Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 



Mêrxasek hebû hevalno, mêrxasek


Seyidxan Irmak

Min Kek Edîb di sala 1967an de nas kir. Wê demê temenê wî li dorî 40î b
û. Bejna wî ya bilind û gewdeyê wî yê girs tu carî ji ber çavên min naçin. Kek Edip li Unîversîteya Stenbûlê, li Fakulteya Hiqûqê xwendina xwe ya bilind dikir. Demeke dirêj jî pê lebikî, lê mixabin dewleta tirk bi zanebûn dîploma wî nedayê. Lê ew bi bîr û ramanên xwe ve, bi helwest û pisporîya xwe ve û mêrxasîya xwe ya entelektuel ve ji gelek wan belge û diplomayên dewleta tirk mezintir bû. Min tu car nedît ku di wî warî de kompleks pê re çêbû.


Kek Edîb li Diyarbekirê r
ûdiniþt. Her weha maleke wi û çend dikanên dêya wî li Kiziltepeyê hebûn, ji ber wê pir caran dihat Kiziltepeyê. Dema derdiket nav bajarê Kiziltepeyê xelk ji ber wi tîþ dibûn, ji bo ku pêrgî wî nebin, lê ranewestin, pirsa halê wî nekin. Ji ber ku navê wi bi kurdîtîyê û komunîstîyê derketibû. Bela wî dikarîbî di wan de jî bigerîya! Li gora xelkê, Kek Edîbî bi êgir dileyizt. Lê wî qet guh nedida van helwêstan. Li gora bawerîya xwe dikir û ji ya ku zanîbû rast bû, qet danediket.

 

Rewþa Kek Edip ya aborî ne pir baþ bû.Dikanên dêya wî hebûn, lê bi kerpîçan ava kiribûn. Piranîya yên derdora wan nuh û modern bûn. Ji xwe, dêya wî jî nedihiþt ku tiþt bi wê piça pereyên ku ji dikana dihat, bê. Armanca wî her ew bû ku hin pereyan bi awayekî peyda bike û rojnameyekê derxîne. Lê çavên tunebûnê birijin, nehiþt ev mêrxasê me yê dîrokî di vî warî de bigîhêje merama xwe.

 

Carekê wî ji min re behs kir ku çend dewlemend û xwedî gund karê xwe dikin ku jib o krêdîyê herin Enqereyê. Û ji bo vê jî lîsteyekê çêdikin. Hingê navê Kek Edîbî jî dinivîsînin û diçin Enqereyê. Li Enqereyê navê Kek Edîbî jê derdixînin û dibêjin ev kurdçî ye û yên din tev de krêdî stendibû. Îcar wî her dubare dikir û digot; ”Bala xwe bidinê, taximê gubrecîyan krêdi stend û navê min nehatiye qebûlkirin”.

 

Kek Edîb miroveki bi kêm axaftin bû, lê dema diaxivî, hers dibû, çi bihataya bîra wî, bê tirs karîbû bigotaya. Cesareta ku li ser wi hebû, li ser her mirovî peyda ne dibû. Min du caran li Kek Edîbî guhdar kir; di wan mitîngên ku bi nave (Guneydogu mitingleri) di salên 67 û 68an de pêk hatin. Yek jê li Mitînga Diyarbekirê bû ku di 03-09-1969an de çêbû. Di wê mitîngê de kesekî wekî Kek Edîbî bi awayekî eþkere û bi mêrxasî nediaxivî. Derdora me tev de bi polîsan ve rapêçayî bû, dema Kek Edîb hat ser mîkrofonê, berê xwe da polîsan û got :”Ez dinerim dora me tije seg bûne, ez dixwazim ew derhal belav bibin, an na çi bibe, ew berpirsiyar in û vê carê eger Demirel were Kurdistanê em ê serê wî biþkînin”. Ji Kek Edîbî pê ve min nedît tu kesî behsa Kurdistanê kir!  Wê rojê ez pê serbilind bûm ku mêrxasên me yên weha hebûn. Ew roj, ew mêrxasî tu carî ji bîra min naçin û gotinên Kek Edîbî dê her di guhên min de bikin zingînî.

 

Cara duyem jî di mitînga Silîvayê de bû ku ew jî di 13-08-1967an de çêbû. Di wê mîtîngê de jî her eynî helwêst dîsa bi gotinên mêrxas ve dîyar bûn. Weke îroj li ber çavên min e, bê kêfa xelkê çawa hat, bê heyecana beþdarên mîtîngê çawa mezin bû û morala kurdan çawa bilind bû.

 

Ew belkî yekemîn þoreþgerê kurd bû ku di dadgehên dijmin de gotibû ”Welatê me mêtingeh e (kolonî) ye”. Kek Edîb ji ber nivîsên xwe yên di rojnameya Dîcle-Firatê de jî çend caran hatibû girtin. Herweha yek ji wan kesan bû ku di 1963yan bi navê grûpa 23yan ve hatibû girtin. Her mirovê ku ew nas dikir, behsa cesaret û helwêsta wî ya di girtîgehan de dikir. Ew di girtîgehan de jî di dadgehan de jî her kana moral û mêrxasîyê bû. Heger rojekê dîroka me kurdan, ji alîyê me kurdan bê nivîsandin, divê navê vî mêrxasê neteweyî bi herfên zêrîn bê nivîsandin û zarokên me bi helwêstên wî yên mêrxas bihisin, da pê serbilind bibin.

 

Carekê Kek Edîbî ji min re behs kir ku mala mûdîyan li Kiziltepeyê mûlid çêkiribû. Hecî Evdilqadirê mûdî ji Kek Edîbî re dibêje :”Edîb Beg,  ez dixwazim tu were ser mûlidê”. Kek Edîb zêde nediçû ser mirî û mûlidan, lê mala mûdîyan cîranê wî û ticarên fêkî bû. Hema çi bigire, fêkîyê bajêr di rîya wan re ji Edena û Mersînê dihat. Maleke zêde bi hurmet bû. Kek Edîb wan naþikîne û dixwaze ji bo  xatirê wan here ser mûlidê. Beri ku here rêya xwe bi dikana Xelefê berber dixîne, dibêje ”Belkî ez hinin nas li wê derê bibînim, em ê bi hev re herin”. Tu kesî peyda nake û mecbûr dimîne, bi tenê dide rê û diçe. Bala xwe didê ku yekî nenas wî taqîb dike. Diçe ser mûlidê, piþt re vedigere li qehwexaneya xirbemiriþkîyan rûdine û dixwaze çayekê vexwe. Bala xwe didê ku eynî þexs li himbera wî sekinîye. Hema ji cîhê xwe radibe û diçe ba wî jê re dibêje ”Merheba xalê mît”. Çîrokeke wî ya bi vî rengî li Dîyarbekirê jî hebû.

 

Min di salên 70yî de li Dîyarbekirê di beledîyeyê de dest bi kar kir. Ez li qesabxaneya Dîyarbekirê, bi wezîfeya kontrolantî dixebitîm. Dema ku cûnteya leþkerî ya 12ê Adarê hat ser hikim, min û Kek Edîbî, me çend caran hevdu zîyaret kir. Ji min re digot ”Li min digerin”. Ez bi xwe jî ji xwe ditirsîyam. Min dev ji kar berda û ez çûm gundê xwe.Piþt re li dora meha Hezîranê ez çûm hêla Silopîyê gundê wahþetê, ji wira jî ez derbasî Kurdistana Baþûr bûm. Ez li Zaxoyê hatim girtin. Ez 13 rojan di nezaretê de girtî mam. Min xeber ji Mele Mihemedê Palo re þand. Lê min tu bersiv jê negirt. Keçeke metika min li Kurdistana Baþûr, li nav eþîra Mûsareþan, li gundê Þêbanayê bi mêr bû. Min bi dergevanekî li ber derîyê girtîgehê re ku bi eslê xwe Yêzîdî bû, xeber þand gundê Þêbanayê. Zilamê keça meta min Hesenê Remo û mamoste Emerê Lalê di gazîya min de hatin. Ez derxistim cem Isê Siwarî. Piþt re ez li cêbeke landrower siwar kirim û em hatin gundê Þêbanayê.  Þêbana li serê çîyakî pir nêzîkî çemê Dîcleyê bû. Ez çend rojan li wira mam, piþt re ez derbasî Kurdistana Sûrîyeyê kirim. Gava ku ez gihîþtim Qamiþloyê, min li wira meseleya kuþtina rahmetîyê Seîd Elçî û Dr. Þivanî û hevalên wan bihîst. Wê çaxê min fam kir, bê ez çima li Zaxoyê hatibûm girtin. Ez 3-4mehan li Kurdistana Sûrîyeyê mam. Piþtî ku min fam kir ku li min nagerin, ez vegeriyam welêt. Lê ez neçûm Kiziltepeyê, ji ber meseleyên ewlekarîyê, min xwast ez demekê li gund bimînim. Min bihîstibû ku Kek Edîb hatiye berdan, lê min firsend nedît ku herim wî zîyaret bikim.

 

Rojekê min dît ku hat cem min gund. Ji min re got ”Min belavokek çap kiriye, ez dixwazim ji bo belav kirina belavokê tu alikarîya min bikî”. Piþtî ku me bi hev re xwarin xwar, em tev de hatin Kiziltepeyê. Min rahiþt 200-300 belavokan û gelek ji wan belav kirin. Sernivîsa belavokê bi vî awayî bû. ”Têkoþîna Kurd a Rizgariya Neteweyî li Iraqê û General Barzanî”(Irak Kurt Ulusal Kurtuluþ Savaþý ve General Barzanî). Di belavokê de pesnê Mele Mistefayê nemir dida. Herweha behsa zilm û hovîtîya rejima Iraqê ku li ser miletê kurd hebû dikir. Di dawîya belavokê de navnîþana xwe ya bi rastî nivîsî bû. Bi qasî ku tê bîra min, navnîþana wî weha bû (Edîp Karahan, Trafik bahçesi karþýsý Apartman no:88 kat.4 Diyarbakýr).

 

Kek Edîb hertim digot ”Mehkeme berdewam e, ewê dîsa me bigirin”. Piþtî demekê, ez tam nizanim gelo çend meh derbas bûn, carekê ji niþka ve kek Edîb ji ortê wenda bû. Dû re, me bihîst ku derbasî Kurdistana Baþûr bûye. Kek Edîb li þoreþê alîkarîya wan a ji bo çap kirina rojnameyekê bi zimanê fransizî dikir. Herweha hinek karên din jî di ber re dikirin. Di sala 1973yan de heyeteke TKDPyê çûbû Kurdistana Baþûr. Kek Edîb ew heyet dîtibû. Xwestibû ku nameyekê bi wan re ji min re rê bike. Lê wan gotibû ”Em wî nas nakin”. Tev li ku yek ji herema me bi wan re bû ( bi navê Þ.M) û ez xweþ nas dikirim, lê dîsan jî nexestibû nameya wî bigihînin min. Piþt re, min fam kir ku dixwaze mal û zarokên wî bigihên wî. Em li ser wê meseleyê axivîn, ka mirov çawa dikare daxwaza wî pêk bîne.Dostê min ê hêja (Mielim Hosta) Evdirehman Alkan xwe da ber wê xizmetê.Ez jî hinekî jê re bûm alîkar. Wî mal û zarokên wî gihandin ba wî.

 

Piþtî efûya giþtî ya sala 1974an, kek Edîb vegerîya welêt. Min çend caran ew zîyaret kir. Hêvîyên wî yên ji bo pêþeroja þoreþa Kurdistana baþûr wê demê ne pir xurt bûn. Piþt re, min li Nisêbînê karekî miteahidîyê girt. Zêde wexta min çênedibû.Têkilîyên me çi bigire qut bûbûn.Rojekê min bihîst ku Kek Edîb çûye Stenbûlê û li wira çûye ser heqîya xwe. Çi mixabin, min dereng bihîst û ji ber vê yekê ez li ser tirba wî amade nebûm. Lê piþtî salvegera wî, ez û gelek dost û heval, me otobusek kirê kir, em ji Nisêbînê çûn ser tirba Kek Edîbî. Dema Kek Edîb çû ser heqîya xwe, salên wî li dorî 50yî bûn.

Riþad be. Gora wî Bihiþt be. Xebata wî rêya me gelek kurdên welatparêz ronî kir.

 

02-11- 2002 Swêd
     

Seyidxan Irmak