Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                     Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                    


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat


Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

 

 

     

     

                                                                                           

Dînê û Dîno

 

 

Li Dêrika qezeya Mêrdînê, xortek hebû ku navê wî Þêxo bû. Þêxo gula xortan bû. Bejina wî direj, birûyên wî reþ û qalind bûn. Þêxo xortekî zip î zirav bû. Simbêlên wî nuh þîn hatibûn. Li ser fîstanekî spî û dirêj, çakêtekî reþ li xwe dikir. Þewqeyên wî hertim bi hêla rastê de xwar bû. Qarmiçîyekî malê Sûrîyeyê di destê wî de bû ku koka wî zip î zer bû. Hîn nuh hogirî tûtinê bûbû.

Navê bavê wî Heseno bû. Navê dêya wî jî Xêrya bû. Þêxo lawikê malê yê bitenê bû. Li vê dinyayê, qirþekekî vê malbatê jî tune bû. Dê û bavê Þêxo  Havînan diçûn gundê Mixatê. Xêryaya dêya wî liqat dikir û Hesenoyê bavê wî jî paleyî dikir. Herduyan bi vî awayî hazirîya Zivistanê dikir. Þêxo jî Havînan betal nedima, ji bo ardûyên Zivistanê, ji Havînî de diçû daristanê êzing dianîn. Êzingên zêde ji bo kirîna çixareyê û ya tiþt miþtên din, difirotin…

 

Li eynî qezayê, yanî li Dêrikê, keçek hebû ku navê wê Edûlê bû. Herkesî behsa xweþikbûna Edûlê dikir. Edûlê qet guh nedida zarokên dewlemendan ên nexweþik. Ew bi xweþikbûna xwe dibahîya. Tevî ku dê û bavê wê zor dida wê jî ji bo ku ew bi zarokên dewlemendan ên ku kêfa wê ji wan re nedihat re nezewice, bi hemû hêza xwe di ber xwe de dida.

Carinan nikarîbû li hember zora malbatê îdare bikira, serî hildida û digot:

- Ew dewletî nin, ez jî xweþik im. Ez xweþikbûna xwe bi pereyan nadim.

 

Dê û bavê Edûlê carinan diçûn Þerbê, gundê Dêrikê. Dêya wî liqat dikir û bavê wê diçû paleyê. Carinan jî li Dêrikê diman û zeytûn didan hevdu. Edûlê di van deman de, karê malê dikir û li xweha ya piçûk Xecê miqate dibû. Navê bavê Edûlê, Simaîlo bû û navê dêya wê jî Bêkesê.

Ma ne karê Xwedê ye; rojekê ji rojan, çavên Edûlê û Þêxo li Kanîya Gûzê li hevdu dikevin. Þêxo  wan rojan nediçû êzingan. Þêxo çawa Edûlê dît, dilê wî ket wê. Xwedê ye, dizane ku Edûlê jî ji Þêxo hez kir.

 

Þêxo peyv avêt  Edûlê:

- Xwedê çima tu wer xweþik çêkiriyî? Ez dibêjim, Xwedê belkî ji bo dilên me feqîran biþewitîne, tu çêkiriyî.

 

Edûlê dikira bersiva wî bida, lê li xwe dananî û bi lez ji wira bi dûr ket. Li vê derê, ez ê behsa adeteke Dêrikê bikim: Li Dêrikê, Kanîya Gûzê heye. Keçên Dêrikê, carekê dahnê sibehê û cara din jî dahnê evarê, rojê du caran, ji bo avê tên ser vê kanîyê. Azibên taxê, li qehwexaneyên li ser rê, Havînan li ber qehwexaneyan û Zivistanan jî li hindurê qehwexaneyan nêzîkî derîyî rûdinin û li keçikên ku diçin avê temaþe dikin.

Di rojeke weha de, Þêxo Edûlê dît û dilê wî ket wê. Çûna ser avê ji bo ku keç û xortên azib, awa û firsendeke weha bû ku hevdu bibînin, nas dikin û ji hevdu hez bikin.  Helbet, ji dûranê ve ji hevdu hez dikin. Lê ev bi nezaketeke weha û ew qasî bi dizî dihat kirin ku yên li qezeyê demeke dirêj nemînin, nikarin fêhm bikin. Çûna ser avê ew qasî xwezayî çêdibe ku ger yek weha bifikire û fikira xwe eþkere bike, dê bi dînîtiyê bê tawanbarkirin. Þêxo ji wê rojê û pê ve, dev ji çûna êzingan berda û bi temamî hogirî qehwexaneya li ser rê bû. Rojekê, Þêxo ji dûranê ve da dû Edûlê.

Di kolaneke teng û xewle de, xwe gîhand wê û dîsa peyv avêt wê:

- Lê kafirê, lê bêbavê! Bibêje, ma ez ji derdê te û eþqa te çer bikim? Zû li min vegerîne, hîn kesî em nedîtinin.

 

Edûlê nikarîbû bi evîna xwe, dev ji xurûra xwe ya keçikanî berda û lê vegerand:

- Lo dermanê dilê min, ez jî ji te hez dikim. Lê çi ji destê min tê? Dûr here, xelk dê me bibîne. Roja sêþemê, wexta esir, li hinda Dara Mehmûdan, li benda min be, ez ê bêm qirþikan.

 

Evîna Edûlê û Þêxo li Dêrikê baþ belav bûbû. Herkesî li her deverê, behsa wan dikir. Demek hat ku Þêxo êdî eþkere li dijî adetên qezayê hereket dikir. Þêxo hertim li wê taxê digerîya ku mala Edûlê lê bû. Þemso û birayê xwe Çûço bekçîyên taxê bûn. Hin þevan wan dixwest ew Þêxo bigirin. Ji ber vê yekê, li qezeyê, nîvê þevê, pevçûn çêdibû. Edûlê demekê, rêya xwe guhert. Ji bo avê, çû ser Kanîya Piçûk.

Demeke dirêj neçû, peyv li vê taxê jî çêbûn. Piþtî ku Kanîya Piçûk jî bi kêrî Þêxo û Edûlê nehat, wan dest bi cîhguhertinê kir. Li Xabê, xaltîkeke Edûlê hebû. Mêrê xaltîka wê li bexçeyê Ehmedê Mihemed, cenan bû. Li Xabê, þikeftek heye ku navê wê, Þikefta Xabê ye. Þêxo êdî ji wê þikeftê ranebû. Pir neçû, ev der jî li ber wan herimî. Ji derveyî revandina Edûlê, tu çareya Þêxo nema. Mirov digot qey helbestvan û dengbêjên gel, bi þênîyên Dêrikê re li dû wan bûn. Rojek hat ku stranek li Dêrikê her dihat gotin. Ev straneke weha bû ku mirov diavêt ber hevdu. Ev stran daxwaza Þêxo ya ji bo revandina Edûlê û bêçaretîya Edûlê tîne zimên.

 

Strana ku li ser Leyla û Mecnûnê Dêrikê hatiye gotin, weha ye:

 

Dîno û Dîno

 

Were Dînê Dînê xayinê Dînê

Keçê Dînê were vê sibehê

Em ê hevdu birevînin

Em ê xwe biavên bext û ûcaxê

Bavê Menduh mêrê çê ye

Belkî ew ê dawa me çêke

Bê riþwet û bê bertîl e

 

Lo lo Dîno, zalimo Dîno

Çi qas zeman heye Dîno

Mehela jêrîn mehela jorîn

Giþtik behsa min û te dikin

Diya min, bavê min nobet girtin li ber derî

Ez hêsîr im, ez hefsî mim

Ez nikarim derkevim pêþ derî

 

 

       Wergera ji tirkî:Mistefa Aydogan

 

 

 

 

 

 

 © COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan


 


Çîrokên Dîcle û Firatê 

Siwaro

Xaltîka Fersê

Xaltîka Seyro

Xaltîka Tahlê

Xecê û Siyamed

Heydo û Ferho

Dînê û Dîno

Du çîrok ji La fontain

Çirçirk û Gêrik

Qijalk û Rêvî