Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                          Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

     

                                                                                           

Jean de La Fontaine,

Fables, 1 : La Cigale et la Fourmi, 2 : Le Corbeau et le Renard

 

Wergera ji frensî û notên li ser fablan : Îbrahîm Seydo Aydogan

 

Jean de La Fontaine, Fables I-II, pirtûka yekem, (ji ber çapa Nivîskarên Mezin ku ji hêla Akademiya Goncourtê ve hatine hilbijartin hatiye wergerandin.)

 

La Fontaine di sala 1621ê de çêbûye û di sala 1695an de miriye.

Di fablên xwe yên ku ji bo zarokên nivîsandiye de lawir ji xwe re kirine leheng û þîretan li zarokan dike. Mijarên fablên xwe ji fablên kevn stendine û di pêþgotina xwe de behsa fablên Ezop û Phèdre jî dike. Gelek kes dibêjin ku wî fablên heyî ji nû ve nivîsandine û wî ne weke berhemdarekî afirîner dihesibînin, lê weke ku xuya dibe, La Fontaine bûyer û helbestê bi hev re dimeþîne û frensiya ku bi kar aniye jî li gora dema xwe frensiyeke kemilî û rewan e. Gelek berhemên wî hene. Wekî din, di nava berhemên wî de, çîrokên wî yên din jî hene ku ji bo Duþesa Bouillonê hatine nivîsandin û mijarên xwe ji Boccace, Aristote û çîroknivîsên îtalyanî yên kevin wergirtine.

Bi giþtî 243 fabl nivîsandine. Hemû fablên wî 12 pirtûk dagirtine. Di pirtûka yekem de ku ev herdu fabl tê de ne, du pêþgotin (yek pexþan û yek jî helbest e) hene ku diyar dikin ku ev fabl diyarî prensê wê demê kirine. Louis XIV, qralê Fransayê yê wê demê bû û navbera wan, ji ber têkîliyên La Fontaine yên þexsî xera bûbû. Sebeba wê jî ew bû ku La Fontaine hin berhemên xwe yên berê diyarî wezîrekî têkçûyî yê bi navê Fouqet kiribûn û Louis XIV jî Fouqet ceza kiribû. Fouqetê ku di sala 1680î de di girtîgehê de mir, ji malbateke mezin bû û du birayên wî di nava civata olî de xwedî cihên bilind bûn. La Fontaine berî sala 1660î xwe nêzîkî Fouqetî kiribû. Li gora ku tê gotin, La Fontaine derdora 1661ê de dest bi nivîsandina fablan kiriye lê ew di sala 1668an de dane çapkirin. Gava ku La Fontaine ev fabl çap dikirin, temenê prensê ku behsa wî dibe hê þeþ sal û nîv bû. Dibe ku têkîliyek di nava van herdu bûyeran de hebe.

 

Me bi tenê ji bo xatirê bîranîna Edîp Karahan û armanca wî ya wergerandina van herdu fablên ku kurdiya wan ji bilî îstixbarata tirkî di destê kesî de tuneye, ew ji nû ve wergerandin. Di rapora ku îstixbaratê di derheqê wî de daye de tê gotin ku wî ev herdu çîrok wergerandine kurdî û xwastiye bi vî awayî hebûn û xurtbûna zimanê kurdî nîþan bike. Ji bo kesên ku bixwazin, em frensiya wan jî li vira didin çapkirin. Li ser malpera http://www.jdlf.com mirov dikare ingilîziya wan jî peyda bike.

 

(Îbrahîm Seydo Aydogan, 13-05-2004)

 

La Cigale et la Fourmi

 

La Cigale, ayant chanté
Tout l'été,
Se trouva fort dépourvue
Quand la bise fut venue :
Pas un seul petit morceau
De mouche ou de vermisseau.
Elle alla crier famine
Chez la Fourmi sa voisine,
La priant de lui prêter
Quelque grain pour subsister
Jusqu'à la saison nouvelle.
"Je vous paierai, lui dit-elle,
Avant l'Oût, foi d'animal,
Intérêt et principal. "
La Fourmi n'est pas prêteuse :
C'est là son moindre défaut.
Que faisiez-vous au temps chaud ?
Dit-elle à cette emprunteuse.
- Nuit et jour à tout venant
Je chantais, ne vous déplaise.
- Vous chantiez ? j'en suis fort aise.
Eh bien! dansez maintenant.

 

 

Le Corbeau et le Renard

Maître Corbeau, sur un arbre perché,
Tenait en son bec un fromage.
Maître Renard, par l'odeur alléché,
Lui tint à peu près ce langage :
"Hé ! bonjour, Monsieur du Corbeau.
Que vous êtes joli ! que vous me semblez beau !
Sans mentir, si votre ramage
Se rapporte à votre plumage,
Vous êtes le Phénix des hôtes de ces bois."
A ces mots le Corbeau ne se sent pas de joie ;
Et pour montrer sa belle voix,
Il ouvre un large bec, laisse tomber sa proie.
Le Renard s'en saisit, et dit : "Mon bon Monsieur,
Apprenez que tout flatteur
Vit aux dépens de celui qui l'écoute :
Cette leçon vaut bien un fromage, sans doute. "
Le Corbeau, honteux et confus,
Jura, mais un peu tard, qu'on ne l'y prendrait plus.

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan