Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

                                       

 

 

 

     

 

 

 

 

     

                                                                                                              

Ax! Gul im, gul im…
 

Rojen BARNAS

Allý turnam bizim ele varýrsan/þeker söyle, kaymak söyle, bal söyle/Eðer bizi sual eden olursa /Boynu bükük, kolu kýrýk, yar söyle /Ah! gülüm, gülüm…/ Büküldü belim / Kýrýldý kolum /Turnalar hey!

Gava ev strana tirkî ya gelêrî ya kevin, ya ji hesreta li xurbetê dagirtî tê stran brûskek ji kûrahiya bîra min li ser canê min bi þîrqînî pejilên xwe vedijene: Pêlên elektromanyetîka wê brûskê ez hiltînim dibim nav qawîþa girtîgeha leþkerî ya Seyrantepeyê ya ser pozê hafa Dîcleyê, ya bîst û yek sal berê.

Lê gujîn û gurrahiya keserê ya di nakarata wê ya Ah! gülüm, gülüm… kýz gülüm, gülüm! yar gülüm, gülüm! de min noqî binê bîra bîranînan dike ku li wê derê rû bi rû rastî rehmetiyê Edip Karahan û dengê wi yê dawidî, gurr û xemjen dibim.

Bê guman ah! gülüm, gülüm… a tirkî bi bilêvkirina Edîb abê dibû ax! gul im, gul im…eke wisa ku ji binê nixafa cegera wî ya gamêþî dihat û di xençereya gewriyê de wek babelîska kovanê li hev digeriya û bi awayekî hinavsotî derdiket.

Me hevdû cara pêþî ku ez ne þaþ bim di bihara 1970 yî de li Diyarbekirê li qehwexana Çamlicayê dît. Bawer dikim di pey avêtina ser gund û bajarên navçê a ji aliyê qomandoyên cendirmeyan bû. Ji Anqerê, Îstembolê çend xwendekar hatibûn. Ji bajarên hawîr pêþkêþên komên welatparêz ji bona civînê hatibûn. Hevalekî, min û Edîb abê bi hevûdu da nasîn. Min ew xiyabî ji rojnameya Dicle-Fýrat û ji doza 23 yan dinasî. Piþtî çend gotinên destpêkî wî li bajarê min û di pey de jî li eþîra min pirsî, min navê eþîra xwe jê re got. Bi awayê xwe yê taybetî got: Hela! hela! em pismamê hevdû ne. Pêþiyên min jî pismamên Silêman axa ne, lê di wextê de rabûne hatine hêla Dêrikê. Silêman axa hevsalê bavê kalê (yaxud kalê bavê) min bû, ew herdû ji di çend bavan de digihîjin hevdû bêguman ez pê nizanim. Ji ber ku di pey vê carê de me tucar behsa eþîr û eþîrtiyê ji hev re nekiriye, nizanim ka bera çendî rast an çendî dilxweþkirin bû ku em herdû ji eþîrekê bûn. Wek gelek kesan, ji xwe ji bona me herduyan jî Kurdistanparêzî û kurdperwerî, ya herî girîng bû. Ji Çamlýcayê em rabûn çûn aþxana Asim ku hingê li hala sebze ya li Deriyê Ûrfayê bû, civîn li wê derê çêbû û heta derengê þevê ajot.

Di pey de jî carekê em rastî hev hatibûn: Ew û Doðan Kýlýç bi hev re bûn û diçûn Batmanê: Li ser Mele Mustefa Barzanî û rewþa þerê wî mina meqale belavokek nivisandibû, bi daktîloyê ji hev zêdekiribû û li welatparêzên kurd di bin dest de belav dikir. Ji ber ku hingê rojname an kovarek ku biwêre nivîsarên wî -bê destlêdan- çap bike peyda nedibû, wî jî bi vî awayî dîtinên xwe radigihand xelkê. Ev car, li girtîgehê êdî dibû cara sisiyan, lê ya herî dirêj.

Dotira rojê ya revandina konsolosê îsraîlî Efraîm Elrom bû: Serê sibê giregirên TïP û DDKO’ya Diyarbekirê anîn girtîgeha leþkerî ya sýkýyönetimê. Edîb abê jî di nav wan de bû û tevî çentê xwe yanî bi hazirî hatibû. Anqere - Îstembol li ku, Elrom li ku û Diyarbekir li ku? Hukmê qereqûþî ya zihniyeta dewleta Alî Osman bû. Ez ji 5. Gulanê vê de li wê bûm. Niyazî osta û grûbên ji DDKOyên Silîva û Erxeniyê û grûba xwendekarên tibê heftekî berî min hatibûn girtin.

Serê pêþiyê girtîgeha me li wargeha Topçu taburu bû. Gava meriv ji Deriyê Çiyê diçû ber bi Seyrantepê ve, li milê çepê piþtî mizgefta leþkerî birceke nizm a embara avê û aþpêjîxana leþkeriyê hebû; hema li seriya wê cihê girtîgeha me bû. Cîhekî fereh û çaralî vekirî bû. Li rast û çep du avahiyên dirêj ên ber bi bakur-baþûr ve dirêj û yek qatî hebûn. Di navbera herdû avahiyan de meydaneke fereh çi bigre bi qasî meydana fûtbolê ya nîzamî fereh hebû ku di bihnvedanan de ew ciyê piyasê, voleybolê û tevgerên h.w.d bû. Serê pêþiyê yê di pey revandina Elrom; ji Qers, Erzerom, Ezirgan, El’ezîz, Meletî û Mereþê bi otobus bi otobus meriv tanîn. Lê piþtî heftekê du hefteyan hêdî hêdî sivikahî çêbû, bi tenê têkildarên DDKO û kurdparêziyê dan hiþtin. Pîþtî vê sivikahiyê, li aliyekî vê meydanê ciyê voleybolê hate saz kirin; heroj piþtî nîvro kom bi kom li wê derê bi voleybolê dileyistin ku ji wan leyistikvanekî dayîmî Edîb abê bû. Þortekî sorê gevez li xwe dikir, tevî wî gewdê xwe yê gir ê qirase bi enerjiyeke gurr û bi cansivikî dileyist. Bi gewde û drûvpêxistînî, ji xwe drûvê wan palewanên Kýrkpýnarê pê diket.

Di serê pêþiyê de li Diyarbekirê çi bigire îþkenceya fîzîkî ya wekî lêdanê filan tunebû. Lê ji Xelef pêve: Xelef an jî Xelefê berber ji hêla Mêrdînê an ji Dêrik an ji Qiziltepê ji wan deveran ji derekê bû. Bi lêdana di feleqeyê Xelef osta bêlezet kiribûn, ew çend ku nikaribû rabe li ser lingê xwe raweste. Heroj carek du car ta’dad (hejmartin) hebû ku derketina me ya hejmartinê mecbûrî bû. Vêca diva ku Xelef jî bihata ta‘dadê. Emir emir e, Xelef jî anîn, lê Xelef di palasekê de anin: Çend hevalên zexim ew danîn ser palasekê, bi koþe û keviyên wê girtin, bi wî awayî Xelef anîn, di dawiya qorê de li ser palasê ew jî tevî merasima hejmartinê bû. Lê mudirê me komutan bi vî awayî ne razî bû, jê xwest ku Xelef rabe piya, bikeve qorê û esas dûrûþê. Hevalên li nêzîkê Xelef xwestin bi mudir bidin fehmkirin ku Xelef ji ber binlingên xwe yên teqandî û parsiyên xwe yên þikandî nikare rabe ser xwe. Mudir nexwest ji kirta xwe dakeve, got na! emir dikim ewê rabe! Edib abê hêrs bû û ji niþka ve bi dengekî bilind qîriya, got: uç Xelef! uç! Qumandan beg emrediyor! Piþkîn bi me giþtan ket, em giþt kenîn, cidiyet û resmiyeta merasimê nema, Komutanê hêsîr em hêlan û çû. Lêbelê uç! Xelef uça Edîb abê hê jî di guhê me de olan dide.
 

Payizê cihê me hat guhaztin, em ji wargeha tabûra topçiyan birin aliyê hafa Dîcleyê. Wek bergeh ew der piçûktir bû, ji bajêr averê bû, ji aliyê ewlehiyê ve jî ji bona îdara girtîgehê bi ewletir bû. Li wê derê sazmana xwe-hêvoþtinî jî hate saz kirin: Çawa li girtîgehên din koðuþ kýdemlisi hene, li wê derê jî îdareya girtîgehê ya leþkerî ji me xwest ku em di nava xwe de berpirsiyarekî hilbijêrin, da ew danûstana navbera me û îdarê bi rê ve bibe. Ji aliyê me ve Edîb abê hate pêþniyarkirin û pejirandin. Wî jî Mustafa Düþünekli kir cîgir û Akîf jî kir berdestkê xwe û ji vê re jî got baþkanlýk divanê. Gotina wî ya baþkanlýk divaný di serê serî de tiþtekî mina henek, mina tinazpêkirin bû, lê ev tabîr ji aliyê îdara girtîgehê ya leþkerî ve hat qebûl kirin, wekî ku termeke huqûqî ya ji iç hizmetler kanunu be.

Wisa ku rojekê ji rojên seredanê, -wekî hemî girtiyên dinê ku hê seredanên wan nehatibûn an hatibûn û çûbûn- ez û yek-du heval bi hev re me li baxçe piyase dikir, em li nêzîkî koþeyê hêla nîzamiyê bûn ku ha me dît borînek bi ser Edib abê ket û dibêje:- Hela hela yahu! Þuna bak hele! Burasý Kürdistandýr ve burada elbette Kürtçe konuþulacaktýr. Kürtçe konuþmayacaksak burada iþimiz ne peki? Mudirê girtîgehê yarbay gotê: Edip bey! Edip bey! kendinize gelin rica ederim. Karþýnýzdaki sayýn kurmay baþkaným. Edîb abê çengê xwe yê dirêj î çepê bi ser mudir ve veweþand û gotê: O kurmay baþkaný ise burada da koskoca baþkanlÈk divaný var, be!
Çi bûbû?

Pêþiya girtîgehê, li qîblê dinihêrî û meydaneke çargoþe ya dirêjik bû. Sê aliyê vê meydan an hewþê bi têldiriyan têlkirî bû. Gava seredanên me dihatin ew li wî aliyê têlan û em li vî alî, me hevûdu didîtin. Carina neferekî, onbaþî an çawîþkî li hêla wan radiwestî ku hay lê be em tiþt bê kontrola wan ne din hevûdu. Vê carê jî hevalekî me û seredanên xwe, bi hev re wek timî bi kurmancî dipeyivin. Serekê serkanê kolorduyê, dizê tenekekî qeliya Elî Beyköylü Kavurmacý Süleyman paþa jî tevî mudirê girtîgeha me yarbay ve bi cilên sivîl li piþt seredanên vî hevalê me rawestaye û dibihîze va ev bi kurmancî dipeyivin. Bi wan re pev diçe û hêrs dibe, diqîre, dibêje:kesin ulan! Türkçe konuþun! Ev guh nadinê, dibêjin em bi tirkî nizanin. Paþa bêtir tê hêrsê û dibêje:Burasý Türk vataný Türkiyedir, burada Türkçe konuþulur. Bêlome û bêkubarî be, ev gotina wî tê guhê Edîb abê. Edîb abê yê ku li esmana li bahaneke pûç digere ku kela xwe di serî de hêdî bike û li erdê rastî yeka bi vê sosretê tê. Kela xwe di serê paþê de wisa hêdî kir ku Kavurmacý Süleyman paþa revî revî ji ber baþkanlýk divaný reviya û çû.

Em yên li girtîgeha Diyarbekirê ku ji DDKO, kurdayetî û welat parçekirin (bölücülük) ê dihatin mehkeme kirin; li gora daxuyana mafên mirovî ya navneteweyî, peymana mafên mirovan a Ewropayê, qanûnên cezayî yên welatên medenî diva yek ji me jî hingê ne di hundir de bûna û nehatina girtin jî. Di mala yekî ji me de jî çekê agirber li wê derê bihêle kêrikek ko jî nehatibû girtin. ïsnad û îddiayên dozger (savcý) yên derheqê me dibûn mijarên çîrokên pêkenînê: Feqî Ebdulletîf tevî radyoyeke qirase ya teribandî ji modela 1955 an bi îthama ji sîxuriya (casûsî) Barzanî li qezake Mêrdînê girtibûn, ji wê þandibûn Mêrdînê, ji wê derê jî anîbûn ba me. Rehmetiyê Rizqo suryanî bû, lê bi þerîetperestiya îslamî dihat sûcdar kirin. Behriyê Evliyaoðlu nexwenda bû, lê bi heyranî li afîþeke ku propaganda kurdayetiyê dikir nihêrtibû. Yek pêlaveke lastîk, yekî dî du kîlo þekirê çayê ji Barzanî re þandibû û pê bölücülük kiribûn. Sûcê Nazim jî ne sivik bû: þeva ku li ser rê û kolanên Diyarbekirê bi boyaxa spî li dijî emperyalîzma Amerîkayê slogan hatibûn nivîsîn; ku yek ji vana jî li ber îstasyonê hatibû nivisandin û digot Türkiye Amerikan'ýn genelevi deðildir, Nazim jî ew þev li wê hêlê hatibû dîtin û ev jî aþkera dikir ku têkiliya wî pê hebû. Ev îddîayên dozger (savcî) bûn. Di mehkemê de gava dozgerê me vê benda iddîanama xwe xwend Edîb abê ji niþka ve rabû piya, -li rêza pêþî an li ya dudiyan rûdiniþt niha baþ nayê bîra min; lê aliyê çepê û nêzîkî dozger bû- çengê xwe yê çepê bi ser dozger de veweþand, reben veciniqî xwe paþ ve da, Edîb abê gote heyeta mehkemê: Yani bu herif (savcî) Türkiye Amerikan'ýn genelevidir mi demek istiyor? Bunun aksi yazýldýðý ve tesadüfen oralarda görüldüðü için mi Nazým ve dolayýsýyla biz suçlanýyoruz? Dozger û heyeta mehkemê li hevûdu þaþ bûn, qurf (panîk) bi wan ket nizanibûn ka ku çi bêjin. Di gelek cihên bi vî rengî sûcdarkirinên dozger ên tewþo-mewþoyî de Edîb abê ji cihê xwe bêdestûr radibû, êrîþî dozger û îddiaya wî dikir û yê itihamkirî ango hevalê xwe yî dozê bi awakî li gora xwe diparas

Edîb abê merivekî bi xîret bû. Zordestiyê, çavsoriyê qebûl nedikir. Nizanim jê re çi gotibûn an jê çi xwestibûn? Rojekê di navdera herdû nivistgehan (yatakhane) de borîn pê ket û ji nav serê xwe kir qîrîn, got:  Hela! hela! bu ne iþ yahû!? dýþarda karakol komiserlerinin elinden çektiðimiz yetmiyormuþ gibi bir de içerde sosyalizm komiserlerinin elinden çekeceðimiz varmýþ.

Girtîgeha me bi nisbet girtîgehên din bi rastî ne girtîgeh bû: Erê bi heqî biya, li gora erf û adetê hiqûqa mirovan biya diva ku em ne li wê derê bûna, lê ew der jî cihekî mîna kampê bû. Pirtûkên li derva qedexekirî li hundir hebûn. Bi bîdonan vodka diket hundir. Pîrzola û kebab hebû. Lê helbet ev ji bona xwedîpereyan bûn. Ji heftê an ji panzdehê carek jî sînema dihat. Ji bona guhertinê baþ bû, lê çend car li ser hev fîlmên beredayî yên mîna Battal Gazi, Tarkan, Malkoçoðlu filan bûn. Edîb abê aciz bû û bi makînîst re xeyîdî, gotê: Bu ne biçim kendin gibi saçma sapan filimler getiriyorsun. Bilimsel filim istiyoruz onbaþý! bilimsel filim!  Di pey de dîsa sînema hat, lê vê carê fîlmeke nîv-doxînsistî ya melodram bû. Fîlm qediya, onbaþî di heyecanê de ye ka ewê Edîb abê yanî baþkanlýk divaný çi bêje. Lê ji tirsa jî dilkutka wî lêdixe. Edib abê gotê: Aferin onbaþý! Bak iþte böyle bilimsel filim getir. Ev nukteya bilimsel filim îcada wî ye. Lê yetiþin bitti, kalmadý?

Min berê jî got ku ew der çi bigire ji alîkî ve kamp bû: Hin ji me hetanî saet 10, 11 an hetanî qerewana fravînê radizan. Qerewana taþtê dihat, saetekî dima. Xwarina dihat xwarin dihate xwarin, ya nedihate xwarin paþve diçû. Vêca carina ji bona taþtê hêkên kelandî derdiketin ku serê merivê yek diket. Bi qasî bîst-sih kes ji koma xewxweþan bûn ku xewa xwe nedidan bi taþtê. Hingê Edîb abê ewê rakira hêkên jibermayî bikira feraxekê û bida berdilê xwe, ji xwaringehê dest pê bikira û heta ber ranza xwe bi dengekî bilind gazî bikira: Yetiþemedik yahu, kalmadý! Te dît ewê yek bipirsiya: Hayrola Edib abi (yaxud baþkan weya Edib beg) o kalmayan ne? Ewê Edîb abê bigota û hembêza xwe nîþan bida: Yumurta kalmadý, yumurta! Carina ev ne hêk bûn, lê zeytûn an leymûn bûn. Lê ew her vê gotina xwe ya yetiþemedik yahu! kalmadý bi dengekî bilind diqîrî, herkesî bi xwe dihisand.

Kengê bû, bi çi munasebetê bû baþ nayê bîra min, lê þeveke þahiyê bû: Bi govend, stran, nukte û metelokan geþ bû. Dor hat ser Edîb abê jî. Edîb abê bê nazî û xwe-giran-kirin wê strana allý turnam stra ku xemgîniya taybetî ya bi dengê wî mîna mijê keserê bilind bû, li tevahiya qawîþê belav bû û hêdî hêdî li ser pejnên herkesî giraniya xwe danî.

Tevî wê gewda xwe ya giran merivekî safî bi enerjî bû. Ha we dît li Deriyê Çiyê destekî li girmilka we ket û pê re merheba da we û li ser duçerxeya (bisîklet) xwe di we de bihurî û çû. Ha we dît di saha voleybolê de bi saetan bêwestiyan bi xortên ji xwe panzdeh-bîst sal piçûktir re dileyize, nebetile lê dibetilîne.

Bi jiyê xwe navsere, lê di têkoþînê de xort, di baweriya xwe de li hember dijmin bêta’wîz lê bi hevalan re nerm Edip Karahan, baþkanlýk divaný Edîb abêkî me hebû ku felekê nehiþt ew hevraza navseretiyê temam bike. Ecel di çil û þeþ saliyê de lê xayîn geriya, ji heval û hogiran veqetand. Lê dengê wî hê jî di kerrika guhê min de ye:

Ax! gul im, gul im!…yar gul im… gul im! qiz gul im… gul im! tûrnalar hêy!

 

Tebax 1997

Stockholm

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan