Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                     


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

     

          Heydo û Ferho                          

Li gundê Tilecikê Heydo hebû. Li gundê Heboþiyê jî Ferho hebû. Ev gund bi qezeya Qiziltepeyê ve girêdayî bûn. Ev zilam pir bi kêf û eþq bûn. Li mintiqa Qezê çi qas dawet û dîlan çêdibûn, xwediyê dawetê ba wan mirovan dikir. Tê bîra min ku di wextekê de, li gundê Tilniþirê, dawetek çêbûbû. Ew gund gundê Kermo Çelebî bû. Kermo Çelebî ji mala Hecî Kermo (ji Mûnganan) bû. Birahîm Xelîl dizewicî. Birahîm Xelîl apê min e. Navê dergîstiya wî Helîmê bû. Helîmê ji aliyê çiyê bû. Ji benda mistefakiyan bû. Û tê bîra min ku Heydo û Ferho ji serê dawetê heta binê dawetê çawa dizîvirîn. Ferho li bilûrê dixist û Heydo distira. Û carinan Ferho dest ji bilûrê dikir û bi Heydo re dest bi kilaman dikir û zîtok diavêtin Heydo.

Ev kilama ha digot: Min navê kilamê ji bîra kiriye. Lê belê çend peyvên kilamê di bîra min de manin.

 

Ez dibêjim qey kilam weha bû:

 

Bi yekê razî nabe

Bi duda qaîl nabe

Bi sisiya nayê sero

Bi çara poz pê nake

Bi pênca guh nadêye

 

Haho qaîl nabe, gidyano razî nabe.

 

Piþtî Heydo, Ferho dest pê dikir. Peyvên kilameke Ferho li gora di bîra min de manin, ev bûn: Navê vê kilamê tê bîra min. Navê kilamê Rûto bû.

 

Rûto

Ha wer were wer xanimê

Xanim bûka mala bavê minê.

Ji banê xênî ba dikirim.

Kafirbavê nakêlime.

Xenzîrbavê nakêlime.

Nigê xanimê bi þimik e

çû Midyatê gilî bike

wê qeymeqaman razî bike

wê hakiman qanî bike

wê yuzbaþiyan bertîl bike

Wê mala Rûto xera bike

ha wer were wer xanimê

bûka mala bavê minê.

 

Bi dû kilaman re, dîsa Ferho dest bi bilûrê dikir û Heydo destmala xwe dida destê xwe, ji serê dîlanê diçû binê dîlanê. Qîz û xortan bi hev re, dest bi dîlanê dikir. Lê belê qîza Ehmed Axa hebû. Ew qîz pir xweþik bû. Navê wê þemsê bû. Û lawê Elî Axa Biþar hebû. þemsê û Biþar eþiqî hev bûbûn. Biþar ji Ferho re digot ku bila þemsê bê têkeve destê min. Ferho dikir û nedikir, þemsê nedihat nediket destê Biþêr. Ji ber ku bavê wê Ehmed Axa ji wê re gotibû ku heke ez te bi Biþêr re bibînim, ez ê te bikujim. Tê bîra min ku em berbû giþ, siwar û peya diçûn Þêbê. Þêb gundê Dêrikê bû. Çaxa ku em çûn derbenda Þêbê, me nerî ku siwar û peyayên mala bûkê jî way ji jorê tên. Wexta ku siwar û peyayên jêrê yên ji aliyê zavê û siwar û peyayên jorê yên ji aliyê bûkê ber bi hev ve hatin, dest bi reqe reqa tivingan kir. Lê belê çarhawîr çiya û zinar bûn. Hesp û mihîn nedixebitîn. Wê çaxê, axa ji hesp û mihînên xwe peya dibûn û ber bi hev ve dihatin. Wê gavê, pîrekek ji aliyê zavê û yek jî ji aliyê bûkê, di destê heryekê ji wan de destmalek û bi ken û kêf dilîst. Tê bîra min, Xwedê dizane ku jinika ji aliyê zavê (zava apê min bû), navê wê Edûlê bû. Edûlê wexta nêzîkî li mala bûkê kir, dest bi dûrikan kiribû. Dûrikeke wê bi tenê tê bîra min.

Ev dûrik bi texmînî wanî bû:

 

Rebîayê

 

De rabe de rabe Rebîayê

Rebîa qîza þêxê þêbiyan e.

Bûka maqûlê dêrikiyan e.

De rabe de rabe Rebîayê

Rebîa qîza þêxê þêbiyan e.

Bûka maqûlê dêrikiyan e.

Riya Dêrikê bi miþmiþ e

çarçefa Rebîa min xiþe xiþ e (xuþe xuþ e)

Riya Dêrikê bi zeytûn e

çarçefa Rebîa min guluftûn e

De rabe de rabe Rebîayê

Bûka maqûlê dêrikiyan e

Qîza þêxê þêbiyan e.

 

Heta me bûk anî Tilniþir, belkî sed, tu bibêjî hezar tiving hatin teqandin. Wexta me bûk anî ber malan, zava Birahîm Xelîl li ser xênî bû. Destê wî tije þekirê hamidhilû bû. Giþtik avêtin ser serê bûka me Helîmê. Û wexta bûk ket hinduro, lawikekî piçûk jî þerbikekî avê li ser rêya bûkê rijand.

Dû re, siwaran dest bi cirîdê kir. Siwaran li ber hev dixist û gelek carî bi hev re  bi erebkî dipeyivîn. Wexta cirît jî xelas bû, zilam giþ çûn alîyê odê û wê çaxê dest bi sitranan kir. Di nav wan sitranan de, ev di bîra min de tê. Û ez texmîn dikim ku Ferho digot û Heydo jî lê dinuhurand.

Navê wê kilamê ev bû: Qadê Sadûn.

 

Qadê Sadûn

 

Were wey dinyayê wey dinyayê

Bila wê sibehê þerek çêneba.

Li þewatya þewitî li ber bênderan milê ziyaretê

Wê sibekê li ser serê Qadê Sadûn bûye teqi teqê

tivingan devziravan.

Sê siwar tên ji jor da siwarê pêþyê

teres lawê Emer e, siwarê ortê

Bedirxanê Bedirxên e.

Siwaro dawyê Ehmedê Evdo ye.

Bi dev dijmin e, bi dil di Qadê Sadûn de nabihure

Dibê îro sê roj û sê þev in

þêwr û miþêwra Qadê Sadûn

Li Diyarbekira (Carbekira)xopan

Li dora hawizê mala Fêzî mala neqîp

hatine gerandinê wey dinyayê wey dinyayê

Fersê ban dikirê lê lê þaxê porkurê

Vê sibehê rabe sê denga li apê xwe

Hecî Hemîd bi gazî ke, bi hewar ke.

Apê te Hecî Hemîd pilingê çemê reþa ye

belkî heyfa Qadê Sadûn bi destê xwe hilîne

Yan jî sê denga li Êlas Axa bi gazî ke, bi hewar ke

Bila Êlas Axa bavê Menduh  çend siwarê

zikþewat bi xwe’r hilîne bila bê

heyfa Qadê Sadûn bi destê xwe hilîne.

De wey dinyayê de wey felekê wey dêranê

Ma çima te li min wa kir, te konê min xera kir

Wey dinyay  wey felekê wey xayinê te li min wa kir.

 

* Me bi tenê ji alîyê rastnivîsandinê ve piçekî midaxele kir. Wekî din me nivîs wek xwe hiþt.

 

 

   

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan




Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji La fontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî