Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

     

                                                                                                              

“Baþkan”

 

Ahmet Zekî Okçuoglu

 

Rewþenbîrê hêja yê Kurdan Edîp Karahan bîst û neh sal berê ji me cûda bû û çû ser dilovaniya xwe. Edîp Karahan yek ji wan rew‏þenbirên Kurdan bû, ku þopa wî hê jî xuya dike. Kovara Dîcle-Firat derxist. Wê çaxê min li Xarpêtê di lisê de dixwend. Piþtî qedexekirina kovara Dîcle-Firatê her hefte rûpelek wekî beyannamê çap dikir û li Diyarbekirê belav dikir. Ta Îstenbolê jî qala beyannameya wî dihate kirin. Her kes bi mereq li hêviya beyannameya wî bû. Yek ji wan beyannameyan “General Mustafa Barzanî” bû. Tenê ev tê bîra min.

 

Min ew di dema xwendina xwe ya ûnîversîtê de nas kir. Di navbera me de bist û çar sal hebû, lê dema ku min li Universîta Îstenbolê di Fakulta Dadmendiyê de dest bi xwendine kir, ew jî hê di wê fakultê de xwendekarê wê fakûltê bû. Di dema azmûnan de dihat Îstenbolê, piþtî azmûnan vedigeriya diçû Dîyarbekirê. Piþti derba 12 Adarê dev ji xwendina ûnîversîteyê berda.

 

Piþtî derba leþkerî ya 12 Adarê em bi hevre hatibûn girtin. Di hepsa Diyarbekirê de wekî berpirsiyarê girtiyan Kekê Edîp hatibû hilbijartin. Me jê re digot “Baþkan”. Lê ew ne bi tenê berpirsiyar û baþkan bû, wekî xwediyê me bû jî. Him li ser me girtiyan, him jî li ser rêvebiriya girtîxaneyê otorîteyek mezin ya wî hebû. Herkes li hember wî him rêz digirt, him jî jê ditirsiyan. Li hepsê, di nav girtiyan de gelek nakokiyên pis hebûn. Heke ne ji otorîta wî bana ez bawerim wê di nav me de pir ti‏þtên xirab bibûna. Wî rê nedida wan. Herkes anibû rêzê. Piþtî berdana wî, wekî ku ew hê li wir be, sîstema wî berdevam kir.

 

Wekî hemû rewenbirên Kurdan, Edîp Karahan jî çepgir bû. Di Partiya Karkerên Tirkiyê de kar kiribû. Dema ez hatim ûniversîtê  ew serokê vê partiyê yê bajarê Istenbolê navçeya Eminonu bû. Lê Edîp Karahan çepgirekî Kurd bû. Bi gotineke din çepgirekî neteweparêz bû. Ji ber wê yekê wekî gelek rewenbirên Kurdan ji Partiya Karkerên Tirkiyê qetiya. Edîp Karahan neteweparêz bû, lê bi neteweparêzên klasik re lihev nedikir. Jiber vê yekê ji Tarik Ziya Ekincî pir aciz bû. Jê re digot “Komsêrê Sosyalîzmê”. Merivekî pir bi prensibên xwe re sadiq bû. Di hepsê de ne bi Tarik Ziya Ekîncî re, û ne jî bi wan kesên ku nêzî wî bûn re nedipeyivî. 

 

Ji malbatek dewlemend dihat, lê di navbera wî û diya wî de nakokiyek malbatî hebû û ji ber wê yekê jî ji gund par nedida wî. Kekê Edîp ne yê xebatê bû, jiber wê yekê jî di warê aboriyê de gelek zehmetî kiþand. Lê digel vê, wî tu car serê xwe li ber kesekî netewand.

 

Piþtî berdanê çû baþûr, demekê li wêderê ma. Li pey efûya 1974an vegeriya hat Diyarbekirê. Di wê demê de di siyaseta Kurdistana navendî de valahiyek hebû (Kengî nebû ku). Bi Eyup Alacabey re vegeriyabû. Dixwestin partiyekê avabikin. Lê bi ser neketin. Edip Karahan rewþenbîr bû, li gorî karê rêxistiniyê perwerde nebûbû.

 

Mirina wî, wek jiyana wî dramatîk bû. Li Istenbolê di oda nexwexanekê de çûbû ser dilovaniya xwe. Tenduristiya wî gelek di cîhde bû. Ji mirina wî herkes mabû heyirî. Ji bo ku ji bêrika wî kartê Av. Medet Serhat derketibû, polîs telefonî Medet Serhat kiribû û ji mirina wî ew agahtar kiribû. Jiber ku mirina wî þikdar bû, Medet Serhat ji bo wî otopsî xwestibû. Medet Serhat ji min re gotibû, dilê Edîp teqiya bû” Medet Serhat ji doktorên nas sedema dilteqinê pirsîbû û li gorî bersiva wan digot, “Mirina Edîp ne mirinek xudayî ye, bi îhtîmalek mezin hinekan îlac dabû wî û dilê wî liber wî parçe bûbû.” Ji ber qestek xirab (suîkast) an jî xwedayî bû ez nizanim, lê mirina Edîp Karahan ji bo me Kurdan wundabûnek pir mezin bû.

 

 

 

 

 

 

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan