Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?
 
Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

                                    

                                         

 

 

     

 

 

 

 

     

                                                                                                              

Ez gazinan ji kîjanî bikim                                        

 

Hidayet Karahan (Pîreka wî) 

 

Car hebûn ku me pev diçinî. Wê gavê wî ji min re digot, “Xanim, min ji te re gotibû ku tekoþîna miletê min di ser her tiþtî re ye.”

Gava ku polîs dihatin da wî bigrin, ez gelekî bi wan re dixweyidîm. Lê Edîpî digot, “Xanim, eyb e, ev ciwanmêr mêvan in, tiþtekî îkramî wan bike.”

Min qet nedît, ew bi wan kesên ku dihatin wî bigrin re xeyidî. Wî her gav bi xweþî pêþwaziya wan dikir.

Gava dihat girtin û diçû hefsê, ew qasî rehet hereket dikir ku destê xwe radikir hewa û digot, “Silav!”

Tiþtên di derheqê wî û hevalên wî de di bîra min de maye ew e ku çûyina wî ya ji Stenbûlê ya ber bi Enqereyê ve ye. Wî ji min re gotibû ku min ji bona te dûrikek got, heval gelekî li ber ketin, Enwer Aytekîn giriya. Ez bawer dikim ku ew dûrik, “Ax gulim, gulim” bû. Wî ji dûrika “Derdim çoktur hangîsîne yanayim" jî gelekî hez dikir (Derdên min pir in, ez gazinan ji kîjanî bikim).

 

Hevalên wî digot ku Edîp gelekî sert e. Halbikî li malê gelekî milahîm bû. Wî ji ber mitînga Diyarbekirê gotibû ku cara pêþî min hin tiþtên muhîm gotin û ez ji ber wê jî bextewar im. (*)

 

(*) Wî ji ber axaftian di vê mitîngê de kiribû salûnîvekê ceza xwar û 9 mehan girtî ma.

 

Wergera ji tirkî: Enwer Karahan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


 
Edîp û pîreka xwe Hidayet xanim