Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 

     

                                                                                                              

Edîp abê: Serkanîya hezkirina jiyanê

 

Cemîl Demircan

 

Gava leþkeran di sala 1971ê de, dest danî ser karînê, min hê nuh dest bi lîseyê kiribû. Ji xwe, beþê lîseyê jî ne pir ji zû de vebûbû. Em nifþê duyem bûn. Ango di pêþîya me de, bi tenê sinifa duyem hebû. Di pirsên qebedayitî, þerên nav grûpan, danûstendinên bi birêvebirîya dibîstanê re, birayên me yên mezin yên sinifa duyem xwedîyên desthilatdarîyê bûn. Lê di pirsên siyasî de û bi taybetî jî di derbarê ramanên çepîtîyê de, grûpa me weke pêþeng dihat naskirin. Ji ber wê jî di nav wan kesan de ku wê çaxê ji Lîseya Qiziltepeyê ketibûn ber pêla girtinan, yên bi îdîaya “hucreavakirinê” dihatin tawanbarkirin û heta Efûya 74an jî her dihatin mehkemekirin bi tenê grûpa me bû.


Dema leþkeran li Qezê dest bi girtinan kir û roja ku girt ser mala me, ez bi tesadufî ne li malê bûm. Roja piþtî wê jî min berê xwe da Stenbûlê û ez ji wira jî çûm herêma Edirneyê. Birayê min î mezin li Edîrneyê memûrtî dikir. Ez li cem wî di ewleyîyê de bûm. Lê mixabin wê rehetîya dilî zêde dom nekir. Di telefonê de ji min re hat gotin ku leþkeran hevalê min î herî nêz Cemil Ýlhan jî girtiye û her ji çend rojan carekê digirin ser mala me û endamên malbatê eciz dikin. 

 

Min wê gavê xwe mecbûr dît ku ez vegerim.

Ez di vegera xwe de þevekê bi tenê li malê mam. Roja din, ez bi xwe çûm polîsxaneyê û min xwe da dest. Bi midaxeleya pismamê min (þifêrê fermandarîya cendirmeyan bû) li wira qet kesî li min nexist. Wan ez xistim tirêmpêla xwe û yekser birim Seyrantepeyê.

 

Di wê dîmena ku min cara yekem li girtîgehê dît de, para rengên xweþîye qet tune bû. Fermandarê wê xwestibû ku li wira dîmeneke yekrengî, dîmeneke reþrengî û tarî pêk bîne. Çavên min li grûpa Qiziltepeyê gerîyan, ji lêdanê piranîya wan di nav nivînan de bûn. Lê hevnav û hevalê min î herî ezîz Cemil ne di nav wan de bû. Piþtî ketina min a girtîgehê bi rojekê, wan ew anî ba me. Ji þikence û lêdana 15 rojan, ew qet ne dihat naskirin. Min dizanîbü ku eynî qeder li pêþîya min bû jî. Tirsê kezeba min diguvaþt.

Heta wê demê, M. Demir ji bo min xortekî îdeal, zane, mêrxas û pêþevan bû. Wî ji min re got: “Ew ê bixwazin ku te bitirsînin. Lê ji bîr neke ku ji ber wê boykota me, þikence nemaye. Ji wan re qet serî daneyne.” Dema  ji bo birinê navê min hat anonskirin, Edîp Abê hat ba min û got: “Tu ê jî para xwe piçekî bistîne Cemil, lê qet bêhêvî nebe. Ev tabloya ku te li vira dît, bila te netirsîne. Ew ê nikaribin eynî tiþtî bînin serê te. Tu xortekî zîrek û wêrek î.”                               

 

Nakokîyek di serê min de peyda bûbû. Gelo peyiva kê ji wan dê rast bûya Ji xwe, tirsa ku kezaba min diguvaþt, bi pirsên xwe jî mejîyê min dixwar: Gelo ez ê jî eynî miameleyê bibînim, an na? Gelo ez ê karibim li hember lêdana wan xwe ragirim? Ma ew min nekujin?

 

Edîp Abê bi min re hat ba serdarîya girtîgehê. Peyiva ku ji qumandên re kir, him tirsa min þikenand û cesareta min li min vegerand û him jî bû guharek û di guhên min de ma. Wî wiha got: “Hûn vî kurî ji nav me dibin. Mafê we yê qanûnî 48 saet e. Ji bîr neke, qumandan!”

 

Dema ku wan ez ji bo îfadewergirtinê birim, peyiva M. Demirî di hiþê min de bû. Min li hember pirsên wan bi quretî bersiv dida. Heta ku wan ez xistim çarmixê jî bawerîya min her ew bû ku ew bi tenê zirtan li min dikin. Bi wan copên ewilî yên ku agir bi laþê min xist, min cidîyeta meseleyê fahim kir û þîretên M. Demirî jî weke baloneke ku devê wê ji niþka ve vebe, bi yekcarî pûç bûn. Peyivên Edîp Abê pê re di guhên min de, dest bi zingînîyê kir. Ji bo ku ez hêvîyê ji dest bernedim, heta ji min dihat, min di ber xwe de dida. Lê ne hêsa bû. Piþtî her þikenceyê, min çend saet di nezaretxaneyê de diqedand û wê demê ez li ber wan girîyên xwe diketim, peyivên wî dihatin bîra min û min ji ber wan lavakirinên xwe fedî dikir.

 

Wateya saet û rojan ji bo min hatibû guhertin, dem rawestîyabû, ne diçû. Her cara ku ew dihatin û wan çavên min girêdidan, min dizanîbû ku ew ê min bibin þikenceyê. Lê êvarekê, bi sixêf û barebar hatin hindur û ez dam ber pihînan. Wan çavên min girêdan û ez bi lez birim jorê û kincên min li min kirin. Min fahm kiribû ku vê carê ne ji bo þikenceyê bû. Lê wan ê ez bibirama kî derê? Tirimpêl dê ber bi ku ve biçûya? Gelo ew ê min biavêjine çemekî? Ji tirsê, bêhna min çikîyabû. Lê ew sixêfên ku wan ji “perçekir” û kominîstan dikirin û bi taybetî jî hildana navê Edîp Abê, ji min re bûn çirûskên hêvîyê. Ew tirsa ku di dilê min de hebû, bi bihîstina navê Edip Abê re, cîhê xwe ji heyecan û cesaretê re hiþt.

 

Him ji kêmkirina leza tirimpêlê û him jî ji axaftina wan, min dizanïbû ku em nêzî qonaxa xwe bûnin. Çavên min vekirin. Ez li ber girtîgehê bûm. Min bawerî bi çavên xwe neanî. Min çend caran li ser hev ew girtin û vekirin. Belê, ne xewn bû. Edîp abê, Cemil û çend kesên din, li piþt têlê li benda min bûn. Leþkerek ket bin çengên min û ez birim ba wan. Edîp Abê destê xwe di serê min de da û wiha got: “Weke min got, te jî para xwe piçekî stend. Lê te (ji derveyî H. D), ji hemûyan ve jî hindiktir þikence dît. Tu tiþt bi te ne kirine û tu ê vêya jî pir zû ji bîr bike.” 

Ji ragihandina hevalê min Cemilî, ez têgihîþtim ku  zûxelasîya min a ji þikenceyê, bi xêra Edîp Abê bû. Piþtî birina min bi 47 saetan, ew çûbû ba fermandarîya girtîgehê û ji kumandên re gotîbû: “Em dizanin ku kurekî me yê ku we ew berî 47 saetan ji vê derê biribû, niha di þikenceyê de ye. Min ji we re gotibû ku mafê we yê qanûnî 48 saet e. Ger ev kur heta saetekê neyê, em ê dîsa dest bi boykotê û þewitandina tiþtan bikin.” 

Edîp Abê di çavên min de êdî ne bi tenê bi wî qelafetê xwe, lê belê bi têgihîþtina xwe, rabûnûrûniþtina xwe, rastgoyîya xwe û mêrxasîya xwe jî mezin bû. 

 

Di wê dema min a di girtîgehê de, tekilîyên me xurttir bûn û rêza min jî ji wî re bêtir bû. Li wira, li hember hewildana fermandaran ya ji bo dîmeneke yekrengî, ya rastî, dîmeneke reþrengî û tarî, ew bûbû Pikassoyê jîyana rengîn. Ew ji “Serokatîya Dîwanê” û wir de, li hember tirsê, li hember hovîtî û zordarîya fermandaran di girtîgehê de, Spartakusê liberxwedanê û sembola mêrxasîyê bû.

Ew balansa çepîtî û welathezîyê jî bû. Min tu hesasîyetên wî yên weke “gelo ez vêya bêjim û wiha bikim, ew ê ji min re nebêjin ‘millîyetçî’”, ne dît. Pirsên çepîtî û yên welathezîyê ne dianîn hember hevdu û hewil dida ku her pirsê bi pîvan bixebitîne. Kurdekî çep bû. 

 

Ji bo min û hevalê min Cemilî, kêfxweþîya herî mezin ew bû ku me ew mirovên navdar nas kirin û serpêhatîyên wan ji devên wan bihîstin. Hin ji wan, dema ku serpêhatîyên xwe digotin, diketin hewildaneke weha ku qehremantîya xwe, dahîbûn û yektabûna xwe bînin zimên. Tê bîra min ku gava em di girtîgehê de li dora yekî ji wan navdaran rûniþtibûn, S.Oyê ereb ku di nav grûpa me ya Qiziltepeyê de bû, bi kurdîya xwe xwest ku tiþtinan bibêje û çaxa got jî bi tesîra zimanê tirkî, paþpirtika “miþ”ê di dawîya gotineke xwe de bi kar anî. Wê gavê, wî mirovê navdar bi awayekî ku erza wî biþikîne, got: “Lawo, tu hîn jî cahþikek î, tu hîn kurdîya xwe bi “miþ”an xerab dike.” Lê wexta ez nuha lê difikirim, tê bîra min ku li ba Edîp Abê tiþtekî weha tune bû. Wî tinazê xwe tu carî  bi “nezanîya” xelkê nedikir û erza wan ji ber vê yekê nediþikenand. Edîp Abê jî tinazên xwe dikirin, lêbelê ne bi “nezanîya” xelkê, bi desthilatdarên dewletê... Di serpêhatîyên Edîp Abê de, hertim nukte, sadetî û mêrxasî hebû. Ew yekî nefispiçûk bû û ji rabûnûrûniþtina hin navdaran jî ji ber vê yekê, pir eciz bû. Nerazîbûna xwe jî eþkere digot. Rastgo bû. 

 

Peywendîyên me bi Edîp Abê re li derveyî girtîgehê jî dom kir. Merkeza rûniþtina wî li Qiziltepeyê, qehwexaneya Mihemed Racî ya li parkê bû. Car carinan jî rêya xwe bi dikana Xelefê berber dixist. Wî li parkê, li qehwexaneya Mihemed Racî, di ber vexwarina xwe ya çayê re rojnameyên xwe yên rojane jî tev didan. Min tu carî ew bê rojname nedît. Rojname ji bo wî, mîna pêlav û kincan pêwîstîyeke jîyanê bû. Ji ber vê yekê jî carinan mirovên ku ew nas nedikir, digot qey ew rojnameyan digerîne. 

Bi hizira ku em ji wî re zêde nebin bar û fersendê jî nedin paþgotinkeran, em bi tenê ji çend rojan carekê li qehwexaneyê, li ba wî rûdiniþtin. Babetên axaftina me cîhê cîhê bûn. Ya rastî, yê ku dipeyivî ew bû û me jî guhdarî dikir. Geh behsa serpêhatîyên xwe dikir, geh li ser bûyerên nuh dîtinên xwe digotin û geh jî þîret li me dikirin. Lê mijar çi bûya jî wî peyiva xwe bivê nevê bi nukteyeke dixemiland û cewhera wê jî ji alîyekî ve her nefreta li hember dewletê bû û ji alîyê din ve jî parastina xelkê kurd yê belengaz bû.

 

Hin ji wan serpêhatîyên ku wî li qehwexaneya Mihemed Racî vedigotin, hîn jî di bîra min de nin. Me hemûyan guhên xwe miç dikirin û em bi heyecan li benda wî diman, da ew dest pê bike. Gava wî behsa serpêhatîyeke xwe dikir, deng ji me yekî jî dernediket. Em li benda wê demê bûn ku cewhera serpêhatîyê derbikeve ortê, da em giþ bi hevdu re bikenin û li ser bifikirin û dû re jî li deverin din, li civatin din, li qehwexanenin din behs bikin. Ji xwe, wê demê, nemaze di rojeva xortên Qiziltepeyê de, ji bo serpêhatîyên Edîp Abê cîhekî taybetî hebû. Rojekê, Edîp Abê dîsa wek her car hatibû qehwexaneya Mihemed Racî û em xort dîsa li dora wî civîyabûn û wî dîsa dest behsa teqîba MÎTê dikir: “Dema ez li Diyarbekirê bûm, rojekê ez ji malê derketim û ez li bisiklêta xwe siwar bûm û min berê xwe da sûkê. Min fahim kir ku waye tirimpêla MITê li pêy min e. Min xwe li xeþimîyê danî û weke ku haya min qet ji wan çênebûbe û weke ku ez dixwazim biçim malekê, lê edresê dernaxim, ez kolan bi kolan gerîyam. Wan jî ji dûr ve hey ez teqîb dikirim. Wê berahevdana miþk û pisîkê tibabekî dom kir. Ez westîyam. Min berê wan da hindurê sûkê. Gava em mecbûr man ku li ber lempeya trafîkê ya sor bisekinin, ez li tirimpêla wan zîvirîm û hatim li ba yê ku li “þifêrmehelî”yê rûniþtibû, sekinîm. Kêfa min li cî bû. Min ji xwe re spora xwe ya kondîsyonê - û min ew jî bi benzînê xesirandibûn - kiribû. Min bi hestên serkeftinê û bi dengekî qebe silav li wî kir: ‘Merhaba MÝT!!!’ Bi vêketina lempaya kesk re, wan xaz da tirimpêla xwe û bi derbekê re ji ber çavan wenda bûn.”

 

Cesareta Edîp Abê ya medenî pir bû. Wî ew cesaret bi usûl û bi zanyarîya xwe ya hiqûqê bi kar dianî. Di her bikaranînê de, ileh qerfên xwe bi meqamekî, an bi berpirsîyarekî dewletê dikirin. Carekê behsa çûna xwe ya dadgeha Seyrantepeyê kir: “Rojekê jî ez çûbûm dadgeha leþkerî ya li Seyrantepeyê. Min bisîklêta xwe li hewþê bi cîh kir, ez derbasî hindur bûm û çûm ba sûbayê nobedar û min jî wî re got ku ez serokê dîwanê, Edîp Karahan im. Wa erebeya min a meqam li hewþê ye û bawerîya min bi we nayê, her tiþt dikare biqewime. Ji ber wê jî ez ji erebeya xwe ya meqam re, daxwazîya nobedarekî dikim. Wî jî ba eskerekî kir û emirê ku nobederîya erebaya min a meqam bike, da wî. Piþtî demeke kurt, esker ji derve hat û got ‘fermandarê min, li cîhê ku we terîf kir, tu erebe tune ye’. Wî tu carî texmîn ne dikir ku erebeya meqam dê bisîklêtek be.”

 

Edîp Abê hin caran jî ji me re qala Evdiletîfê Feqe dikir. Di bûyera Evdiletîfê Fege de, ez bi xwe li girtîgehê bûm û ez bi xwe jî þahidê wê mim. Lê tevî wê jî gava Edîp Abê behs dikir, mîn dîsa jî bi baldarîyeke mezin lê guhdarî dikir. Ji ber ku tahma awayê vegotina Edîp Abê pir cuda bû. Evdiletîf ji gundekî Qiziltepeyê bû. Wê dema ku em di girtîgehê bûn, ew di rojek ji rojên Hizêranê de tê Qezê. Li sûkê, di ber qereqola polîsan re ya ku li hember parkê bû, derbas dibe. Gava ku çavên wî li kûzê avê ya li bin dara tûyê dikeve,  tîbûna wî tê bîra wî, disekine û ziq li kûzê avê dinere. Radyoyekê xerabe jî di bin çengê wî de ye. Tam wê çaxê jî bekçîyê navdar Mihemed Elî li ber derîyê qereqolê rûniþtiye (Mihemed Elî bekçî Murtazayê Qiziltepeyê bû. Rojekê ji rojan, birayê wî yê li Sûrîyê, bi qeçaxî tê zîyareta wî û ji wî re çayê tîne. Mihemed Elî di eynî þevê de birayê xwe tevî çayê digire û dibe qereqolê û teslîm dike). Mihemed Elî ji Evdiletîf dikeve þikê û bi zirt bangî wî dike. Lê Feqeyê me direve. Wî digirin û bi lêdan, îfadeyeke li gora dilê xwe ji deve wî derdixin. 

 

Bi xebera “waye yekî din jî ji Qiziltepeyê tînin”, em hemû Qiziltepeyî, ji xeynî Xelefê berber (ew ji ber parsûyên xwe yên þikestî di nav nivînan de bû), li meydanê kom bûn. Em li benda yekî nas û di meraqa para wî ya ji þikenceyê de bûn. Lê þiklê Feqe, meþa wî ya bi rehetî û li me silavkirina wî ya “esselamûnaleykûm ey xortên kurd ên qehreman”, mejîyên me tevlihev kir. M. Demir xwe gîhand me û got: “Haya we ji we hebe. Ew dikare ajanê MÎTê be.” Lê Edîp Abê Evdiletîf girt, bir hindur û bi wî re peyivî. Gava hat derve jî ji me re got, “Bela xwe jê vekin, çi MÎT û çi hal, pepûkek e, divê em ji wî re alîkar bin. Hela ka werin, em bi wî re biçin ba yê xwe yî di nav nivînan de ye.” Gava em gîhan ba Xelef, Edîp Abê, bêyî ku navê wî hilde, ji wî re got: “Ev birayê me niha hat û ew hemþehrîyê me ye jî. Navê wî Evdiletîf e û li ba polîsan îfadeyeke bi mêrxasî daye.” Piþt re jî li Feqe zîvirî û got; “Ka bêje Evdiletîf, te ji wan re çi gotibû.” Feqeyê delal jî got: “Wele çi bêjim, min jî têra xwe lêdan xwar, lê min namûs xelas kir û berî ku cop di min xin, ez mecbûr mam ku peþmergetîya xwe ya ji bo Barzanî û yüzbaþîya Xelefê berber ji wan re eþkere bikim.” Dengê inte inta Xelefê Berber bilind bû û ji Feqeyî pirsî: “Bavo qûrbano, ma tu Xelef nas dikî?” Feqe bi serbilindî bersiv da: “Çawa na, gelek caran bi dizî civînên me çêbûne. Ew, bi rastî jî mirovekî mêrxas û pir hêja ye!” Xelef peyiva wî birî û bi nalîneke bihêrs li wî vegerand: “Lawo mala te xera ne be, ma me kengî hevdu dîtiye, ma me çi civîn kiriye?.. Ew Xelefê ku tu qala wî dike ez im û vaye hêjabûna min jî bi vî halî ye...”

 

Dema ku Evdiletîfî dibin mehkemeyê, Edîp Abê rê bi ber dixe ku radyoya xwe ya xerabe jî bi xwe re bibe û ew bi wî awayî derdikeve ber heyeta mehkemeyê. Gava ku dadger ji wî dipirse, bê ka ew radyo ji bo çi di bin çengê wî de ye, ew jî li ser þîretên Edîp Abê, wiha bersivê dide: “Na xêr efendim, ev ne radyo ye. Lê weke ku polîsan jî bi min dabûn gotin, ev cîhaza bêtêl e û ez wê bi tenê di danûstinên xwe yên bi Mele Mustafayê Barzanî re dixebitînim.” Evdiletîf tê heyecanê, wî cîhazî dide ber guhên xwe û dest bi peyivê dike: “Elo elo Barzanî, heger tu ew serok be, divê ku tu zû were gazîya me. Heta niha min namûsa xwe xelas kiriye, lê ku tu me ji vira xelas neke, ew ê jî biçe.” Heyet þermezar dibe û wî beraet dikin. 

 

Edîp Abê li Qiziltepeyê, ne bi tenê li hember dewletê û dûvikên wê, lê belê li hember normên kevnare yên civaka paþdemayî jî têdikoþa. Ahenga di navbêna ramanên wî û jiyana wî de, bi wan normên kevnare yên civakê û bi jêhêvîkirinên malbata wî re li hev ne dikir. Di maldarîya dêya xwe de, wî qîma xwe bi jiyana xwe ya sade û zehmetkêþîyê anî bû. Di asoyên xeyalên wî de, dikanên yadê ji ber çavan wenda dibûn û avahîyeke çapxaneyê þewq dida.

 

Belê ew rastgo bû, lê hin “isûlnas” û “kureþîr”an di paþgotinîya wî de tu kêmanî ne dihiþt: “Ne tu dunde ye, ji qelafetê xwe þerm nake û mîna zarokan li bisiklêtê siwar dibe. Ji dêvla ku bi maqûlan re rabe û rûnê, li parkê bi sêwlekan û bi feqîr û zigurtan re rûdine.”

 

Tu dibêje qey wî ya dilên wan dixwend û ji ber wê jî di çarþîyê de, an jî wexta ku dihat parkê, bi awayekî bixwebawer û bi wê meþa xwe ya sade, di ber wan kesan re hêdî hêdî derbas dibû. Ji bo ku bi wî re rû bi rû nebin, paþgotinkerên me an serên xwe bera ber xwe didan, an jî xwe bi tiþtekî ve mijûl dikir. Lê nirxandina insanên normal, yên bibext û xwedî wijdan, cîhê bû. Wan sîfeteke din dida wî û digot “Gurçikên vî insanî ji pola nin… ew dilpola ye… kurê bavan wiha nin, ha!..” 

 

Birayê wî yê piçûk û dostê min î hêja Enwer, di pêþgotina xwe ya ji bo pirtûka Siwaro de dibêje; “Gelekan ji me, bi xêra navê wî, çi di civata tirkan de û çi di civata kurdan de, qedir û qîmet dîtinin. Heta hin ji me, ji ber sedema ku paþnavê wan Karahan in, di hin kar û barên tîcarî de, qezencên baþ kirinin. Lê hin kesan jî ji me, ji ber wî nav û paþnavî, zehmetîyên mezin kiþandinin. Heta hinan ji malbata me, paþnavên xwe jî guherandinin. (C.D)”  Edîp Abê jiyana di hindurê sînorên dinyayeke wan a piçûk de, red kiribû û ji xwe re dinyayeke hîn firehtir hilbijartibû. Ji bo wî, pirsa dilþadîbûna însên, ne pirseke kesî an jî malbatî bû, lê bêgûman pirseke civatî bû. Malbata wî xelkê kurd yê belangez û bêxwedî bû. Ew bi þiklê jiyana xwe, bi taybetbûna xwe, bi cesaret û mêranîya xwe, di vê dinyaya fireh de destanek bû. 

 

Ez yek ji wan xortên simbêlên wan hîn nuh þîn dihatin bûm ku bi naskirina wî, bi guhdarkirina serpêhatî û þîretên wî ve serbilind bûm. Û hîn jî serbilind im. Lê ya ku heyfa mirov lê tê  ev e, berê ji ber ku nivîsandin û xwendin hîn zêde pêþ ne ketibûn, destanên wek Edîp Abê bi devkî belav dibûn. Lê piþtî wefata wî û digel ku piranîya hogir û hevalên wî rewþenbîr bûn jî mixabin pênûsên wan ji bo destaneke weha mezin, bi qasî ku pêwîst e, nexebitîbûn.

Her ku behsa wî dibe, ez bi hestên minetdarîya ku wî ez ji þikenceyê zû xelas kiribûm, dikelim û du tiþtên wî têne bîra min:

Ya yekem ew peyiva wî ya ku ji bo min heta niha jî weke wecîzeyeke ye ku di mehkemeyê de gotibû: “Hûn li naza dîrokê binerin! Ji dêvla yên ku keçên xwe li Kordonboyîya Izmirê pêþkêþî pîçên emerîkayî dikin bêne mehkeme kirin, îro, ew hatinin me mehkeme dikin.” Dadgir li ser van gotinan hêrs dibe û bi zirt dibêje: “Li ser bingehê ku te þerefa endamên heyeta mehkemeyê rencîde kiriye, ez di derheqê te de dozeke nuh vedikim.” Edîp Abê jî, bi awayê ku ji dadgirî re bibêje; ‘a va qûça te!’, bersiva wî dide: “Ger hejmara dozên we yên heta niha 1000 in, hema bila bibin 1001!”

 

Ya duyem jî piþtî vegera wî ya ji þoreþa li baþûr bû. Sal baþ nayê bîra min, lê berîya þikestina þoreþê bû. Ez û hevalê xwe Cemil çûbûn ziyareta wî. Wî wiha got: “Rewþ gelekî xerab e. Ew hêjayîyên ku li ba pêþmergan hebûn, rizîya nin. Þoreþ xirek bûye û pir naçe, ew ê biþikê.”. Ev jî nîþana pêþbînîya wî bû. 

 

Hin hêjayî û qenaetên ku niha ez bi wan kêfxweþ û serbilind im û yên ku ji tecrubeyên 30 salan hatinin afirandin, piþtî vê dema kin a ponijandina min a ji bo vê nivîsê, ez dibînim ku piratîk û xisûsîyetên Edîp Abê yên wê demê nin. 

Ew bi qonaxeke baþ li pêþîya civata xwe bû.

                                  

 

Swêd - Temuz 2001

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

© COPYRIGHT 2004 Enwer Karahan