

     

 

Sê giyar û sê navdar

 

Enwer Karahan

 

Ji beriyeke bêserûbin, bir bi çiyayê Mazî ve, bi hênkahiya bayê xerbî û bi afata bayê kur re, sê giyarên bilind rabûnin ser xwe. Hersiyan bi hev re destên xwe li nava te danin hevdu, lê qudreta wan jî têrê nekiriye ku te di nava pençeyên xwe de bihefidîne.

 

Bergiya te vekirî maye û te eniya xwe daye wê rojavaya ku wek bahreke reþ e ku ew carinan þîn û carinan jî zer e. Ne ji wî Girqîjot û Girdodî bûya, tu kelem li bergiya te tune bûn, heta ku çav çavan dibîne. Te ew deþta bixêrûber daye ber xwe, heta bi cîhê ku roj lê dinuxume.

 

Yek jê Tûrcel e, gava ku qala wê dibe, vê re senbolekî mêrxasî û neteweya kurd tîne bîra mirovî ku piþtî 25 salan, 237 kurdên serbêjing ew bi rûmeteke mezin bibîr anî. Paþê di bîra mirovî de rêz dibin kanî û delavên di newqa wê de, ji xêndî hefadiya wê ya bibext û bêbext. Ger meriv di kelkela germa navrojê de, ji Lata Sor û Dikên Biriya serberjê bibe, ava Xabê mîna xizir bi bergiya mirovî ve tê. Ji dengê kahr û berxan, li ser avê pêleke ji melodiya bilûra þivanan pêk tê, ji xêndî dengên serxwînk, zenqendîl û þalûrên li ser Xêxot. Bîhna tehew, kenêr û guhîjên ku ji nav baxçeyan te, tahma xwe dide þeraba ku filehên te bi ser de dikirin ku îkrama mêvanên ezîz e ku ew bi hosteyiyeke mezin tê çêkirin. Dengê navdariya zeytûn, hinar û hijîrên te, çûye di felekan re derketiye. Kîjan cebeþa dikare xwe li ber cemidîbûna ava Xaba te bigre? Piþtî xwarina sêleke goþtê kahran be jî gava mirov firekê jê vexwe, ew vê re diferikîne û mirov dike mîna perrî. Ew wek qudretê, ji rengê ava Zimzimê ye.

 

Di nav wan çemên bidirî de, yekcarinan vexwarina araqê -ya bi dizîka- xweþ e, (bêyî ku H. Cemîlê Hecî Osmanî bi merivî bihise) lê bi tahma fêkiyên te yên ji leman, ew weke þîrê çirrê ye. Li binê wan darûberan pahn dibin xortên sohbetxweþ, biwext û bêwext. Gelek caran mijara sohbet û awaza wan dehere ser wê helbesta Qedrîcanê rehmetî ku li ser te, bi hesreta dilan dilorand. Ew ciwanên te, ne bi tenê Newzadî (Qedrîcan) bibîr tînin, her weha, Reþîdê Kurd jî bi çepitiya wî tînin bîra xwe, lê xuya ye ku bavê Tûrcelî bi xwe ye, ew ê ku ji wan re bûye ekoleke rêberî û îlhama kurdayetiyê. Ew lorîn û axîna xortan e, li ser mêrgên Xab û Dahl û Kulêbeya te... Helbet, ne ev tenê nin hêjayiyên te yên binav û bênav. Roj heye ku em ê bikin qal û bahsa hemûyan, bêyî ku em ferqê têxin nav reng û qewim û eþîr û olên wan.

 

Me qala bavê Tûrcelî kir, lê ji ber xemla te, em piçekî bi dûr ketin. Heger em bi çend gotinan dîsa vegerin ser wî zatê nemir û navê Turcelê, da ew nebe sersebeba tevliheviyekê: Di sala 1967an de, gava jê re çêbû kurê pêþî, wan navê wî danî Tûrcel. Paþê bera dû hevdu da, bi navê Welat û Þiyar, du naþiyên bêrêber… Li pê hersê kuran, Xwedê da wan keçeke bi navê Kurdistan, aqûbet ne li serê vî navê miqedes be, wê li Çomanê emir da haziran.

 

Berî çûyina Baþûrî bû ku ew bi navê Dîcle û Firatê, xwediyê du rehên dilên me bû.

Li vê derê em ê nekin qala "dîwan" û parastin û helwestên wî yên di mahkemeyên teresan de, ji ber ku dîrok þahida meselê ye.

 

Heger em careke din vegerin ser Tûrcelê: Tam li pozê vî giyarê te, bi navê Kanîka Reþoyî mêlavek heye, ew jî kalikê vî zatî ye ku ew mijara me ya vê gavê ye. Vî giyarê hanê pozê xwe bi ser deþtê de daliqandiye û heta bi Wêranþehar û Serêkaniyê tîne ber lingê xwe, teva kevir û kuçikên þehêr, di reþahiya her þevên xalî de. Yekcarinan tê dengê þalûr, bilbil û suravêrkan, ji nîvê Lata Sor a ku xwe weke kenbereke zêrînî li nava vî giyarê bêûcax gerandiye. Aniha lê peyde nabin darê kevot û qizwanan, lê di wexta xwe de xelkê beþtên xaniyan ji wan darên wek ziyaretan jêdikirin, bêyî ku ew li ezemeta wan bifikirin. Di biniya Lata Sorê re, bi dehan kanî û avzêm henin ku mekanê kewên nukilsor û çûkên terîsor û zer in, ji xêndî zinzîlik, ebabîl, kokel û gabelekan. Li Kanî Kenêra ku di quntêra Lata Sor a te de, ji marê teyar bigire, heta bi yên cûn, yên reþ, yên kor û tîrmar henin, di nav wan çaviyên zil û qamîþên ku sitara seyidvaniyan e.

 

Ji xwe, Xwedê jê razî be, ji ku navê wî lê bûye meriv nizane, lê jê re dibêjin Kanîka Haro ku ji wan komorçî, êzêngvanî û rêwiyên ji hêla Melebîkê, Golikê, Þêbê, Kaniya Alî, Xarok û Mabanê tên re bûye cîhê lê bîhnvedan û xwehênikkirinê. Heta ku ev navê hanê lê nebûbû, jê re digot, "Firêþî" ku ew di hustu Çivikan û Peyarê re ye. Xuya ye ku piþtî wî ew rezê tiriyên çilohûrik li newala piþta Tûrcelê danî û pê ve, damxeya xwe li vê kaniya hanê jî xistiye.

 

Di þevên havînê de, nemaze berî ku qorix hilê, ji serê vî giyarê bêmedet heta bi Mêrdînê xuya dibe; ew weke çiyayekî ji binê ava deryayên bêbinî derketibe, bi heybet e teva wan darên xwe yên berû û mazî û kevotan. Bi bîhna bayê sibehê re, xweþ tê bîna xuþîla ku ji nav qeraçên hêla Remok, Sûsik û Girsarîncê. Heger mirov ji serê wî giyarî, di wan þevên ku di sibehên wan de avî dikeve û mesafeya orta wan bi qasî hukmê du tivingan e li wê kelaya Mêrdînê binêre, ew wek dînazorekî textikî xuya dike ku bi lampeyên qelseronî hatiye xemilandin û tîna xwe dide heta bi Amûdêya nemiran. Di sibehên van þapatan de, dibe wîrqîna roviyên çekalan, weke îbsizên xencerdiberdeçikandî. Ew li nav wan dar û davî û qîþ û terîþan digerin, mîna pêxwasan. Me qala pêxwasan kir, divê tiþtek nê ser dilê biraderên Xançepekê, ji ber ku em bi wasiteyekê bûbûn tarloqên hevdu, bêyî ku em li ser bikin dahk û minaqaþe û sergêjî. Bi wê sobê bû ku ahlên me bihîstibûn navê Celal Guzelsesî, hunermendê dengzelal.

 

Heger em bi nav de herin, dê neyê dawiya pesin û marîfetên vî giyarê hanê. Berî ku em ji ser Tûrcelê vegerin, divê em xwe bera hêla Saadan û Kurkanê jî bidin, da qala Newala Bihîfê û Newala Qamîþê jî bibe ku li pala wî ya rojava nin.

Heger em piçekî bizîvirin ser wan herdu giyarên dinê, bêyî em navên wan bilêv bikin, me di serê gotina xwe de qala wan kiribû. Yek jê Pozê Mancêlê ye û yê din jî Êrge Baba ye. Me li ser gotina Qedrî Canê rehmnetî, nevê Pozê Mancêlê û Firneya Gawiran kir yek. Di eslê xwe de, ew du giyarên cihê nin, lê di netîceyê de ew dighêjin ser eynî rehê. Me qala Qedrî Canê rehmetî kir, divê em wî bi wê helbesta wî ya ku li xerîbiyê û ji çardeh çarînan pêk tê, bi bîr bînin. Ji xwe gava ku hûn van çarînan bixwînin, hûnê bibînin rismekî rehmetî û marîfetên wî yên hunerî. Hewcedariya ku em bikin bahs û qala wî ciwanmêrî namîne, ji ber ku hûn xendevanên fêhm zêde nin.

 

Ger me qala rehmetî kir, divê em destbirak û rêhevalê wî yê sirgûnê jî ji bîra nekin, her çi qasî me xwe bera hêla Rewþatê neda be jî. Ji ber ku wî jî di taliya emrê xwe de û di ber sikratê de, anîbû bîra derûdor û malbata xwe, navê welatê bav û kalên xwe… Dive ku hûn aniha bibêjin kî ye ev zatê hanê? Lê ez bixwe jî nizanim navê wî yê eslî çi ye, li gora ku navê wî yê li bin berhem û helbestên wî ye, jê re dibêjin, Reþîdê Kurd. Agahdariyên di destê me de, dibêjin ku ew di sala 1910an de li Rewþatê hatiyê dinyayê û ji salên çilî û pê ve, maceraya wî ya kurdperwriyê dest pê kiriye.  Dive ku em paþê vegerin ser helbestên vî ciwanmêrî, lê esas meseleya me li ser Qedrî Canê rehmetî vebûbû… Evana hemû hêjayiyên welatê bav û kalên me nin û hin kesên din jî henin, lê ji ber ku ew li heyatê nin, ne adeta me kurdan e ku em bikin qal û bahsa zindiyan. Pþtî ku ew emir bidin haziran, em ê bikin ax û wax û bikin qala mêrxasî û ciwanmêrî û qahremaniya wan. Lê çi feyde!...

 

Wexta ku me got welatê bav û kalan, hatibû bîra me ev her çardek çarînên derketiyê mala Cano, "Newzadî". Lê wexta me dest nade ku em di vê kurtenivîsê de ji we re pêþkêþ bikim her çardeh lorînan, em ê bi van pênc qitayan werin ser ku Temoyê stranbêj, ew bi navê ”Dêrika Çiyayê Mazî…” meqam kiriye.

 

Wî li dûrî hesreta dilan, di Hawara mala Bedirxan de, weha dilorand:

 

Dêrika Çayê Mazî

Welatê bav û kal e

Lê sed hewar û gazî

Jê dûr ketim çend sal e

 

Ez li wê hatim dinê

Wê dergûþê, hejandim

Hey wax hey mala minê

Dijminan, jê revandim

 

Perçeke ji buhiþtê

Besreke zêrîn welat

Îro dest nagihiþtê

Ax û keser ji dil hat

 

Xwezî vê carê jî min

Serê Xabê bidîta

Bila ruhistîn canê min

Hingê ji xwe re bistenda

 

Dêrika çayê Mazî

Welatê bav û kalan

Dîtina te dixwazî!

Newzad: Ji te re heyran

                    

                    NEWZAD

 

Ev bi navê Newzad (Qedrî Can) di kîjan hejmara Herwarê de ye, ez ê paþê ji we re bibêjim, ya hewce nake, hema ez aniha bibêjim ku ew di hejmara 24an de ye. Lê ji xêndî vêya jî nivîsa wî ya ku li ser þîna Êlaso nivîsandibû, bi qasî ya seydayê Cegerxwîn û Celadet Alî Bedirxanî, ji dil û bitesîr bû.

 

Êlaso jî yek ji wan kesan bû ku piþtî serhildana Þêx Seîdî, bû qurbanê eþîrên dost û þirîk. Ji ber wê bû, ew bûbû hêsîrê lingbilelek, teva dostên mixelet.

Li ser gotina wî bû, ev çend agahdariyên li bin hevdu, gava ku ew gîhaþtibûn nêzîkî cîhê bifelaket.

 

Yek ji wan serokeþîran bû ku ji pênsed siwarên xwe re gotibû, ”Gava hûn gîhaþtin perê þerî; bala xwe bidinê, kî be, yê xwedî qudret, bêyî ku hûn ferqê têxin nava qewim û nijadî, rakin alaya yê bihaþmet!” Û gava di lelekê de çûbûn Diyarbekirê, li ser Pira Reþ ev gotin ji bavê Memduhî re kiribû:

- Ez dizanim ku aniha ahlên cebeþên dendikreþ, dê sekinîbin li ser qesir û bedenên kevirreþ û ew ê li me bikin "yûûûh" û bêjin, ”hey, bexte reþ", wê çaxê hemû gotinên ku me ji bo we gotibû,  "Mala Reþ, bexte reþ in", dê bibin qerfên ne xweþ.

 

Xwedê giravî, diviyabû me bikira qala Textê Qîza Qirêl û Êrge Babayî jî, lê piþtî ku em ketin nav meseleyên bi sergêjî, me ji bîr (ne) kirin Bilxêr, Qulika Guran, Þikefta Devnizmik û Kanî Hinara di nîvê Firneya Gawiran ku milê wê li Giyarê Bamiyê ye. Ji xwe, hûn ê bibînin gelek nav û xweþiyên van giyarên hanê, di çarînên nemirê mala Cano de. Êdî di ser wan re hewce nake ku em bikin bahs û qal û pesnê van giyarên riq û rût. Ji xwe Êrge Baba ji xêndî þevên Newrozê ku li serê wî agirê ji tekelan fêdiket, ne xwedî tu xusûsiyeteke ku mirov qala wî bike. Lê divê em ji bîra nekin Kelek, Elbelûþ, Fitin, Rebet û Heramiyaya ku di pêxîla wî de nin.

 

Hezîrana 2001ê

 

 

 

                                                                                                              


Nivîsên li ser
Edîp Karahan:

Bi kurdî
Mustafa Aydogan
Rojen Barnas
Cemîl Demircan
Osman Özçelik
Ahmed Aras
Firat Cew
e
Seyidxan Irmak
Enwer Karahan

Bi tirkî
Ibrahim Güçlü
Tarik Ziya Ekinci

Naci Kutlay
Ismail Beþikçi
Seid Aydogmuþ
Ruþen Aslan
Seleh Bulut
Mahmut Baksi
Mehdi Zana
Feqi Hüs
e
yin Sagniç
Þeref Yildiz