Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat


Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

                                                                                                             

 

Îlyas Efendî çû rehmetê

 

Îlyas Efendî yek ji munewwer û milletperwerê kurdan bû. Xebat û fedekariya Efendî di nav hevalan de ne winda ye. Ji hevalan re dîlawerî, mêraniya Efendî eþkeraye. Û kes nikare înkar bike. Îlyas Efendî di berî bîst salan de heta îro ji welatê xwe re xebat kiriye. Çiku Efendî ji berê de hogirê mala Cemîl Paþa bû. Bi wan re civat û qulûbên kurdî gelek caran vekiribûn. Wextê mala Cemîl Paþa daketin Sûriyê û paþê hilkiþiyan çûne dora Mardînê di vegerê de cenabê wî bi wan re hate nav kurdmancê Cizîrê.

    Paþê bû yek azayê (endamê) civata belengazan. Çend caran Efendî ji civatê re li zad û peran digeriya. Çend þerqiyê kurdî ji ber dizanîbûn. Li ku rûniþta civat xwe bi serpêhatiyên kurdî dilxweþ dikirin. Efendî ne bes tenê munewwer bû. Zêdedir axakî mezin û hêja bû. Çîyayê Mazî nêzîkî çar hezar mal di bin destê wî de hebûn.

    Efendî çend caran ji me re digot: “Ez dixwazim ko di þerê serxwebûna welatê xwe de, di þerê neyar û dijminan de bême kuþtin.” We lakîn Xwedayê cîhanê nedivabû go yekî wekî Efendî di þerê dijminan de we yaxud bi gula belengazekî bête kuþtin.

    Di mêvanxana Amûdê de bi qedehek ava þêrîn canê xwe siparte axa sar. Piþtî mirina Efendî çend tomobîl ji haval û dilxwaza û çend siwar ji axa û kurdmancan bi cendekê Efendî re meþiyan û birine Ebû Ceradê. Ji ber xortên Cizîrê ve ez serxweþiya mal û mirovên wî dikim rehmeta Xwedê lê bî.

 

 

Cegerxwîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan