Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                      Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

                                           

 

 

 

     

 

 

 

 

                                                                                             

 

Ew ji bona min xeyalek e

 

Enwer Karahan

Divê ez berî hertiþtî diyar bikim ku ji bona ez birayê Edip Karahanî me, tu awantajeke min a zêde tune ye da ez karibim wî ji hin kesên din bêtir nas bikim. Ji ber ku wek gelek kurdên dinê, min jî di hemû jiyana xwe de, ew sê-çar caran dîtiye.
Û di wan carên ku min ew dîtibû de, ez hîn gelekî zaro bûm. Bi tenê awantajeke min heye ku ez beþdarî hin xebatên ji bo lêbixwedîderketina wî bûme û min ji bo bîranîna wî, hin danûstendinên bi hin kesên ku wî nas dikin re kirine. Belkî ev bûye sedem ku ez wî ji hin kesên din bêtir nas bikim.


Cara dawiyê ku min ew dît, ez hîn dehsalî bûm. Daweta lawê pismamê min Hesenê Þêxmûsî li Qiziltepeyê çêbûbû, ez jî teva dê û bavê xwe çûbûm wê dawetê. Kekê min Edip ji Kurdistana baþûr nuh vegeriyabû. Wê çaxê ew ne wek vî risimê xwe yê bibere bû. Por û cênîkên wî ne weha dirêj bûn… Dawet li hewþê geriyabû, têra xwe jî qelebalix bû. Bi derbekê re guþeguþek ket nav berbûyan; çûyin û hatina biserhev de zêdetir bû; þerpezeyiyeke pêdar bû. Gava ew ket devê deriyê hewþê, dawet bi yekcarî ferikî. Bû reqîna sîlehan. Ew ê ku sîleh bi wan re tune bûn jî li sîlehan peydar bûn. Qederê deh deqîqeyan, deng ji sîlehan nebiliya. Kekê min Edip li hemberî wê rewþê sar mabû, mîna ku wî dixwest bibêje, de ka bes e, lê hiþ ji serê miletî çûbû. Xelkên derûdorê jî hatibûn temaþeya wî, herkesî bi çavê li efsaneyekê binêre, li wî dinêrî. Piþtî çend deqîqeyan, dawet dîsa geriya. Ji bo kekê Edipî kursiyek li ber siyê hate danîn, ew li ser kursiya xwe runiþtibû. Ez jî wek wan zarokên din, çûbûm nêzîkî wî sekinîbûm. Min dixwest ku ez wî ji nêzîktir ve bibînim û ew bang li min bike, da ew zarokên merivên me zanibin, ez birayê wî me. Lê mixabin, ya wî ez ferq nekirim ya jî ez nas nekirim û min jî fedî kir ku ez herim ba wî û jê re bi bêjim, ”Tu bi xêr hatiyî”.


Piþtî salekê jî cenazeyê wî hat Dêrikê. Cewaba mirina wî ji Stenbûlê hatibû.
Ji bo meþa cenazeyê wî, li Diyarbekirê haziriyên mezin hatibû kirin. Li ser þeklê wefata wî, speklasyonên mezin hebûn. Ji ber wê yekê, hin hevalên wî dixwest ji nû ve otopsî bê kirin. Lê merivên me ji ber tase wasa ku dê tevlihevî çêbibe, cenaze ji balefirgehê bi dizî revandibû. Derba kesên ku di haziriya hatina cenazeyî de bûn, li wan hatibû sarkirin. Ber bi êvarê, serê karwanê cenazeyê wî ji Aqibê xuya bû. Erebeya pêþî ku bi ser Aqibê ket, lampeyên xwe vêxistibûn. Xelkê Dêrikê hemû, bê îstisna, ji her qebîl û eþîrê, ji her ol û mezhebî, ji piçûkan heta bi mezinan, giþ diçûn pêþiya cenazeyî. Tabûta wî li Tilbisimê, ji erebeyê hate daxistin û mirov ketin bin tabûtê; heta Dêrikê bi xwendina marþên milî meþiyan. Serê qelebalixiyê gîhaþt mezelê baxçeyê me, dawî hîn jî li Korta Mezel bû. Di nav kûçe û kolanên Dêrikê de, adetî ji însên þikelî çêbûbû. Gava meyt gîhaþt ser mezelî, tabûta wî ji bisk û guliyên keç û jinan xuya nedibû.


Wî di demeke weha de koça xwe ji vê dinyaya bêbext barkir ku mirov ne li bende bû. Wê yeka hanê tesîreke mezin li însanan kiribû. Gelek xortên wê demê, di bin tesîra wê roja cenazeyî û xwendina marþên neteweyî de mabûn. Ew roj, ji gelek însanên Dêrikê û wê herêmê re bû destpêka bi welatparêziya xwe hisandinê. Ez bi xwe jî yek ji wan kesan im ku para xwe ji wê rojê wergirtiye.


Ji wê koçkirina wî ya bêwext û heta roja îroj, hemû kesên ku min ew nas kirine û zanibin ku ez birayê Edip Karahanî me, gava behsa wî dibe, hemû jî bi hurmet û bi pesindayineke mezin qala wî dikin. Berî ku ez werim Ewrûpayê, li welêt, gelek kesan qala wî dikir. Bi pirahî jî qala mêranî û qahremaniya wî dikir. (Bi tenê Musa Enter di kitêba xwe ya ku navê wê ”Hatiralarim” e û mulaqateke ku bi rojnameya "Mediya Güneþi" re kiribû de, hin tiþtên ku mirov pê dilxeliyayî bibe, anîbûn zimên). Bîranînên wî, eynî wek edebiyata kurdî ya devikî, di dûrik û stranan de mabû. Li ser kurdayetî û welatparêziya wî pir tiþt dihatin gotin, lê di warê nivîskî û fikrî de, ji pirtûka ku weþanxaneya Komalê weþandibû pê ve, tu malzeme li meydanê tûne bû. (Li vira divê ez bi hurmet û minetariyeke mezin qala wê xizmet û xebata weþanxaneya Komalê û xebatkarên wê yên wê demê bikim ku lê bixwedî derketin û em ji fikir, helwest û kirinên wî yê demekê bê par nehiþtin.) Çawa dibû ku mirovekî ew qasî qehreman, ew qasî fedekar, ew qasî welatperwer û bûbû malê dîroka kurdan ya demekê, lê di warê lê bixwedîderketin û bibîranînê de, tu tiþtek nedihat kirin?!


Di hundirê malbata me de jî ”Xwedêgiravî” cîhekî wî yê birûmet heye. Heta, hin kesan ji me, navê wî li zarokên xwe kirine. Gelekan ji me, bi xêra navê wî, çi di civata tirkan de û çi di civata kurdan de, qedir û qîmet dîtine. Hin kes jî ji me, ji ber sedema ku paþnavê wan Karahan e, di hin kar û barên tîcarî de, qezencên baþ kirine. Lê hin kesan jî ji me, ji ber wî nav û paþnavî, zehmetiyên mezin kiþandine. Heta, hinan ji malbata me, paþnavên xwe jî guherandine. Heta ku bavê min sax bû, tu kesî nikarîbû di mala me de, behsa wî bikiraya. Heger hin kesên xerîb jî bihatana mêvantiya me û bixwestaya di mala me de, mijara sohbetê li ser kekê Edipî bê vekirin jî wan ji bo xatirê bavê min, ji bo ku bavê min zêde mitesîr nebe, ne diajotin ser meseleyê. Bavê min, teva ku ew qasî ketibû û rabûbû, bi salan hefs, firarî, sirgûnî û dijminatî dîtibû jî (teva wî temenê xwe yî bipêþdeketî?) min di hemû jiyana xwe de, cara pêþî dît ku ew di dema wefata kekê min Edipî de, giriyabû. Piþtî panzdeh salan, dîsa dest bi kiþandina cixareyê kiribû. Lê ez hîn jî tam tê negihaþtime, bê wî çima nedixwest cîhê ku ew lê be, sohbet li ser kekê Edipî vebe. Mirovekî sohbetxweþ û zanepeyiv bû. Gelek caran xelk dihatin sohbeta wî. Lê di du meseleyan de nedixwest sohbet bê vekirin. Yek meseleya kekê Edipî bû, ya din jî meseleya kuþtina Mahmûdê Emer Begê bû. Li ser vê helwesta bavê min, piþtî demekê meseleya kekê Edipî sar bû û hesêbî di nav malbatê de hat jibîrkirin.

 

Kekê min Edip, birayê me yê mezin û ji jina bavê min a yekem bû. Hîn ew zaro bû, bavê min û dêya wî dev ji hev berda bû. Ji ber ku ew dotmam û pismam bûn, dêya wî di ser vê berdanê jî re, ji bavê me zêde ”aciz” nebûbû, lê tev de nedijiyan. Di ser vê jihevveqetandinê re, bavê min çar carên din jî zewicîbû. Dêya min jina wî ya pêncan bû. Zarokên wî, ji derveyî kekê min Edipî, hew ji deya min çêbûnin. Deya min bi xwe jî kekê Edip zêde neditiye û ew zêde nas nekiriye. Bi kurtayî, ne malbata wî û ne jî dost û hevalên wî yên demekê, di warê lêbixwedîderketinê de, tiþtekî ku bi kêr bê, nekirine.


Ez bi xwe, ji roja ku wî wefat kiriye û heta niha, her di wê fikirê de bûm ku divê tiþtin bên kirin. Lê sed mixabin, ne di serê min de zelaliyek hebû û ne jî di destê min de malzmeyekî di derheqê wî de ku ronahiyekê bide ber me hebû. Bi maneya bîranînê, ji sala 1989an û vir de, heta ku pê hatiye, di her salvegera wefata wî de, me ji bo bîranîna wî îlanek daye hin rojnameyên kurdan. Pêþniyara fikira ku di derheqê jiyan kekê Edipî de amadekirina bingehê kitêbekê, di sala 1994an de, ji terefê Seleh Bulutî ve hatibû. Bingehê vê kitêbê dê li ser jiyana wî ya hefsê, mehkûmiyê, xwendekariyê, rojnamevaniyê û bi teybetî li ser tekoþîna wî ya kurdayetiyê bûya. Li ser vî bingehî, ji kesên wî nas dikin û di derheqê jiyana wî ya derbasbûyî de, fikir û serpêhatiyên wan hebûn, dê nivîs bihatana bi dest xistin. Ez wê demê, di HADEPê de dixebitîm û em gelekî þerpeze bûn. Gava pêþniyara fikreke weha ji terefê hevalekî ku wî zêde nas nake ve hat, ez pirî kêfxweþ û bextiyar bûm. Û min jî soza piþtgiriya di vî warî de, da wî. Lê ji ber rewþa xebata siyasî, min di wê demê de, zêde alîkariya wî hevalî ne kir. Lê di eynî demê de, ji ber ku heval û dostên wî yên ew baþ nas dikir û gelek malzeme di destên wan de hebûn, lê ev îsal ew qas sal in ku tiþtek nekirine, xemgîniyek bi min re çêbûbû. Ew fikira derxistina kitêbekê di dilê min de, hewesa lêbixwedîderketinê tev de dabû. Teva ku me di wê demê de, nikarîbû zêde tiþtek bikiraya jî min di dilê xwe de, di vî
 warî de kampanyayek vekiribû.

 

Min ew kitêba di dema wefata wî de ku weþanên Komalê derxistibû, hîn di dema pêþî de xwendibû, lê di wê demê de, min zêde tiþtek jê fahm nekiribû. Û piþtî demekê -wek gelek tiþtên dinê- ew kitêb jî ji piyaseyê wenda bûbû. Xwendina wê kitêbê ji nuh de miselitî min bûbû, lê min ew kitêb bi dest nexist. Em ji bona xebatên partiyê, (Ez, Murat Bozlak, Hikmet Fidan) çûbûn Îzmîrê. Li avahiya partiyê, qal hat ser meselaya kekê Edipî û min bahsa wê kitêbê kir. Evdila Saydinê ku wê demê em tev de di meclîsa partiyê de dixebitîn, soza peydekirina wê da min û paþê jî ji min re ew temîn kir. Di vegera Anqereyê de, berî ku ez li kitêbê binêrim, Murat Bozlakî ji destên min wergirt û kitêb tev de da. Muratî demeke dirêj, beþê ku parastina wî ya di daweya DDKOyê de kiribû, xwend û piþtî ku qedand fitilî ser min û got: ”Ji bo birayekî te yê weha heye, divê tu di hemû jiyana xwe de bi vê yeka hanê serbilind be! Heger em gîhaþtin Anqereyê divê em fotokopiyeke wê bikiþînin, da ez bibim hefsê û bidim parlamenterên me yên DEPê. Û bila bibînin, bê lawên bavan çawa parastinê dikin. Bi wan îmkanên tune, ji raya welêt ya giþtî û ya dinyayê bêpar, di wê demê de, parastineke weha!”. Piþtî ku em çûn Anqereyê, me kopiyayek ji ber derxist û Muratî bi destê xwe ew ji parlamenterên DEPê re bir.

 

Piþtî ku ez di sala 1997an de hatim Swêdê, ew fikira ku diviyabû kitêbekê biweþîne hîn jî bi ser neketibû. Ev ji bo min jî bû firsetekê da ku ez hîn bêtir însanên ku li ser kekê Edipî xwedî agahdarî ne nas bikim û di derheqê wî de, agahdariyên berfirehtir werbigirim. Di çerçeweya xebata piþtgiriya kitêba ku diviyabû Selehî amade bikiraya de, min hin têkilî bi dost û nasên birayê xwe yê rehmetî re danîn. Ew yeka hanê, ji bo min pêvajoyeke nuh bû. Min di vê çerçeweyê de, roj bi roj kekê Edip bêtir nas dikir û gav bi gav fikir û perspektîfên wî yên nuh ji bona min derdiketin meydanê. Ew tiþtên ku bi salan bû em li dû digeriyan, gav bi gav ber bî ronahiyekê ve dimeþiya. Di vê xebata ku ber bi projeyekê ve diçû de, hin nas û dostan alîkariyeke baþ bi mer e kir. Hin dostan xwest bibin perçeyekî vê projeyê û çi alîkariya pêwîst be, bi mer e bikin. Bi tenê di warê nivîsan de, lîsteyeke nêzîkî 40-50 kesan derket û hin ji wan kesan, nivîs gîhandin me.

Dicle û Firat, di wan rojên ku me bi nas û dostan re danûstendin dikir, di encama tesadufekê de ku min û birêz Malmîsanijî hevdu nas kir de, li ser pêþniyara wî hat çapkirin. Heta wê rojê jî min bi xwe, Dicle-Firat nedîtibû. Min bihîstibû ku di demekê de, kekê Edipî û hin kesên din rojnameyeke bi vî navî derdixist, lê min ew qet nedîtibû. Heyþt hejmarên Dîcle û Firatê hatibûn derxistin. Ji wan her heyþt hejmaran, heft hejmar li ba Malmîsanijî hebûn, ya din jî weke wî jî di pêþgotina xwe ya di Dicle-Fitatê de behs kiriye, ji Hemreþ Reþoyî hatiye temîn kirin. (Ez li vê derê dixwazim careke din sipasî û minetariyên xwe ji brêz Malmîsanijî re diyar bikim ku wî ev xizmeta hanê ku qedrê wê bilind e, kiriye.

 

Niha jî me ev malpera hanê serast kir da hin kesên ku me nikarîbû em bigihêjin wan, bi vê rêyê têkiliyê bi wan re deynin û hin tiþtên ku me dixwestin ku em bi dest bixin û me ew îmkan nedîtin, bi vê minasebetê bi dest bixin û wan bigîhînin wê xwendevanên hêja.

 

30-05-2001