Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

     

      

Hespikekî hesinî û dîwaneke dîrokî

 

Mustafa Aydogan

 

Sîh û neh sal berê, xwedîyê hespikekî hesinî li hember çavtirsandineke dîrokî xwe spart hêza gotinan. Sîh û neh sal berê, yekî birûqalind î biheybet li tu gefan nekir. Gefên ku malbatek ji hêjayîyên bingehê sirgûnekê bi dûr dixist...

 

Sîh û neh sal berê, gava hêvî di qefesekê de hefskirî bû, me bengînîyek di dilê xwe de bi dizî xwedî kir. Adana wê lêdana dil... Me hesreteke hevbeþ bi nihênî þevbihêrk þevbihêrk gerand. Mîna kana erdekî beyar... Sîh û neh sal berê, dinya ker û lal û civat di xeweke giran de bêhal... Sîh û neh sal berê, me di himbêza cehaletê de, dergûþa zanebûnê hejand. Roja me êdî ji dil ji rojhilatê hilat. Dîkan bi berbangê re, dîsa mîna berê bi kêf dest bi azanê kir. Sîh neh sal berê, qêrînek hat bihîstin. Dengê gazî û hawarekê di gelîyan de olan da... Sîh û neh sal berê, bi dengekî gûr ve xewar ji niþka ve venihurîn...

Edip Karahan

 

Wê gavê, keçên ku hibrîyên helebî û cemalî yek li ser yekê li serî girêdayî, daketin dîlanê... Pîrekên bi kitanên melkezêt, bi çavên bi evînê ve hilmiþtî xwe li wan girt. Xort kiþîyan bir bi bir, bi dilên bi êgir ve veniþtî... Dinya rengîntir bû û bêhna jîyanê xweþtir bû...

Sîh û neh sal berê, sira bayekî hênik hat. Bayekî evînê... Xwe ji lêf bera xwarê da û li berîyeke bêserî û bêbinî girt. Sîh û neh sal berê, kulîlkan dîsa serên xwe hildan, wek carên berê. Xwezayê dîsa xwe xemiland li deþt û zozanên me. Û Sîh û neh sal berê, yekî ji Zeytûnistanê da rê. Dîcle û Firat bi heybeta xwe kirin yek, çemekî boþtir ava kir û bi bengînî herikand. Wê gavê, di þeva tarî de gotin çirisîn. Ronahî mîna dermanekî, hêdî hêdî niqutîn çavên ku qapaxên wan ji zû de jiserhevranebûyî... Li ber þewqa wan, çavên yara dilrevîn ez kirim hêsîr. Me bi ronahîya wan da ser rê. Dilên me bi agirê wan ve me nema tebitîn. Memê di bin þewqa wan de ji bajarê Muxrubê da rê, Bozê Rewan bi evîna wan bezand. Zînê bi çirûskên wan, da dû dilê xwe û derket pêþîyê.

 

Bîst û neh sal berê, Hespikekî Hesinî da diyarekî, mîna nîþaneke berxwedana dilekî. Bîst û neh sal berê, Dîwanekê xwe li tarîyê rakiþand. Dîwanek li rûpelên

dîrokekê hat neqiþandin. Bi hûrbijarî û bi hinerbazîya nîgarkêþekî... Dîwanek...

Mîna rojekê ji Rojhilatê hilat, li devereke rojlêqedexekirî... Em bi mîrasa wê xwedî bûn. Em di xweþîya hisên wê de vegevizîn. Me xwe bi mêrxasîya wê ve pesinand. Bîst û neh sal berê, me hêvîyên xwe di Dîwanekê de civandin. Me xwe spart hêza Dîwanekê û em bi evîna wê kelîyan.

 

Lê bîst û pênc sal berê... Li wê çolê û li wî beyarî, gava ez derketibûm temaþeya yarê... Dilê min ji niþka ve serî rakir li ber qederê... Ji mehan meha Gulanê, ji dahnan dahnê êvarê... Pêlên xemgînîyeke malikþewitî keç û xort pahn kirin li wê meydanê.

Bîst û pênc sal berê, bayekî bêhniçikên hat. Hewayeke fetisokî dil dan ber xwe. Hilma gotinan çikîya, qirikên wan zuha bûn. Devên wan nema gerîyan. Çongên wan sist bûn, rûyên wan zer, çavên wan di ser hevdu re qulipîn. Û tayekê ew girtin û yekê ew berdan.

 

Bîst û pênc sal berê, nameyek hat. Nameyeke reþ.. Xebereke nexweþ. Keleha Mêrdînê bi heybeteke nedîtî hejand. Dilek rawestîya bi merameke nîvcomayî... Diyarekî xwe reþ girêda. Dil qirqilîn. Dil perpitîn. Li Zeytûnistanê, darbestekê di bin gulîyên keçan ên jêkirî de, xwe bi zorê ragirt. Zeytûnistanîyan gorek kola di dilên xwe de. Gora mêrxasekî... Mêrxasekî biheybet... Mêrxasekî mîna Siyabend kelemekî benîþtokê di dil de çikîyayî û bi Xecê têrþanebûyî...

Bayek hat. Bayekî bisaw.... Bayekî di meqamê mirinê de... Lêf ket tev. Berî rikrikî. Nêrgîz çav tije hêsir, beybûn situxwar ma. Hinar perçivîn. Wek her cara xebereke nexêr dibihîst... Zeytûn hiþk bûn. Wek her cara di bin pêlên xemgînîyê de difetisîn... Çem zuha bûn. Wek di her rûdana qudûmþikên de...

 

Ez li qûntara çiyayekî xewnistanekê li xwedîyê merameke dîrokî rast hatim. Min li wê palê xwe spart xeyalên ji heyaman... Îroj, tovên ku te çandibûn, bûn xerz. Xerzên te bûn dar û darên te... Kulîlk lê ketin, biþkivîn, bûn hêvî û ji serê Tûrcelê bi ser deþta dilê me de fûrîya. Em dergûþên zarokên xwe di bin dara gûzê de, bi meqamên serpêhatîyên te dilorînin. Em zarokên xwe bi evîna merama te û serpêhatîyên Dîwana te mezin dikin. Stranên me ji dil tên gotin. Dengên wan pêl bi pêl bilind dibin. þevbihêrk geþ dibin; þêwir bi aqilî tên kirin û dil bi evînê ve lê didin.

 

Em di þahîya gulvedana hêvîyên te de sermest dibin. Di himbêza bextîyarîyê de... Em bi rastgerîna xewnên te ve, ji destê yara dilrevîn pîyaleyekê bi ser xwe de dadikin. Em bi awirên te ve, þopa hêrseke kevnar digerînin; di labîrentên xumamistanê de rêya xwe dibînin.

 

Gava dara gûzê pel weþandin û min ji xewnistanê qesda jêrzemîna hefsa dilekî xemgîn kir, ez bi pirsekê bi xwe hisîyam: Ka li ku? Ez li ber derîyê Lalistanê, bi bêhna þewatekê li xwe hay bûm. Di kelkela Havînê de, çavên min bi rivînên agirê ku xwe li ezmên radikiþand, ji serê min bazda. Gotin wê gavê di bin mij û moranê de fetisîn. Dev nema gerîyan. Dem wê çaxê westîya.

Dil pêl bi pêl… Dil parî bi parî… Dil bi hesret... Dil di dolên biyanistanê de diqêre. Bi hêvîya ku rojekê li Lalistanê jî ziman bigerin... 

 

Têbinî:

(Ev nivîs bi minasebeta 25 salîya wefata ronakbîrê kurd Edîp Karahan hatiye nivîsîn)

                                                                                                      

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan