Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

     

     

 23 sal berê

 

Mustafa Aydogan

 

Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qehwexaneya Celalê Sor rûniþt.

Aþxaneya Hutîyî venebû, þûþeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî.

 

Dilek arîya û stêrkek rijîya. Qêrîn bi sê zarokên sêwî ket û du pîrekên jinbî li xwe xist û girîyan. Her yek ji wan bi zimanekî cuda û her yek li devereke cîhê... Berê ronahîyek ji niþka ve li ezmanê þîn xuya bû û vemirî. Bi dû re dûmaneke reþ ji erdê hilat. Ket navbera erd û ezmên. Dinya pê re tarî bû. Dilekî bengîn arîya û sitêrkek ji jorê hat xwarê. Weke tîreke serbijahrkirî li orta kezebekê ket. Babîsokek li dinyayê rabû û ji wê kezeba tîrlêketî û dilê arîyayî xem bi ser dinyayê de barîya. Sitêrkek rijîya. Berîya wexta xwe...

 

23 sal berê bû. Dilek rawestîya. Dilekî mêrxas, dilekî bihesret, dilekî pak û bi hezkirinê ve miþt. Mirovekî xemxwar negîhaþt xêtir ji me bixwaze. Mirovekî rastgo! Mirovekî weha ku ne ew ji tirsê, lê tirs jê ditirsîya...

 

Ez hê nuh ji ber berbirojkê mala Hecî Deroyî rabûbûm. Lawê Hecî Emerî yê mezin dê ji Qubilmeyê bihataya û Þêxmûsê Hecî Evdilqadirî jî ji Dêrikê. Laþê min li ber tavê sist bûbû. Min berê xwe da malê, lê min di xwe re nedît ku ez biçim odeyê. Min hema xwe li hêwana me ya duderî dirêj kir. Ji xwe, xewê hîn bi rê ve de zora min biribû. Rastîyek bi ser me de wergerîyabû. Rastîyeke tahl... Rastîyeke weke rûrikê.... Ez hîn di bin tesîra wê rastîyê de bûm.

Min xwe çawa dirêj kir, çavên min ên li hemanan ji xweber çûn ser hevdu.

 

Min nema xwe dît. Min hew dît ku li binîya Camîya Xerabe dawetek gerîyabû. Dengê def û zirneyê û laþên govendgerên ku di nav xwêdanê de mabûn, bûbûn yek. Hin zarokan ji dawîyê de hiþk bi hûçikên dêyên xwe girtibû û bi govendê re bi vir de û wê de kil dibûn. Dengê teqîna devançeyên çardehderb, vire vira zarokên ku xwe çeng dikir fîþekên vala û lîrandina pîrekên bikincên dêrîkanî ku hibrîyên wan ên þîrikî li ser kitana merkezêt bi mirovî re dibiþirî, tev li hevdu dibûn.  Ên bi milan bi hevdu re diketin qayiþê; ên xwe daqûl dikir û bi lingan diçûnê...  Toz û hicac ji ber lingan radibûn û bi ser serên mirovan diketin. Çipeçipa xwêdana ku ji enîyan dihat xwarê, bi rimilka li erdê re dihat sitrandin. Govend her ku diçû germtir û geþtir dibû û dawet her ku digerîya þêntir dibû. Hibrîyeke sor di destê dêya zavayî de û yeka mor jî di destê xaltîka wî de, li orta dawetê bi reqs, lîrandin û bi dengê "Kî zava ye, kî zava" li dora Heyderê zirnevan û lawê diçûn û dihatin. Zirneya ku her carê, li ber zilamekî lêdixist, halanên di zilaman de dihatin hildan û þabaþîya li ser tebekekê li orta dawetê dihat gerandin, heyecana berbûyan gîhandibû bandevê. Li xanîyekî bi çend xanîyan ji wî xanîyê ku govend li hewþa wê digerîya bi wê de, bûkek dihat xemilandin. Bûkeke nazdar... Çar keçik li dorê diçûn û dihatin. Kincên wan dilên xortan diperitandin; a yekem dêrikanî, a duduyan çîyayî, a sisêyan koçerkî û a çaran jî xavika bimorîk li serî omerkî. Bêhna misk û emberê li taxê belav dibû û çavên xortên bihesret û dilbijok bi pêlên bêhna dilrevîn re dadigerîyan. Xortekî bejinzirav î xwînþêrîn bi bêsebirî simbêlên xwe ba didan û çavên wî li rêya bûkê dibûn qurux. Pêlên kêf û þahîyeke bêsînor rabûbûn û herkesî xwe di çemên safî his diherikî de dadikir.

 

Lê ji niþka ve, li ser Camîya Xerabe ya ku ji 1204an û bi vir de di ber xwe de dide, reþek xuya bû. Xeberek bi zorê ji devê wî derket. Xebereke nexêrê... Bi dengekî kelogirî got; "Haho! Haho, agir bi Qezê ket! Pêtî di ezmanan re derket. Haaaho!" Taqet ne di wî de ma û ne jî di gotinan de. Dihezhizî. Du reþên din xuya bûn, du reþên situxwar û piþtxûz. Herdu ketin bin çengên wî û di reþahîya xebera nexêrê de wenda bûn.

 

Bi bihîstina wê xeberê re, Heyderê aþiq zirna xwe bi derbekê re ji devê xwe derxist, hilma wî bi carekê çikîya. Bû niçeniça wî. Kelogirî bû, destê xwe bir ber ruyê xwe, li orta dawetê rûniþt û ponijî. Lawê wî jî defa xwe bi kerb danî erdê, bû ufeufa wî , çavên wî melûl bûn û bi dû re di cîhê xwe de sar sekinî. Xwêdan sar bû. Dawet ferikî. Bayekî xemgîn hat û xem li her deverê reþand û kêfa wan bi derbekê re li wan þikenand.

 

Wê rojê, Rojhilatê xwe reþ girêda. Roj xemgîn bû, hilnehat. Ezmên ji dil hêsir barandin. Bû haho hahoya ewran, li bin guhê hevdu ketin. Dinya ji niþka ve bû þev û sitêrkekê xwe ji jorê bera xwarê da. Stêrkeke ne di wexta xwe de... Stêrkên mayî li xwe xist, bi xeramûþkan rûyên xwe tev çirandin. Darên zeytûnan di cîh de hiþk bûn, tu lib bi wan ve neman. Bû haho hahoya Tûrcelê, dengê qêrîna wê di felekan re derket. Kûrînî bi Xab û Kulêbeyê ket û bi ser  Êrge Baba de girîyan. Qîza Qirêl porê xwe giþ hilkir, xwazgînîyên xwe hemû vegerandin, herdu gulîyên xwe di ber de jê kirin û zewac li xwe heram kir. Wê rojê, ne tu kes çû dehlê û ne jî li qahweya Celalê Sor rûniþt. Aþxaneya Hutîyî venebû, þûþeyeke araqê li ser maseya qozîyê bi ser qedeha vala de ponijî. Hespikeke hesinî bêxwedî ma, xwe sipart dîrekê cereyanê û li halê xwe û wan girîya. Ji Kanîya Gûzê heta Aþê Mala Xemoyî, kes li sûkê nema. Xeto û Remo þaþ man û ji jora Dêrikê heta Heramîyan, bi tepan çûn serên xwe. Wê gavê, bayekî þînê xwe li taxa Mehmûdan girt. Hinar perçivîn, libên wan giþ bûn hêsir û bi ser Dêrikê de hatin xwarê. Lehîyek rabû û Dêrika Çîyayê Mazî da ber xwe.

 

Darbestekê ji Dîyarbekirê da rê. Darbesta Serokê Dîwanê. Dîwana girtîyên Girtîgeha Dîyarbekirê... Wê gavê kerba ku ji heyaman ve hatibû kolan, xwe di rûyên sûrên Dîyarbekirê de da der. Dîcle bi situxwarî herikî. Ji girî çavên Firatê ketin ber. Araratê þîna xwe li Qesra Isheq Paþayî danî. Ji serê zozanên Serhedê dengê dûrikeke dilþewat tevî kilama Bavê Silhoyî, pêl bi pêl ber bi jêrê ve belav bû. Çîyayê Metînan Sûlav bi carekê rawestand. Çoman ji bo dadgerê xwe yê zemanekî, ji bo Mam Azadê xwe, derîyê dadgeha xwe girt û wê rojê li tu daweyan nenihêrî. Çîyayê Bêxêr gazindên xwe bi Xêbûr kirin. Ezmên xwe bi êþeke giran ve bi ser hevdu de guvaþt û Xelefê Berber pê re got: "Wey li minê!" Dara tuyê ya li kêleka dikana wî, çer ku dengê wî bihîst, ji qehran tu nema bû bifetisîyaya. Hêrsa wê ew qasî bilind bû ku kesî nema wêrîbû xwe bidaya ber sîya wê. Hêrsa Girê Qiziltepeyê di dilê wê de hilnehat û awirin tûj di ser serê Qesra Salihê Receb Axayê çeçan re, berê xwe da garnîzonekê.

 

Erd ji niþka ve hejîya. Lê tu rasatxaneyan ew nepîva. Navenda wê Dêrik, Qiziltepe, lêf, berî... Coxrafyayeke bêserî û bêbinî... Herkes li hev civîya. Mirovî ax biavêtaya li erdê nediket. Dinya qûrîya, herkes rabû ser pêyan. Herkes... Ji her deverê, ji her rengî û bi her devokî... Ermenîyên Dêrikê jî pê re...

Erd careke din hejîya. Di newala Xursê de, li wê quncika Bihiþtê, duwanzdeh gund bi hevdu re kil bûn. Ji ber tesîra wê, lêf wek pelê çilo lerizî. Ne Emrûd, ne Efer, ne Bahdînan, ne Erban û ne jî Þêb ma. Rastîya tahl xwe gîhand Girê Girgewrê û ji wê derê berê xwe rast da Çemê Evdilmamê. Wê gavê çi erdê Xelecan û çi jî yê Çirikan, hemû Kîkan tevî bêþê xwe yê alîyê sînor î din, konê þînê vegirt û qehweya tahl da ser. Xeber li Ebû Ceradê gîhaþt  Êlas Efendîyî, xwedîyê merameke nîvcomayî. Lerizandin pêl bi pêl li coxrafyayeke mexdûr belav bû. Mêrdîn jî ji ber wê kil bû û Keleha wê tu nema bû ku bi hemû heybeta xwe ya dîrokî ve bi ser berîyê de wergerîyaya. Heskîf çend hezar salên din jî bi nav dîrokê de çû û ji kûrahîyeke bêbinî, bi janeke giran nalîya û agir bi kezeban xist. Gurmînî ji Keleha Zêrzewanê hat û bi dengê axîn û nalîna Emînê Ehmed û Dawê Mihê Dilûlê hejîya. Qerejdax vê carê ne ji german, lê ji qehran diqijilî. Kevirên wê ji berê reþtir bûn. Pira Þahwelêt rê neda tu wesîteyan. Tu zarok li tu otobusên ku di ser pireya Bîlecikê re derbas dibûn, siwar nebû û dengên tu keman û darbûqeyan nehatin bihîstin.

 

Deþta Haranê girt ber derîyê Birahîm Pêxemberî û ji wî re got; "Ger ev kar karê Xwedayê te be, bi navê wî Xwedayê ku tu bawerîya xwe pê tînî, tu nema dikarî li vira bisitirî." Birahîm ji ber hêrsa Haranê ricifî, xwe ji her tiþtî bêrî kir û tu tiþt li xwe qebûl nekir. Cûdî bi tenê wê rojê, cîh neda Keþtîya Nuhî. Nuh polî poþman vegerîya. Botan ji serê Birca Belek qûrîya û wê gavê Deþta Geverê ji ber dengê wê hejîya. Ûrmîyê li ser navê Rojhilatê, xwe gîhand Wanê. Herduyan bi hevdu re deryayeke bêserî û bêbinî pêk anî û þîna xwe li ser danî.

 

Ava Emrûd a ku heta wê gavê, tu zebeþî xwe li ber negirtibû û di çend sanîyeyên destpêkê de bûbû du perçe, wê rojê neherikî û Qiziltepeya þewitî dîsa bê av hiþt. Gola Eyn Ebaso derîyê ava xwe girt û nehiþt li Xursa Navê  tu aþ bigere. Bêhna cîh û warekî, bêhna bingeha hesreta dilekî teng bû. Tu kesî newêrîbû xwe tê derxistaya. Tavê xwe ji tirsan da alî. Heyv hingî li ber ket, wê rojê ji dinyayê xeyidî û li dora wê nezîvirî. Di cîhê xwe de sar sekinî. Ne bi kesî re biþirî û ne jî hiþt ku tu evîndar di bin tava wê de, bi dizîka xwe bigîhinin hevdu. Sê þev û sê rojan, zewade di gewrîyê re neçû xwarê. Sitêrkan yek bi yek xwe li dû hevdu di valahîyeke bêdawî de wer kir. Wê rojê, tu qaçaxçîyan li tu sînoran nexist û tu mayinên binaxkirî neteqîya. Herkesî pîmê mayina dilê xwe kiþand û di xwe de teqîya. Hemû meleyên sûrgicî li mala Mele Nezîrî, bi ser hevdu de ponijîn. Û Xwedê li meqamê xwe, hemû melekên xwe bi helûbelekê civandin û tiþtên li jêrê û jorê diqewimîn, meraq kirin.

 

Di dilê herkesî de, rengin tevî herka xwînê bûn. Ji rengan alayek pêk hat û di dîrekê dilên wan de, daket heta nêvî. Wê rojê, alayê tu ba qebûl nekir û li ber tu bayî liba nebû. Li nêvîyê dîrekên dilên wan, xwe bi xemgînî li hev pêça.

Dinya serûbinî hevdu bûbû û li erd û ezmên xirecireke mezin dest pê kiribû. Wê gavê, wî ji ser darbesta xwe serê xwe ji niþka ve bilind kir, li dora xwe nihêrî, biruyên xwe yên qalind ber bi jorê ve rakirin, bi dilovanî biþirî û got: "Heyhat, heyhat! Ne xwe, mirin jî ha! Xem nake, ew ji bavê xwe bê minet e. A va qûça wê jî! Bila hayê wê jê hebe ku ji xafil de hat min. Na na, hûn pê dizanin ku tu mirin nikare bi min. Ez dikarim mirina herî mezin jî bi destekî bifetisînim. Lê xem nake, bala xwe bidinê, jîyan dîsa berdewam e. Jîyan dîsa jî xweþ e. Tevî hertiþtî jî hêja ye, hêja ye ku mirov bijî... Nebî nebî, hûn berê xwe ji jîyanê neguherin, jê dilgiran nebin  û hêvîya xwe jê qut nekin!

 

Wê gavê hûn ê min di herikandina her avê de bibînin. Di libakirina her rengê dilên xwe de, di her libên hinarên me de, di zeytûnên me yên xilxalî de, di hênikahîya her bayî de, di heybeta her çîyayî de, di zîldana her gîhayî de, di serê her simbilî de... Wê gavê ez namirim. Wê gavê ez ê di her bêhnstendinekê de ji nû ve vejîm. Di her rengê kûlîlkên Biharê de, di bêhna her gula di ber porê her keçikê de, li serê her zozanî, li binê her newalê, li erdê her berîyê...

Ez ê wê gavê li her þevbihêrkê, bi we re bim."

 

Ez bi dengê mêvanan þîyar bûm. Gelo ez þîyar bûm? Me ji kerban silav jî li hevdu nekir, me bi tenê bi çavên melûl li hevdu nihêrî. Em hersê jî ji qehran reþ xeniqîbûn. Min bala xwe dayê ku em di kûrahîya bêdengîyê de wenda dibûn û diçûn. Ax ax! Rastîya tahl, ax! Ax 23 sal berê, ax!.. Gelo ez kî bûm? Dibe ku ez tu bim, belkî ew, belkî jî hûn hemû. Belkî min qet tu tiþt nedîtibe, belkî wê rojê, tu kes li Qosarê derneketibe ser Camîya Xerabe. Belkî wê rojê tu mêvan nehatibin. Belkî jî tew ez qet nejîyabim, belkî...

 

(Pelîn - hejmar:3- Havîna 1999an)

 

 

                                                                                                    

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan