Divan Baþkalýðýna Hoþ Geldiniz

                                                                                                                                          

                                               


Edip Karahan

Yazýlarý

Savunmalarý

Dicle-Fýrat

Hikaye

Derik

E-Mail

 

 

 

 

 

 

 

     

     

            

                       HEYDO Û FERHO

 

 Li gundê Tileeikê Heydo hebû. Li Gundê Heboþiyê ji Ferho hebû. Ewan Gundan bi Qeza Qýzýltepe ve bûn. Ewan Zýlaman pir bi keyf û eþq bûn. Li mintiqa qezê çukas dawet û dîlan dibi xwediyê dawetê ba Wan mirovan dikir. Tê bira min ko di weqtekê de dawetek çêbûbû li gundê Telniþir. Ew gund gundê Kermo çelebî bû. Kermo Çelebî ji mala Haci Kermo (Munganlardan) bû. Îbrahîm Xelîl di zewicî Ýbrahim Xelil apê min e. Navê dergistiya wi Helimê bu Helimê. Ji aliyê çiya bu. Ji benda mustafakyan bû. Û tê bira min ko Heydo û Ferho çawa zivir dibun li serê davetê heta binê dawetê. Ferho li bilûrê dixist û Heydo distra. Û carna Ferho dest ji bilurê dikir û bi Heydo ra dest bi kilaman dikir û zîtok davitin Heydo ev kilima digot: Navê kilamê min ji birakiriye. Lê belê çend peyvê kilamê di bira min de ye. Ez dibêjim Qey ew kilam ev bu:

Bi yekê razi na be

Bi duda qail na be

Bi sisya nayê sero

Bi çara poz pê nake

Bi pênca guh na deye

Haho qail nabe, gundyano razi nabi.

Piþt Heydo Ferho dest pê dikir. Peyvê kilamek Ferho gora di bira min de maye evbun: Navê vê kilamê di bira min tê. Navê wê kilamê Rûto bu.

 

Rûto

Ha wer weri wer xanimê

Xanim buka mala bavê min ê.

Ji banê xêni ba dikirim,

Kafir bavê na kêlime.

Xenzir bavê na kêlime.

Nige xaným bi þimike

çu midyatê gilî bike

wê qaymakaman razi bike

wê hakiman qanî bike

wê yuzbaþyan bertîl bike

Wê mala ruto xera bike

ha wer weri wer xanýmê

bûka mala bavê min e.

Dû kilaman re disa ferho dest bi bilorê dikir û Heydo dismala xwe dida destê xwe ji serê dilanê diçû binê dilanê. Qîz û xortan dest bi hevren dilan dikirin. Lê belê qîza Ahmet aða hebû. Ew Qîz Pir xweþik bû Navê wê Þemsê bû. Û lawê Eli aða biþar hebu þemsê û Biþar eþqî hev bûbûn. Biþar ji ferho ra digot ko býra þemsê bê destê min. Ferho dikir ne dikir Þemsê ne dihat desthe biþar. Ji ber ko bavê wê Ahmet aða ji wêra gotubû ko heke ez te bi biþar re bivînim ezê te bukujim. Tê bira min ko em giþ berbu swar u peya diçûnin Þêbê, Þêb gundê dêrik’ê bû. Çaxa ko em çûn derbenda þêbê me nêrî ko sýwar û peyayên mala bukê ji way ji jor tên. Swar û peya yên jêr yên ji ali zavê û swar û peya yên jor ji aliyê bûkê wexta ko ber bi hev hatin dest bi reqa reqa tivýnga kirin. Le belê çarhawir çiya u zinar bû, hesp û milinan ne di xebitin. Ew çaxan aðan ji hespû mînên xwe peya dibûn û berbihev dihatýn. Ev gav pirekek ji ali zavê û yek jî ji ali bûkê her yek di destê wan de dismalek. Bi ken ê kêf dilîstin. Tê bira min xwedê zaneye yê ko jinika ji ali zavê (zava apê min bû) navê wê Edûlê bu. Edûlê wexta nêzîkî li mala bukê kir. Dest bi durukan kiribu. Durukek wê bi tenê tê bira min. Bi texmîn ev durýka vanîbû:

Rebiayê

De rabi de rabi rebiayê

Rebia qîza þêxê þêbiyan ye.

Bûka maqûlê dêrikyan ye.

De rabi de rabi rebiayê

Rebia qîza þêxê þebiyan ye.

Bûka maqulê derikyan ye.

Riya dêrikê bi miþmiþ e.

çarçafa rebia min xiþe xiþe (xüþe xüþe)

Riya derikê bi zeytûn e

çarþafa rabia min guluftun e

De rabi de rabi rebiayê

buka maqulê dêrikyan ye

qiza þêxê þebiyan ye.

Heta me buk ani telniþir belki sedû tu bivê hezar tifing hat teqyan, wexta me bûk anî ber malan zava Îbrahîm Xelîl li ser xêni bû. Destê wî tijî þekirê hamidhulu bû. Giþtik avit ser serê bûka me helimê. Û lawikekki biçûk ji þerbikekî avê li ser riya bûkê rijand wexta bûk ket hunduro.

Dû re swaran dest bi cirîdê kirin. Swaran li ber hev dixist in û gelek carî swaran bi hevran Erebiki di peyivîn. Wexta cirît jî xelasbû zilaman giþtik çûn aliyê odê o wê çaxê dest danîn bi staranên. Di nav wan sitranan de evaya di bîra min tê. Û ez texmîn dikim ko Ferho digot û hewdo ji lê di nuhurand. Navê wê kilamê evbû: Qadê Sadûn.

Qadê Sadun

Werê wey dinyayê wey dinyayê

Bila wê sibehê þerek çê ne ba.

Li þewatya þewitî li ber bênderan milê ziyaretê

Wê sibekê li ser serê Qadê Sadûn bûye teqi teqê

tivingan dev ziravan

Sê swar tê ji jorda swarê pêþyê

teres layê Emer e, swarê ortê

bedirxanê bedirxên e.

Swarê dawyê Ahmedê Evdo ye.

Bi dev dijmin e bi dil di Qadê Sadûn na bihure

Dibê Ýro sê roj u sê þev e

þêwr û miþêv re Qadê Sadûn

Li diyarbekira (carbekira) xopan

Li dora hawizê mala Fêzi mala neqip

Hatine gerandinê wey dinyayê wey dinyayê

Fersê ban dikire lêlê Þaxê por kurê

Vê sibehê rabe sê denga li apê xwe

Haci Hemit bi gazîke bi hewarke.

Apê te Heci Hemît pilingê çemê reþa yi

belki eyfa Qadê Sadûn bi destê xwe hilîne

Yan jî sê denga li Êlas Aða bi gazîke bi hewarke

Bilas Elas Aða bavê Mendulû çend swarê

Zik þewat bi xwer hilîne bila bê

heyfa Qadê Sadûn bi destê xwe hilîne.

De wey dinyayê de vey felekê wey dêranê

Ma çima te li min wakir te konê min xerakir

Wey dinyayê wey felekê wey xayinê te li min wakir.

Dicle-Fýrat

Yýl: 1, Sayý: 8

14 Mayýs 1963

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan