Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

     

                                                                                                                


Mêrekî çê: Edîp Karahan

Osman Özçelik

Bîst sal berê, di germeke havîna Stenbolê de ez li dermanxaneya xwe ya nû rûniþtibûm, diponijîm. Di nav xwîngermiya ciwanbûn û berpirsiya dermanxaneyê de diçûm û dihatim. Þerê Baþûr þikestibû, hêviya me qurmiçîbû. Tevger û rêxistinên kurdan bi hev û din ketibûn.

Deh-Panzdeh rêxistinên kurdan ava bûbûn. Hin kes li ser bîr û baweriya Çînê ya Mao, hin li ser riya Enwer Xoce bûn. Hinekan jî dabûn ser rêça Troçkî. Yên li ser riya Stalîn û Sovyeta wê rojê, pirtir bûn ü pirtirên kurdan di nav “çepên tirkan” de bûn. Digotin: “Em þoreþgerên navneteweyî ne.”

Welathezî, welatperwerî wekî nîjadperestiyê dihat naskirin. Ramanên navneteweyîbûnê, þiûra kurdan di nav keldûxanekê de hiþtibû. Rêxistinên kurdan bi dizî dijminatiya hev û din dikirin. Carinan jî dijminatî derdiket rû yê erdê û bi eþkereyî bi hev û din re þer dikirin. Gelek xortên hêja di vî þerê nediyar de hatin kuþtin. Pêwistiya me bi yekîtiyê hebû. Belê em bûbûn wekî pezê ku gur ketibe navê.

Ez di nav van ramanan de xemgîn bûm. Xwediyên dukanên li derdora dukana min, ji min re biyan bûn. Sohbeta wan li ser kar û pereyan bûn. Li dinyayê çi dibe, çi nabe, çi diqewime nedihat bîra wan. Hebe tune be; miþterî, kar, kirîn, firotin. Dinyaya wan ew bû. Dinyaya qeþmeriyê... Ji ber vê, danûstandinên min bi wan re kêm bû.

Wê rojê dîsa bi tenê û bêhnteng bûm. Bi xwendina çend rojnameyan xemgîntir bûbûm. Ji niþka ve Eyup Alacabey kete hundir. Dilgeþiyek, nîþana jiyanê ya biçûk di canê min de liviya. Mîna ku mirov ji dostekî kevn an hevalekî dûr nameyekê bigire, heyecan hate min. Mîna ku mirov helbesteke evînê bixwîne an jî, wekî mirov li ser piþta hespekî rewan be û berê singa xwe bide bayekî sivik û hênik, bi çargav ber bi Qerejdaxê bajo, wilo sivikiyê ez rapêçam.

Belê ew çi ye? Rûyê hevalê Eyub ne geþ e. Nola ku neyaran dabe ser piþtê, helkehelka wî ye, lêvên wî ziwa bûne. Di rûyê wî de þopa xemgîniyeke kûr dixuye. Bêsilav dest bi axaftina xwe ya kurt kir: “Osman, Edîb abê, Edîb abê bi qirîza dil ket, niha li Nexweþxaneya Hasekiyê ye.” Pirsên min jî bêhemdî bûn. “Kengê... Çawa!?” Eyub domand. “Dermanek jê re divê, belê dermanekî biyan ku bi dest nakeve.”

Hevkarekî min hebû ku dermanên biyan bi dizî difirot. Em çûn ba wî.

“Edîb abê”, Edip Karahan bû. Edîbê ku qedera xwe bi qedera gelê xwe yî bêsiûd vê girê dabû. Edîbê ku jiyana xwe kiribû qurbana gelê xwe.

Edîb, ji malbateke fireh, kevn û halxweþ bû. Mixabin malbatê xwedîtî lê nedikir, têkiliyên xwe ji wî birî bûn. Wan ji ber wî þerm dikirin. Ditirsîn ku ji rûyê Edîb, dewlet wan aciz bike. Wekî gelek ronakbîr û welatparêzan Edîb jî bûbû mirovekî bixof.

Mirovên xwedî ramanên nû, mirovên li dû jiyaneke birûmet, mirovên li dijî sîstemê ne û serî li hemberî zorê, zilmê, kedxwariyê û bêþexsiyetiyê hildidin, zû bi zû ji vê qederê xelas nabin. Qedera wî jî bûbû ya Feqiyê Teyran, ya Cegerxwîn. Wi dabû ser þopa wan. Ji vî celebî mirov kêm bin jî dîsa li her herêmê têne dîtin. Û ew in ên ku riya mirovahiyê rohnî dikin. Ew in ên ku bi jiyana xwe bi sedsalan, bi hezarsalan nayên jibîrkirin. Ji wan yek jî pismamê min. Ezîzê Biro bû. Ezîz bû ku Edîb digot: “Min feyza xwe ji wî girtiye.” Ezîz bû ku þitla welatparêziyê û hêza berxwedanê di dilê qirnekî de çand. Ew di nav tunebûnê de, bi eþqa welêt çû rehmetê.

Edîp, ji malbatê bi dûr ketibû, belê wî malbateke firehtir û xurtir bîjartibû. Ji ber vê ye ku, ew rojekê li bakur, rojekê li baþûrê welatê xwe bû.

Ew Edîbê bêtirs, ew Edîbê têkoþer, pisporê pênûsê, hîmê namûsê, niha li odeyeke nexweþxaneyê, di nav nivînên spî yên qilêrî de, di nav destên bijîþkan de li hêviya me bû. Li hêviya me bû ku em dermanan bigihînin wî. Em, du xortên kurd ên ku bi evîna welat diþewitin, ji Edîb re bûbûn malbat, þewata dilê wî, li hemû can û cegara me belav bûbû. Me dilhezand ku em bi hawra wî de biçin. Eyîb digot: “Osman, ez ditirsim ku wî nas bikin. Ku wînas bikin jî, tirs amin ew e ku wî bikujin.”

Ez bîst û çar salî bûm. Min îcazeta xwe ya dermanasiyê piþtî “Sonda Hipokrat”standibû. Min jê re got: “Na! Kesên ku sonda Hipokrat xwaribin, nexweþên xwe nakujin û nadin kuþtin.”

Min hevpîþeyên xwe parastibû. Piþtî gelek salan ezê têbigihîþtima ku, kurdperwer derveyî sondê ne. Minê piþtî 12 ê rezbera 1980 an fêm bikira ku, sondxwarî, bi destên xwe îþkenceyê dikin.

Edîp hiqûq xwendibû. Belê wî ji sinifên fakulteya hiqûqê bêtir, pirtukxane, çapxane û qehwexaneyên nivîskaran nas dikir. Wî piraniya dema xwe li qadên mitîngan, li meþ û xwepêþandanên karker û þoreþgeran derbas dikir. Wî hiqûq û mafên mirovan ne li fakulteyê, li îþkencexaneyan, li dadgehan, li girthigehan nas kiribû. Wî dîtibû ku hiqûqa ku tê meþandin, ne wekî ya ku li ser rûpelên spî yên ku di fakulteyan de tê xwendin e. Lewre ew ji fakulteyê qetiyabû.

Di sala 74 an de lêborîneke tevayî (Efûyek) derketibû. Edîp jî, ji vê efûyê bêpar nema. Rabû ji baþûrê welêt, ji sirgûniyê zivirî. Hem ji nav lepên dadgehên leþkerî û ji girtîgehan xelas bûbû; hem jî, mafê qedandina fakulteyê bi dest ketibû. Piþtî navberdayîna 12-13 salan rojekê biryar dabû ku bikeve îmtihanan û fakulteyê biqedîne. Di salên “Dawa Wekîlî” yê de hêza îcazetê (dîplomayê) ji nêz dîtibû.

Hatibû Stnebolê. Li taxa Lalelî, li oteleke erzan, li odeyekê bi cih bûbû. Xwe hînî hiqûqa nivîskî dikir. Çiqas zor û zehmet bûya jî, ew mirovê karê zor bû. Li pey hev diket îmtihanan û di her îmtihanê de bi ser diket.

Hewa germ bû, wî nîv têr, nîv birçî xwe dabû xwendinê. Rojê deh saetan dixebitî. Li ser pirtûka hiqûqê, qrîzeke dijwar bi dilê wî girt.

Ew dilê ku li hemberî bêhiqûqiyê þer kiribû, ew dilê bi bîr û bawerî tijî bû, ew dilê birehm, ew dilê ciwan, çak û çalak, ew dilê wek çûkekê hêj bi heyecan... Êdî westiyabû, gotibû bes e...

Derman di destê me de, em gihîþtin nexweþxaneyê. Kurtikspiyan ji me re gotin: “Bila serê we sax be. Me Edîb Beg winda kir. Rehma Xwedê lê be!... Hûn çi yên wî nin?”

Em du xortên kurd; wekî du zarokên sêwî ku li ber dîwaran mabin, wilo stûxwar, bêdeng man. Rûyê her yekî ji me bi du dilop hêstir þil bû. Paþê hêstir miçiqîn. Hêstiran riya xwe guhartin, nehatin der û hêdî hêdî, dilop bi dilop xwe berdan ser dilê me yî disoje. Û her dilop wekî ku bikeve ser sêleke sorbûyî, bi çizînî difûriya. Edîp li morgê bû. Singa wî ya bipirç wekî kewarekê, çavên wî wekirî bûn.

Te digot qey, li ser axaftineke mitîngekê, li ser nivîsareke rojnameyekê difikire. Wisa sar, bêdeng razayîbû. Bijîþk “Xuya ye hûn zehf jê hez dikin. Ew ronakbîr bû ne wilo? Min ji ronahiya çavên wî fêm kir” got û çû... Paþê jî em..

Roja din di tabûteke xurt de, bi çend hevalan re, wî berê xwe da welêt. Edîb abê, ma tuyê wilo biçûya welêt! Çavên min li tabûtê, min destê xwe jê re hejand. Di nav mijên xeyalan de wêneyê wî yê 10-11 sal berê, hat ber çavên min. Di Mitînga Amedê de bû. Bi hezaran kurd li “Qada Belediyeyê” kom bûbûn. Em xortên lîseyê jî, ji çarrêka bajêr, bi dirûþmeyan meþiyabûn hatibûn pêþiya belediyeyê. Pankartên di destên me de doza; kar, av, rê û hwd. dikir. Navê welatê me “Doðu” bû. Gelek kes peyivîn, belê ji tu kesî re, bi qasî wî li çepikan nehate xistin. Ew bi kurdî axivîbû. Wî gotibû: “Gelî birayên kurd!...”

Bi bejn û bi bal bû. Dengê wî xof dixist nava dijmin. Tiþtên negotî digot. Dev diavêt serkomarê Tirkiyeyê. Ji kurdan re digot: “Êdî ma ne bes e? De hiþyar bin.” Fort dikir, halan dida xwe, pesnê kurdan dida ku heyecan û xîret were wan.

Ew wêne, winda bû, wêneyê wî yê ku sala 1974 an me hev li Amedê, li sînema Arê dîtibû, hat ber çavên min. Ji Baþûr nû vegeriyabû. Parkayekî leþkerî, pantorekî qedîfe lê û bereyek jî li serî bû. Bereyê E. Che Guevara. Boteke leþkerî di lingan de bû. Bota wî bêboyax bû, di bin çengê wî de çend pirtûk an rojname hebûn. Simbêl, simbêlên wî yên reþ û gur, bi bûyên wî yên reþ re ketibûn pêþbaziyê.

Paþê wêneyekî din. Kevntir. Li Dêrikê bû. Dixwest ji xwe re dukanekê bi îcare bigire. Tu kesî dukan nedabûyê. Hevalê wî Cewdet, birayê min ê mezin belaþ dukanek dabûyê. Wa ye li dukanê rûniþtine û li dor maseyeke biçûk, bi qasî ku serê wan bigihe hev, nêzîk rûniþtine, kurtepist diaxivin. Kes nizane li ser çi projeyê ne. Rojnameyeke nû, belavokek, an meþek li dijî axatiyê...

Hinek wêne heneku nehatibe dîtin, hatibe bihîstin jî, din bi þiûra mirov de ewqas jîndar hatine neqîþandin ku, gava derdikevin ser þiûrê ji mirov werê ye ku bi xwe dîtiye, jiyaye.

Va ye ji wan yek wêne, hêdî hêdî ji nav xeyalan derdikeve, perdeya mijê ji ser xwe diavêje, zelal dibe. Erê, êdî sipehhi dixuye. Edîb li Stenbolê ye, sal 1961 an 62 ye. Taxa Bab-i Alî, taxa rewþenbîrên tirk û kurdan e. Rojname û kovarên wê rojê hemû li wir çap dibin. Li wir qehwexane û meyxaneyên wan hene. Rewþenbîrên kurdan ne zehf in. Edîb, yek ji wan e ku, jê tê hezkirin. Nivîsên wî bi rojan Bab-i Alî dihejîne. Newêrin bi Edib re bikevin gengeþiyê. Çend xortên kurd, yên nû hatine Stenbolê ku li zanîngehê bixwînin, navê Edîb bihîstine. Ew dixwazin biçin ba wî û hevdu nas bikin. Ji wan re hatiye gotin ku Edîb, li Bab-i Alî, li kolana Nuruosmaniye diçe qehwexaneyeke nivîskaran. Li gorî gotinan ew nivîskarekî xurt e, belê hevdîtina bi wî re bixeter e. Ji ber ku xefiyeyên polîsan pêxîla wî bernadin û her gav li dû wî ne. Xortên kurd bi nîv heyecan, bi nîv tirs, dudilo diçin ku wî bibînin. Di nav wan de birayê min Hemîd jî heye.

Edîb, kêfxweþiya xwe ya bi hevnaskirina wan nîþan dide, ji wan re çayê diwesîne. Di rabûnê de, tê femkirin ku heqê çayan di bêrîkê de tune. Xort, biûsil heqê çayan didin. Paltoyekî dirêj, heta ku bigihe erdê lî xwe kiriye. Palto kevn û gemarî ye. Di aliyê hundirê palto de, bi dualî, ji jor heta jêr gelek bêrîk çêkirine, di her bêrîkê de jî pirtûkek heye. Ji vê pirtûkxaneya xwe çend pirtûkan dide xortan.

Hêdî hêdî otobusa tabûta Edîb, ji ber çavên me winda dibe. Û ez dibêjim: “De here, Edîb abê! Oxira te ya xêrê be. Hezar spas ji te re!”

Kurd dibêjin “An piþta xwe bidin çiyayekî asê, yan jî mêrekî çê.” Edîb, çiyayekî asê, mêrekî çê bû. Hêja bû ku mirov piþta xwe bida wî.

Di ser koça wî re bîst sal çû belê, ez hêj dibêjim qey wê rojekê derkeve, were, bi paltoyê xwe yê dirêj, bi bereyê Che û bi simbelan. Û wê disa bi dengekî bilind biqîre, bibêje: “Ma qey we hêj mafên kurdan nas nekiriye lo!..” Û wê ji nû ve dest bi þer bike.

 

9-15 Hezîran1996

Azadiya Welat


 

   

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan