Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                    Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

     

                                                                                           

                         Xecê û Siyamed  

Li Mazîdaxa qezeya Mêrdînê - navê wê yê berê Þemirx e- li gundê wê yê Melebîyê maleke feqîr hebû. Navê lawê malê yê mezin, Remo bû; zaroka wan navîn keç bû û navê wê Zelîxa bû. Navê lawê piçûk jî Salih bû. Remo nuh teskere stendibû. Dawidoyê ku ji Remo mezintir bû, berîya du salan di dijminatîyê de hatibû kuþtin. Hindurê Remo bi agirê heyfhilanînê ve diþewitî. Þemsa dêya wî bi vê rewþa lawê xwe dizanîbû, ji ber vê yekê ji bo ku ew serê xwe nexe belayekê, hertim li ber wî digerîya.

Þemsê hisên xwe weha dianî zimên:

- Lawo, ji bo xatirê Mihemed, tu ê dev ji dijminatîyê berde. Em feqîr in, em reben in. Bila Xwedê heyfa Dawido ji dijminan re nehêle. Tu hîn xort î, bejinzirav î. Tiþtek bi te bê, ez ê xwe bikujim. Lawikê min î xweþik û segman, ji bo xatirê dêya xwe ya pîr, dev ji wan berde.

Îcar Remo  dest pê dikir û derdê xwe digot:

- Ger ez heyfa birayê xwe ji wan hilnînim, xelk giþ dê ji min re bibêjin, bêkêr, tirsonek û bênamûs. Ez ê heyfa birayê xwe yê dirêj û segman, bi heqî ji wan hilînim. Ger tu qayil nebî, ez ê van deveran terk bikim û herim welatê xerîbîyê. Wê çaxê tu ê jî min hew bibînî. Peyv yek, Xwedê yek.

Rebena dêya wî dîsa li ber wî digerîya û xwe diavêt lingên wî.

Mîna ku dinalîya weha digot:

- Lawo lawo, ji bo bextê Mihemed, tu ê dev ji wan berde. Ger tu dev ji wan bernedî, ez þîrê xwe yê spî li te helal nakim. Ez ê roja Qiyametê dozê li te bikim.

 

Piþtî van peyv û nesîhetên bi rojan dihatin kirin, Remo wek ku sist dibû, bi xemgînî li dêya xwe dinihêrî, dengê wî bi zorê derdiket û dibû kaz kaza wî û ji wê derê bi dûr diket. Tevî ku dilê dêya wî di demên weha de, piçekî rehet dibû jî taswasa wê dîsa bi temamî nediçû.

Rojekê di navbera nîvroj û esirê de, li qezeya Þemirxê, li avahîya dadgehê, dengên sê teqînan bi ber guhan ketin. Yê ku di nav xwînê de vedigevizî, Îsayê lawê Ferhoyî bû. Îsa ji gundê Dirinê bû. Xebera nexêrê tavilê li dorê belav bû. Helbet Þemsa reben jî dê ev xeber bibihîsta û asoxî bihîst jî.

Gava Þemsê ev xeber bihîst, porê xwe hilkir û tiþtên ku wê bi qêrîn gotin, hîn jî di devê xelkê de nin:

- Ez porkur im. Ez reben im, perîþan im û bêkes im. Remo lawo, te çima li min wa kir? Ez ê îcar çer bikim? Ji îro û pê ve, ez ê di rêya hefsa Þemirxê de herim û werim. Ax Remo! Wax Remo, ehmeqo Remo!

 

Êdî Remo di hefsê de ye. Li hefsa þemirxê, herkes behsa mêrxasîya Remo dike. Remo lawê malbateke feqîr bû û lawê malbateke xuya kuþtibû. Vê yekê ew tavilê kiribû qehremanekî mezin. Ji hawîrdorê dengê sitranên keçên gundî dihatin bihîstin ku li ser Remo digotin. Remo bi serbilindîya kuþtina Îsayê qesasê birayê xwe ve, bêyî ku li rojên pêþ bifikire, di hicreya xwe de, bi dilrehetîyeke mezin þerqînî ji tizbîya xwe dianî, nimêja xwe dikir û ji Xwedayê xwe re dia dikir. Remo asoxî cezayê hicreyê qedand û hat nav hefsîyên din. Lê mehkemeya wî hîn jî negîhaþtibû encamekê. Cîranê Remo erzûhalnûsek bû. Vî erzûhalnûsî ji ber qezenca neheq ceza xwaribû. Li hefsê dîsa karê xwe didomand. Tevî ku gelek sal di ser re derbas bûbûn jî daweya Remo negîhaþtibû encamekê. Ji ber vê yekê, rojekê bi hêrs hat ba erzûhalnûsî û dest bi peyvê kir:

- Kaxizekê têxe mekîneyê û binivîsîne.

“Ji Meqamê Serokkomarîyê yê bilind re

Ez feqîr im. Ez bêkes im. Hew dêya min û xweh û birayekî min henin ku herdu jî zarok in. Çima heta îro mehkemeya min naçe serî?”

Yê erzûhalnûs li Remoyî nihêrî û got:

- Ma ez dibêjim qey tu li çiyayî mezin bûyî. Erzûhal ji Serokkakomar re nayê nivîsandin, ji mehkemeyên bilindtir re tê þandin.

 

Gava êvaran tarî hêdî hêdî diket erdê, Remo dest bi sitranên dilþewat dikir. Ancax serê sibehan, xwe wenda dikir û diket xew. Remo herî pir ji serawayan hez dikir. Ji nav wan jî sitrana Xecê û Sîyamed a pêþîyê bû.

 

Xecê û Sîyamed

Xecê were îro em ê hevdu birevînin

Em ê xwe biavêjin welatê jorîn

Em ê seyda pezkovîyan bikin

Em ê xwe xwedî bikin

 

Îcar dora Xecê ye:

Lo Sîyamedo heft birayên min in, heyþt pismamên min in

Tivingên wan ûrisî nin, barûdên wan ingilîzî nin

Destên wan li ser çeqmaqê jorîn in

Wê min bikujin, te bi ser min de wergerînin

 

Sîyamed di dawîyê de, Xecê razî dike û direvîne. Cîh û warên xwe terk dikin û bi dûr dikevin. Li gora ku tê gotin; Sîyamed û Xecê li çol û çiyayan dijîyan û xwe bi seyda pezkovîyan xwe xwedî dikir. Gava Sîyamed pezkovîyekê ser jê dike, di lateke bilind de werdibe. Sîyamed namire, lê kelemekî benîþtokê li piþta wî dikeve û di dilê wî re derdikeve. Xecê li serê latê û Sîyamed jî li jêra wê ye.

 

Sîyamed bangî Xecê dike:

 

Xecê tê herî yekî ji min çêtir ji xwe re bibînî

Ger Xwedê kurek da te navê çelengsiwarê xwe lê dîne

Li ber darê dergûþê rûne, kil bike û bilorîne

 

Li gora ku dibêjin, Xecê guhê xwe nade van peyivan û naçe tu deveran.

 

Îcar Sîyamed tiþtekî din pêþnîyarî wê dike:

Xecê tê bi xwe kî, bi Xwedê kî

Tê kelemê benîþtokê di dilê min de nehejînî

Tê herî welatê Adilcewazê mala Ûsibê yahûdî

Dostê me yê kevin e, tê bînî topek þirît û topek qinap

Tê siwarê xwe pê bi serê Sîpanê xelatê bixîne

Li gora ku tê gotin, Xecê li van peyivan guhdarî nake û xwe bi ser Sîyamed de diavêje. Ji ber vê yekê, Sîyamed û Xecê herkê dibe gulek. Ev herdu gul di duwanzdeh mehên salê de, nêzî hev dibin, tam gava ew ê xwe bigihînin hevdu, pezkovîyek tê û herduyan jî dixwe. Gul dîsa þîn dibin, lê pezkovî dîsa wan dixwe. Belkî sal, belkî sedsal derbas bûn, lê gulên ku temsîla Xecê û Sîyamed dikin, hê jî ne gîhaþtinin hevdu.

 

 

       Wergera ji tirkî:Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


 


Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji Lafontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî