Ya piþta xwe bide çiyayekî asê, ya jî  mêrekî çê

                                       Hûn bi xêr hatin dîwana Edîp Karahan                   

                                                                                                                                          

                                                


Edîp Karahan kî ye?

Nivîsên wî

Parastina wî

Çîrokên wî

Dîcle-Firat

Malbat

Dêrik

E-Maîl

 

 

 

 

 

     

 

 

 

 



Edîp Karahan zilamê tenê

Ahmet ARAS

Min Edîp Karahan di serê dûna 1962’ya da li Ýstenbolê bi wasita hemwelatyê min Medet Serhat nas kir. Ew, wê çaxê ji bo weþandina kovarekî hazirî dikir. Çend meha þûnda kovar derket. Navê Kovarê “Dicle-Fýrat” bû. Kovar bi Tirkî-Kurdî bû û nivîsarên balkêþ wediþand.

Ez di Fakulta Hiqûqê da qeyd bibûm û çendekî þûnda vegeryabûm Erzûrûmê. Lewra karê min li Erzûrûmê bû.

Edip Karahan him berpirsîyar, him jî xweyê Kovarê bû. Ewî her carê 40-50 kovar li ser navê min diþande Erzûrûmê. Li der û dorê me gellek rewþenbîr û kesên Kurd hebûn, lê tu kesî guh nedida Kovarê û nedistandin. Me bê pere dida, dîsa jî nedixwastin. Xwendevanên Kovarê em du kes bûn, ez û Kekê Cemaledin Kaya. Kekê Cemaledîn “Baþmuhendisê” daîra me bû û ji gundekî Bazidê bû. Zilamekî welatparêz bû. Ez çûm cem wî û min ji bo wê rewþê gazinê xwe kir. Kekê Cemaledin kîsikê xwe derxist û pirsî, got: “Çend Kovar þandine û buhayên wana çi digre?”
Min got: “50 heb.”
Ewî ji kîsikê xwe perê 40 kovarî derxist da min û got: “Bira ew qet nizanibin ku Kovar nayê fýrotin, hercar tu were ewqas pere ji min bistine û biþine!”

Pey ra kingê ku Kovar dihat, min diçû perê 40 hebi ji kekê Cemaledin distand, yê mayî jî min ji kîsê xwe dida ser û ji Edip Karahan re diþand.

Wê çaxê Musa Anter û hinek rewþenbîrên din jî di Dicle-Fýratê da dinivîsandin. Paþê çend nivîsên min jî di Kovarê da derketin.

Demekî þûnda M. Anter û hevalên wî ji Dicle-Fýratê qetyan, dest weþandina Kovara “dengê “kirin. Êdi ji bo çi wan û Edip Karahan bi hev nekiribûn, ji hev qetyabûn, nizaným. Min pirs jî nekir. Ez ku di serê Gulana 1963’ya da çûm Ýstenbolê, mýn ew dît. Hevalên wî yên ewil giþk jê qetyabûn. ewi tenê Kovar diweþand. Lê bi gazin nebû. Usa kývþ dýkýr ku perê Kovarê ji gellek deran nedihat. E. Karahan ji bo vê yekê her tim di Kovarê da jî gazin dikir û wana dinivîsand: “Perê Kovarên Firotî biþînin! Hûn jî dizanin ku Kovar bi pere dertê. Bê pere emê çawa weþana Kovarê bidomînin?..”

Wexta ku me hev dit, bi min ra pirr kêfxweþ bû û waha got: “Welle perê Kovarên firotî tenê tu waha muntezem diþînî, piranya merivên me qet pere-mere naþînin.”

Min di dilê xwe da got: “Welle ew jî mêranya min nine, ji dilsozya Kekê Cemaledin e.”

Min got Kekê Edip waye tu ji berêka xwe pere xere dikî û Kovarê didomînî, îja wê çawa be?”
Ewî jî got : “Welle zor û zehmet be jî ezê bidomînim, êdi heta ku çû..”
Rojtira din Kek Edip hat Unîversîtê ez dîtim, got: “Xanimî xurek hazýr kýrye, tu mêvanê minî, rabe em herin malê.”

Em rabûn çûn.Mala wî li Fatîhê, li hêla “Qýztaþyê” li qatê heri ser bû ku jê ra “çatý-qat” dihat gotin. Daîrek teng û piçûk, du ode û nîv bû. Odeke malê îdarexana Kovarê bû, tijî pirtûk, kovar û kaxýt bû.

Ewi ez bi xanimê da naskirin, got: “Niviskarê Kovara me filankes e. Yê ku perê kovarên firoti usa tekûz diþine ev biradera ye.”
Xanîma wî zeriyeke çûr a çeqel bû û Týrk bû. Canikê di dayireke dewletê da kar dikir.

Me xurek xwar, çay vexwar, sohbet kýr û dereng ez rabûm çûm. Qet ji bîra min derneket, di nav sohbetê da Kek Edip ji min ra waha got: “Binhêr birayê Ehmed, Kurdên me ne perê Kovarê diþînin, ne jî alîkarî dikin. Lê ev canika han bi xwe Tirk e, ew bi qezenca xwe va hým me li rê dibe, him jî xercê Kovarê dide.”

Çendeki þûnda, di dawiya meha Gulanê da E. Karahan tevi 23 rewþenbîrên Kurd hate girtin û dawiya Kovarê jî hat.


Nîsan 1998/Ýzmir