Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

 

 

 

Þoreþgerê kurd: Edîp Karahan 

Firat Cewerî

 

Dêrîk pir xweþ e, hêja ye pesnê

Çi bikim nakave dest ji ber vê xeþmê

Qedrî Can

 

Dêrik, bêtir bi Dêrika Çiyayê Mazî tê naskirin. Dêrik di quntara çiyê de ye; çiyayên wê bi darên mazî xemilandî ne, an jî xemilandî bûn. Ji ber vê yekê ew îroj bi vî navî tê navandin. Dêrik ji sala 1882an û vir de bûye bajar, hêdî hêdî, lê roj bi roj mezin bûye. Ji aliyê dar û beran Dêrik bi nav û deng e. Zeytûn, hinar û hijîrên Dêrikê heta îroj jî ji aliyê çîrokbêj û stiranbêjên kurd ve têne pesinandin. Ava bajêr hênik e, hewa wê xweþ e, lawên wê zexim û mêrxas in. Keçên wê bejinzirav, spehî û þêrîn in. Dayikên wê lawên bi rûmet, welathez, mêrxas û þerker anîne dinyayê.

 

Yek ji van lawan Edîp Karahan e. Ev mêrxasê han di sala 1930î de hatiye dinyayê, xwendiye, xwe êþandiye û bûye avûkat. Di ber xwendina xwe re ruhuyeteke welatheziyê pê re çê bûye, rastiya welêt dîtiye û ji bo hiþyarkirin û pêþdexistina miletê xwe dev ji navê xwe û malê dinyayê berdaye û xwe bi hemû hêzê avêtiye meydana þer.

 

Edîp Karahan herçiqas di hoyên ne xweþ û di demeke kêmkadro de jiya be jî, dîsan tiþtên ji destê wî hatine texsîr nekiriye. Ew bi ronakbîran re bûye nonakbîr, bi karkeran re bûye karker, bi gundiyan re bûye gundî û di meydan û kolanan de bi têkoþeran re bûye têkoþer. Ew peyayekî têgihiþtî, zana, giran, nefsbiçûk û xwenda bû. Ya herî girîng jî ew welathezekî mezin bû. Di kovar û rojnameyên cihê cihê de li ser rewþ, jiyan, ziman û kultura kurdan nivîsên hêja nivîsandine, polîtika dewleta Tirkiyê ya di derheqê kurd û Kurdistanê de rexne kiriye, ji bo rastîdîtina rastiya netewa kurd, ronakbîrên tirk hiþyar kirine. Di bendeke xwe ya di bin sernava ”Hin Nixte” de nojnamevan û ronakbîrê naskirî Abdî Ýpekçi rexne dike û wilo dibêje: “Li Tirkiyê hunermend û ronakbîrên ku bi zimanê Mau-Mau dizanin hene, li ser wan helbest û stiranan dinivîsin û di meyxanan de ji bo azadî û serbixwebûna reþik û çermsoran qedehan li hev dixin û noþan dikiþînin. Lê gava mirov ji van celebhunermend û ronakbîran re behsa kurdan dike ‘welat ji dest me diçe, welat perçe dibe’ dibêjin û weke dînên cin li wan bixin, baz didin.”

 

Edîp Karahan bêtirs û bi mêrxasî geh bi pênûsa xwe di nav rûpelên kovar û rojnameyan de dihate dîtin, geh jî di civatên gundî, karker û xortên kurd de doza wan bi wan dida nasîn. Ew Gandiyekî kurd, lê yê bi felsefa materyalîst bû.

 

Berî niha bi demeke kurt, di civatekê de gava ku gotin ji Edîp Karahan û xebata wî vebû, xortekî Dêrikî ku pêrgî wî bûbû û ew ji dûr ve nas dikir, wilo got: “Berê zarokan rojname li carþî û çayxaneyan digerandin, bang dikirin û difirotin. Mezinan qet ev kar nedikirin. Dibû ku li bajarên mezin dikirin, lê li Dêrikê tu peyan ev karên ha nedikir. Lê min hertim peyayekî dirêj, bi navmil, porspî, bi simbêlên mezin û boq, komek rojname di bin çengan de didît. Ji min webû ew rojnamefroþ bû. Tê bîra min ku min henekê xwe pê kiribû û min di dilê xwe de gotibû, li qelafetê wî binihêrin û weke zarokan rojnameyan difiroþe. Min ev yeka han rojekê ji bavê xwe re got. Bavê min pêþî bi tiqînî keniya, dû re kenê xwe bi carekê ve da birîn û weke bi mezinekî re bipeyive, ji min re got: ‘Ew Edîp e, lawê min, Edîp Karahan... Ew ne rojnamefiroþ e, ew wan rojnameyan giþî dixwîne. Ew ebûqat e û ji bo azadiya kurdan dixebite.’ Sala 1974an min Edîp Karahan li serbajarê Tirkiyê, Ankarayê, li pirtûkxaneyekê dît. Gava min ji wî re behsa serpêhatiya xwe kiribû, ew jî bi tiqînî keniya bû.”

 

Ne bi tenê rojnameyên rojane, ji nivîsên wî dixuye ku ew gurekî xwendinê bûye. Wî di bin navên cihê cihê de (Wek Edîp Osmanoðlu, Mahmut Bayraktar, Hamît Mazýdaðlý û Konuk Yazar) di kovar û rojnameyan de nivîsên teorîk nivîsandiye dû re gava hînî rola kultur û edebiyata kurdî ya di têkoþîna gelê kurd de bûye, sala 1962an dest bi weþandina kovara DÝCLE-FIRAT kiriye. Mixabin, wê kovara bi rûmet jî pir dom nekiriye. Tenê 8 hejmar derketiye. Hejmara dawî ya kovarê di çardehê gulana 1963an de derketiye.

 

Ji ber nivîs û bendê ku di DÝCLE-FIRAT de nivîsandibûn du sal ceza lê hatiye birîn. Salekê li Stenbolê, salakê jî li Ankarayê razaye. Ji ber xebatên xwe yên di kovara FORUMê de jî þeþ mehan ceze xwariye. Ji ber kar û barên siyasî jî sala 1967an neh mehan li Diyarbekirê girtî maye û sal û nîvekê ceze lê hatiye birîn. Di sala 1971ê de jî sal û nîvekê girtî û heyþt salan ceze...

 

Digel ku Edîp Karahan jiyanek bi eziyet, bi stem, bi îþkence û lêdan derbas kiriye jî, dîsan wî bi qasî girþekî tiþtek ji hêviya xwe winda nekiriye û heta mirina xwe (1976) bi hemû hêza xwe ji bo hiþyarkirin û azadiya netewa kurd têkoþîna daye. Lê bi barkirina xwe cihekî mezin vala hiþtiye, em hêvidar in ku dê nivþê nû þûna wî dagirin.

 

30yê îlona 1987an/KURDÝSTAN PRESS